Friday, September 24, 2021

Demîrtaş: Tunehesibandina biryara DMME’ê sûc e

Danişîna doza hevserokê giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi îdiaya heqaret li serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû kiriye tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 47’emîn a Çaglayana Stenbolê pêk hat.

Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F ya lê girtî ye, bi deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên Demîrtaş jî li eywana danişînê amade bûn.

Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, hevserokên giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û parlamenterên HDP’ê û gelek kesan danişînê şopand.

Selahattîn Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wî bi hêceta pandemiyê piştgiriya hiqûqî wernegirtiye û ji meha adarê vir ve bi parêzerên xwe re hevdîtin nekiriye û wiha got: “Mafê min ê parastinê tê binpêkirin. Ji ber şertên rewşa awarte tu sewqek min nayê bicihanîn. Ji ber şertên heyî ez jî naxwazim israr bikim lê belê dixwazim bila li girtekan bê nivîsîn.”

‘Rayeya darizandina dadgehê tune ye’

Demîrtaş di dewama parastina xwe de li ser du îdianameyên der barê wî de hatine amadekirin rawestiya û got ku bi biryar û fermanan doz lê tên vekirin. Demîrtaş anî ziman ku rayeya vê dadgehê tune ye wî bidarizîne û xwest dosyeya jê tê darizandin bişînin dadgeha Amedê.

Demîrtaş destnîşan kir ku axaftinên parlamenteran ên li parlamentoyê û derveyî wê di çarçoveya berpirsiyariyên wan de ne û wiha domand: “Ez dipirsim; hûn ê xwedî li vê destûra bingehîn derkevin gelo? Hûn ê xwedî li destûra bingehîn derkevin an jî hûn ê gotinên Erdogan pêk bînin? Hûn ê bibin dubendiya navbera du serokên partiyan an hûn ê bi ya destûra bingehîn bikin? Mafê axaftina nûnerên miletî hatiye misogerkirin. Nahêlin em bi serbestî pirsgirêkên xelkê xwe bînin ziman û ramanên xwe vebêjin.”

Demîrtaş bi bîr xist ku ev maf ji aliyê destûra bingehîn ve hatiye misogerkirin û Dadgeha Mafê Mirova a Ewropayê (DMME) jî vê dibêje. Demîrtaş got ku du meh in ‘biryarên DMME’yê me eleqedar dikin yan na’ tên nîqaşkirin û pê de çû: “Serokomar, wezîr bi kurtasî hevkarên Tifaqa Cumhurî vê nîqaş dikin. Nîqaşkirina li ser eleqedariya biryarên DMME’yê şerma herî mezin e. Mijarek e wisa ye ku divê li serê neyê nîqaşkirin. Baş e çima nîqaş dikin? Tu rayedarê hikûmetê nayê ji we re nabêje ‘viya bikin.’ Ez bawer im heke werin jî hûn ê wan biqewirînin. Baş e çi dikin? Her roj di bernameyên televîzyonan de diaxivin û li we zextan dikin. Hûn ê mafê ku ji 83/1’an hatiye nasîn esas bigirin an jî hûnê Tayyîp Erdogan, Mehmet Ûçûm an jî Suleyman Soylû esas bigirin?”

‘Li gorî hîqûqê biryarê bidin’

Demîrtaş destnîşan kir ku axaftinên wî li derve kiriye, heman axaftinan li meclisê jî kiriye û wiha domand: “Ez xwendekarên Bogazîçiyê silav dikim. Destûra bingehîn û yasayan mafê lidarxistina çalakî û xwepêşandanan misoger kiriye. Duh me mudaxileya polîsan ya li xwendekaran di televîzyonê de dît. 10 polîs mudaxileyî kesekî dikin. Daxwaza min ji we ew e ku hûn hiqûqê biparêzin. Hûn ceza didin min jî nadin min jî hûn dizanin. Li dosyeyê binêrin û li gorî hiqûqê biryar bidin. Lê di bin bandora tiştekî din de nemînin.”

‘Tunehesibandina biryara DMM’ê sûc e’

Di dewama parastina xwe de, Demîrtaş têkildarî biryara DMME’yê ya der barê xwe de axivî û got ku pênc xalên biryara DMME’yê 83 milyon kesan eleqedar dike. Demîrtaş bi bîr xist ku biryar dibêje ew ji ber serdemê siyasî hatiye girtin. Demîrtaş wiha domand: “Ev biryar wê di dawiya dawî de werin sepandin. Dadger û dozgerên ev biryar tune hesibandiye, sûcên giran dikin. Çimkî di vir de tê gotin ku ji ber sedemên siyasî hatiye girtin. DMME behsa binpêkirineke hêsan nake. DMME dibêje ku ‘di hilbijartinan û referandûman de desthilat ji bo xwe serwer nîşan bide, xwestiye rikberek xwe tasfiye bike.’ Ev sûcek darbeyê ye. Dibe em hebin an jî nebin, lê belê komara Tirkiyeyê wê bi tirkan, kurdan, elewiyan bimîne. Dixwazin we jî bikin hevkarê vî sûcî. Nebin şirîkê vî sûcî. Ji ber ku ez ji sedemên siyasî girtî me nikarim parastina xwe bikim. Der barê min de 122 doz hatine vekirin. Ji bo zextê li ser me bikin doz vekirine. Tişta hûn bikin betalkirina vê dozê ye.”

Çalakiya greva birçîbûnê silav kir

Demîrtaş diyar kir ku ew siyasetmedar e û ji ber axaftinên xwe darizandî ye û wiha got: “Ez ji diziyê nayêm darizandin. Em we jî diparêzin. Mesele ne meseleya di navbera dadgeha we û Demîrtaş de ye. Herî dawî dixwazim bêjim; ku li girtîgehan pirsgirêk hene. Hevalên min ên di greva birçîbûnê de hene. Ez wan jî silav dikim.”

Piştî parastina parêzerên Demîrtaş, dadgehê danişîn taloqî 26’ê gulanê kir. STENBOL