19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Demîrtaş: Danîşînê taloq bikin û îqtidar dê ji sedî 99 biguhere

Danişîna doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê negirtî jê tê darizandin li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye tê lidarxistin. Demîrtaş bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) ji Girtîgeha Edîrneyê beşdarî danişînê bû û parastina xwe kir.  

Demîrtaş di parastina xwe de li ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê wî de dabû ku serbest were berdan rawestiya û bertek nîşanî şandeya dadgehê da ku biryara DMME’yê derbasî girtekê nekir.

 Demîrtaş di parastina xwe de wiha axivî: “Ji ber wêrekiya dadgehê we pîroz dikim. We van hewldanên DMME’yê tomar kir. Em HDP’yî bûn. Em Hevserokên Giştî yê Partiyê bûn. Me bi nasnameya vekirî siyaset kir. Me xwe neveşart. We jî xebatên xwe yên siyasî kir. Lê we hewcehî pê dît ku veşêrin. Ev salek e derneketime danişînê. Di nava salekê de Dadgeha Destûra Bingehîn di hezîrana 2020’an de derbarê we de biryara ‘binpêkirina maf’ da. DMME’yê biryara herî giran a binpêkirina maf da. Parêzerê min jî xwest balê bikişîne ser vê yekê. Qey meriv dibêje div ê pêvajoyê de tiştek nebûye û hûn dibêjin heta îro me çi xebata kiriye bidomînin. Lê ev ji me ne derbasdar e. Biryarên giran ên dadgeha netewî û navnetewî hene. Lewma ji bo ew biryar di girtekê de werin nivîsandin mafê me ye ku em li bendê bisekinin.

Şêwirmendê qesrê fermanê dide darazê

Di biryara DMME’yê de 5 binpêkirin hene. We yek jî li ber çavan negirt. Ew serşêwirmendê li Qesrê Mehmet Ûçûm fermanê dide we û hûn jî pêk tînin. Zilam li Qesrê ferman dide we û hûn jî pêk tînin. Hûn nikarin bêjin ‘tu kî yî Mehmet Ûçûm fermanê bidî me’. Çima? Çimkî Mehmet niha li Qesrê ye. Ez Mehmet nas dikim zanista wî ya hiqûqê berbat e. We biryara DMME’yê negirt dosyeyê jî. Hûn li ser zanyariyên Mehmet Ûçûm tevger dikin. Lê belê divê we wan fermanan daf bide û bixista.

Ji bo biryara binpêkirina dadgeh pîroz kir

Em li bendê bûn ku dadgeha we xal bi xal biryara DMME’yê vegota û behsa wan bikira. Heke biryara binpêkirinê hatibe dayîn divê dadgeha we van binpêkirinan ji holê rake. Lê hûn nikarin bikin. Çimkî serokê we yê giştî Erdogan e. Erdogan ji we re got ‘Ne hedê min e ez tevli darazê bibim, lê belê terorîstê wek Selahattîn Demîrtaş neparêz in’. Erdogan ragihand ku wê mafê min neyê parastin. We jî viya ragihand û dest pê kir. Ji ber vê yekê ez we pîroz dikim. Ji ber vê helwesta we ya zelal ez we yek bi yek pîroz dikim. Ji bo ku we biryarek giran a binpêkirina maf bi Tirkiyê da qezenckirin we pîroz dikim.

Dadgehê xebateke siyasî rêve bir

Yên mafê min biparêz e hûn in, ne Erdogan e. Niha tu bêalî û serbixwebûna we nîne. Çimkî bûye cihê nîqaşê. Ji ber em li Enqereyê ne ez Atakuleyê mînak nîşan bidim. Em li bin Atakuleyê rûniştine û nîqaş dikin. Em dibêjin ev Atakule heye û hûn jî dibêjin nîne. Û em vê nîqaşê jî li bin Atakuleyê dikin. We xebatek siyasî birêve bir. Beriya niha bu du salan biryarek din jî ya DMME’yê heye. We got ev biryar teqez nebûye. We got me eleqedar nake û nesepand. Me got baş e. Me li dijî vê xemsariya we îtîraz kir û me dozê bir Daîreya Mezin a DMME’yê û xebatên wê yên darazê li ser maseyê yek bi yek hatin nirxandin. Derbarê we de biryara hûn neheqin hat dayîn. Di 5 xalan de biryara binpêkirina maf a we daye hat dayîn. Biryar hat dayîn ku hûn bi biryarên siyasî tevger dikin. Dadgeha Destûra Bingehîn jî beriya biryara DMME’yê diyar kir ku dema girtina min dirêj e. Mîna ku biryara van her du dadgehan tune be, hûn tevger dikin. Hûn nabêjin em ê çawa ji bin vê biryarê derkevin lê hûn xemsar tevdigerin. Qey meriv dibêje DMME’yê biryarek ku Bahçelî, Soylû û Erdogan eleqedar dike dide. Mîna ku DMME’yê vê biryarê nedabe hûn tevdigerin.

