spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Demografiya Başûr bi destê PDK’ê tê guherandin

Rojnameger Edogan Altan der barê rewşa dawî ya operasyonên Tirkiyeyê yên li hemberî axa başûrê Kurdistanê de nivîsek li ser malpera Ajansa Mezopotamyayê parve kir. Altan di vê nivîsa xwe de behsa hevkariya di navbera PDK û Tirkiyeyê de kir û hin xalên girîng yên hevkariyê destnîşan kir.

Altan diyar kir ku şerê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa tirk de li herêmên Orê, Qeşûra yên bi ser Metîna ve û Werxelê û Girê Sor ê bi ser Avaşînê di van demên dawî de dijwartir bûye.

Altan di nivîsa xwe de bal kişand ser konsepta şer a Tirkiyeyê ya di pêvajoya çareseriyê de bi pêş xistibû û got ku armanca Tirkiyeyê ew e ku ji hêla leşkerî ve PKK’ê berteng bike û bê tevger bihêle. Ji bo vê yekê jî ser hev operasyonan li hemberî qadên gerîlayan pêk tîne û PDK jî wekî şirîkê vî şerî hatiye erkdarkirin.

30 hezar leşkerên xwe li wan baragehan bi cih kiriye

Her wiha Altan gotinên endamê Komîsyona Asayîş û Ewlehiyê ya Parlamentoya Iraqê Bedir el-Ziyadî dubare derbirî û diyar kir ku Tirkiyeyê li Herêma Federal a Kurdistanê 70 heb baregeh ava kirin û 30 hezar leşkerên xwe li van baregehên xwe bi cih kir.

Altan destnîşan kir ku di salên borî de artêşa Tirk bi operasyonên li hemberî herêma Xakurkê dabûn destpêkirin li hin giran bi cih bûbû. Her wiha bi operasyona Heftanînê jî ji hêla milê rojhilatê ve jî êrîşên xwe pêk anîbû. Xwest ku di navbera rojhilat û rojavayê qadên gerîlayên PKK’ê de ji xwe re qadên nû veke û bi cih bibe.

Herêmên Metîna, Zap û Avaşînê di navbera wan qadan de ma ku berê êrîşên navborî lê pêk hatibûn.

Rojnameger Altan behsa operasyonên salên borî yên ku Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin kir û diyar kir ku operasyona di sala 2017’an de pêşî li herêma Raperîn Soranê pêk hat. Bi vî awayî dixwestin ku xeta Behdînan (Metîna, Zap, Heftanîn) û Soranê (Xakurkê, Xinêre, Diyala û Sîdeka) ji hev bê qutkirin. Artêşa tirk li van herêman bi cih bûye. Pişt re hat plankirin ku PDK bi hêzên xwe ve li Zînî Wertê ya girêdayî Qendîlê bê bicihkirin. Di merhaleya ewil de dê di bin çavdêriya MÎT’ê de qerekol û noqteyên çavdêriyê yên PDK’ê bihata avakirin. Bi vî awayî deverên PKK’ê dê bên çavdêrîkirin û îstîxbarat dê bê berhevkirin.

Li mala Mesût Barzanî di navbera MÎT û PDK’ê de civînek çêbû

Altan destnîşan kir ku li gorî agahiyan sala borî li gundê Korê yê Mesîfeyê ku bi ser Hewlêrê ve ye, li mala Mesûd Barzanî di navbera MÎT û PDK’ê de civînek çêbû. Di civînê de planeke dorpêçkirina hêzên HPG’ê hat amadekirin. Girêdayî vê yekê li quntarên Çiyayê Garê, Zêbarî û li herêmên asurî lê dijîn, li Deştê Nehlê çekên giran bi cih kirine.

PDK bi awayekî çalak di vê operasyonê de ku armanca wê tesfîyekirina PKK’ê ye cih digire. Herêma Metînayê wekî hêrmeke provakasyonê hatiye hilbijartin. Li bakurê herêma Metînayê, baregeha Kanî Masî, li başûr bakurrojavayê wê baregeha Bêgova, li başûr Bamernê, li başûrrojhilatê wê baregeha Şeladizê ya leşkerên tirk heye. Artêşa tirk nikaribû li girên Zendûra û Kestê pêş bikeve ji ber vê yekê ev demeke dirêj e dixwaze PDK’ê têxe dewreyê û vê herêmê ji xwe re bike herêmeke tapmpon.

Altan di berdewama nivîsa xwe de xal bi xal rewşa heyî ya hevkariya PDK û Tirkiyeyê nirxandiye. Altan wiha berdewam dike:

-PDK’ê demek berê dixwest li Tepe Orteyê bi cih bibe, niha jî dixwaze li gundê Safaryayê noqteyeke leşkerî ya din ava bike.

-PDK’ê li gundê Ciditkeyê noqteyeke leşkerî ava kir û li ser du girên nêzî gundê Bekulkeyê bi cih bû.

-Ji bo noqteyên leşkerî yên li başûrê gundê Qumrî û Girê Casûsa teqwiyeya leşkerî hat kirin.

-Gundê Bankê yê li herêma Çiyayê Spî yê Metînayê ji teref hêzên Zerewanî ve hat zeftkirin. Noqteyên PDK’ê li gundê Eriz û Şirtê hat avakirin.

Di mehên borî de li Batûfayê li baregeha TSK’ê û li herêma Barzanê du civîn ji bo plansaziyên nû hatin lidarxistin.

Dê nokteyên leşkerî bêne avakirin

Li gorî van plansaziyan dê li herêma Ecem a li Boseleyê 2 heb, li Derkarê 2 heb noqteyên leşkerî dê bên çêkirin. Her wiha dê li herêma rêzeçiyayên Karê 4 noqteyên leşkerî bên çêkirin. Bi vî awayî PDK dê li Tepê Orte yê di nîveka Metînayê de ye qereqol û baregehên leşkerî çêbike. Heke ev plan pêk bên dê li derdora tengava Amêdiyê 2 heb noqteyên leşkerî bên çêkirin û ji hêla rojhilatê ve Tepeyê Hekarî û ji başûr ve Amêdiye ji Metînayê bên qutkirin. Bi rêya ku vedibe jî dewleta tirk dê bikaribe heta xetên navîn yên Zagrosan û Garê operasyonên nû bide destpêkirin.

Erdogan Altan di dawiya nivîsa xwe de behsa hevdîtina di navbera waliyê Şirnex û yê Duhokê jî kir. Altan diyar kir ku li herêmê derdora 300 heb gund hatine valakirin, xweza hatiye talankirin, derketina zozanan hatiye qedexekirin û bi vî awayî tê xwestin ku demografiya herêmê bê guherandin. Hat îdiakirin ku ji bo ev plan pêk bê jî di navbera waliyê Şirnexê Alî Hamza Pehlîvan û waliyê Duhokê Alî Tatar de heta niha 4 heb civîn çêbûne.