19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Deng bidin qîrîna li girtîgehan’

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 16’emîn dewr girtiye zêdetirî 80 roj in didome.

Bi heman armancê zêdetirî 60 roj in li Kampa Penaberan a Mexmûrê û nêzî 50 roj in li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê grevên birçîbûnê hatine destpêkirin.

Xizmên girtiyan destnîşan kir ku ew bi girtiyan re ne û çalakiya wan dê bi ser bikeve. Nebahat Şakar a dayika Kenan Şakar ku 4 sal in di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê de ye wiha got: “Girtî, ji bo xwe, gelê xwe û rêberê xwe di greva birçîbûnê de ne. Abdullah Oca‐ lan, 22 sal in girtiye. Girtî, vê qebûl nakin û ji ber vê dest bi greva birçîbûnê kirine. Kurd, divê gişpiştgiriya wan bikin. Heger wisa be, dê kes nikaribe van tiştan bîne serê me.”

Pakîze Başak ku kurekî wê di girtîgeha Sîlîvrî û kurek wê di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê de ye, destnîşan kir ku daxwaza girtiyan azadî ye. Behîce Abî destnîşan kir ku çi dibe bila bibe divê tecrîd rabe û wiha got: “Dayik, dix‐ wazin tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe û azad bibe.”

Girtiya bi navê Fîgen Şahîn niha di Girtîgeha Alîaga Şakran a Îzmîrê ya Jinan de ye û demên berê jî 96 rojan di greva birçîbûnê de mabû. Xwişka wê Nûrgul Tûrgal da zanîn ku li ser girtiyan zext zêde bûne, poşmaniyê li girtiyan didin ferzkirin û divê dewlet daxwazên girtiyan qebûl bike.

Girtî Emre Can Demîr ê li Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa H dimîne û li dijî tecrîdê ket grevê. Bav Hasan Demîr bang li her kesî kir ku deng bidin qîrîna li girtîgehan.

Rasterast mafên mirovan

Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fincanci, xwest daxwazên girtiyan pêk bên û wiha got: “Ev daxwazên girtiyan rasterast bi mafên mirovan re eleqedar in. Wekî TTB’ê ev yek berpirsiyariya me ye jî.”

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar di kongreya partiya xwe ya Colemêrgê de axivî û bal kişand ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan û wiha got: “Em tecrîda li Îmraliyê rakin. Em dizanin birêz Ocalan dixwaze ji bo çareseriya demokratîk, aştiya demokratîk wezîfeyên girîng pêk bîne û bo vê yekê jî amade ye. Dijderketina tec‐ rîdê û parastina aştiyê rê vekirina ça‐ reseriyê ye. Divê teqez em dengê girtiyan bibihîzin.”

HDP’a bajêr a Agiriyê, li avahiya xwe bi dirûşma “Em li dijî faşîzmê bibin yek, xwe bi rêxistin bikin û têkoşînê bilind bikin” civîneke gel li dar xist. Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir di civînê de axivî û wiha got: “Heke tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan neşikê

dê rejîma heyî û polîtîkayên wê bido‐ min. Em bang dikin ku em tev bi hev re li dijî tecrîdê derkevin û zihniyeta qeyûm parçe bikin.”

Komek endam û rêveberên HDP’ê, bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê, li dijî tecrîdê li navçeya Qilebanê ya Şirnexê daxuyanî dan. Komê di çalakiyê de pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” vekir û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Her der hatiye tecrîdkirin

Rêxistina HDP’ê li Qilebanê der barê tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê de li avahiya xwe panel li dar xist. Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz mijara di qada hiqûqî de tecrîd nirxand û destnîşan kir ku di hiqûqê de tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha axivî: “Di destûra bingehîn de mafê her girtiyekî heye ku bi malbata xwe re hevdîtinên telefonê bike. Her wiha mafê her girtiyekî ye ku bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike. Îro tecrîd ne tenê li Îmraliyê heye, li her deverên Tirkiyeyê heye.”

7 girtiyan xwest biçin girtîgeha Îmraliyê

7 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, xwestin biçin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmra‐ liyê. Girtiyan daxwazname dan û sewqa xwe xwestin. Li gorî agahiyên ku parêzerên girtiyan da, girtiyan ji bo sewqî Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê bên kirin daxwazname dane rêveberiya girtîgehê. Girtî Osman Fîdan, Abdulbasrî Ekîcî, Salîh Kutlu, Hakan Kutlu, Abdulkerim Sevînç, Mahsun Guçlu û girtiyekî ku navê wî nehat zanîn, daxwaz‐ name dan rêveberiya girtîgehê û sewqa xwe xwestin. Berê jî ji Girtî‐ geha Tîpa T a Hêjmar 2 a Rihayê 78 girtiyan daxwazname dabûn û xwestibûn biçin Îmraliyê.