Di vê darizandinê de em ne Destûra Bingehîn û ne jî Qanûna Cezayê Dadgehê, em qanûna hilbijartinê pêk bînin. Ji bo partiya hûn destek didinê were ser îqtidarê eşkere xebatên siyasî dikin. Hûn bûn alîkar ku peral biguhere. Hûn ji avakirina dîtkatoriya yek zilamî re bûn alîkar. Werin qanûna hilbijartinê pêk bînin. Min jî bigirin û serkeftina hilbijartinê ya we daye AKP û Erdogan ji Tirkiyê re vebêjin. We mudaxileyî îradeya Tirkiyê kir. Berdevkên we yên siyasî Erdogan, Bahçelî û Soylû dibêjin û hûn tişta hewce dike pêk tînin.

Ji ber biryarên  dadgehê mirov xwe dişewitînin

Ez nûçeya ‘Welatiyê got zarokên min birçî ne û xwe şewitand’ nîşan bidim. Ev encama pergala ku we piştigirî dayê ye. Hûn hevkarê vî sûcî ne. Ji ber ku ev 4 sal in hûn xebatên siyasî birêve dibin. Em li benda we bûn ku hûn di çarçoveya biryara DMME’yê de tevger bikin. We rasterast îdianameyan xwend. Halbûkî DMME’yê biryar û darizandinên we bi matmayî dîtine. 17 endamên DMME’yê bi matmayî we pêşwazî kirine.

Hûn hêjî li xala we 14 sal berê dest pê kiriye ne. Hûn biryarên Destûra Bingehîn nas nakin. Lê belê Erdogan, Bahçelî û Soylû li ser navê we dibêjin û hûn jî tişta pêwîst dikin. We di biryarek xwe de negot ‘biryara DMME’yê û Destûra Bingehîn me eleqedar dike, em lêkolîn dikin û wê binpêkirina mafan ji holê were rakirin’. Ev tam 4 sal in Tirkiye ji ku hat ku. Hûnê bi vî awayî ji têkbirina Tirkiyê re bibin alîkar. Ji kerema xwe hiqûqê bisepînin û adilane tevbigerin. Mesele ne ez im. Her biryarek hûn bigirin wê li Tirkiyê têkiliya daraz û siyasetê kûr bike. Wê çetewariya di nava dewletê de zêde bike. Wê bibe ku êdî birêveberî û her saziyê li ser navê hikumteê tevger dike nikaribin hesab bidin darazê. Ez bi nasnameyên xwe hemûyan re li hev im. Ez kurd im lê belê ne nijadperest im. Lê ez bawerim hûj nijadperest in. Baş e, gelo hezkirina ji miletê xwe ev e? We bi xebatên xwe yên darazê piştgirî da vê yekê. Heke hûn bêalî nemînin ew nivîsa ‘milk’ a li pişt we wê hilweşe. Niha dewlet nîne. Sazî û dezgeh naxebitin. Niha qeymeqamek nikare bi serê xwe biryarek bigire. Dadgeha Bilind, Dadgeha Destûra Bingehîn nikarin biryar bidin. Çimkî birêveberiyê dest daniye ser her tiştî. Qet nebe hûn bi edaletî tevbigerin.

Di oxira vê îqtidarê de xwe xerc nekin. Wê di vê hilbijartinê îqtidar ji sedî 99 têk biçe û biguhere. Wê gazî we bibin komîsyona darazê. Dosyeyên me yên derbarê we de wê parlamentoyek din ji we bipirse. Qesem û qerarê Xwedê li canê min ê şikestî be, ez ê li pêşberî hiqûqê hesabê her tiştî ji we bipirsim.

Dozê taloqî tîrmeha 2023’an bikin

 Ez dixwazim daxwazên xwe bêjim. Daxwaza min ew e ku danişîn taloqî piştî hilbijartinê tîrmeha 2023’yan were kirin. Dosyeyê taloq bikin, silav bidin Bahçelî jî ka em binêrin wê ew silava we bigire? Rakirina destnedayînan li dijî Destûra Bingehîn e. Di biryara DMME’yê de ev rewş hatiye tespîtkirin. Ez dixwazim hûn ji bo ev xal were betalkirin serî li AYM’ê bidin. Heke hûn ji xwe re nakin xem û we bala xwe dabe ser hilbijartinê, ez firsetê bidim we. Dosyeya min a li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê jî bi vê dosyeyê re bikin yek. Hûn ê di vir de qanûnek baştir a hilbijartinê bisepînin. Heke hûn van nekin jî ez daxwaziya ‘reda dadgerî’ dikim.”

Şandeya dadgehê piştî parastinê navber da danişînê.