spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Deng didin pîrepayîzokan!

Kovandaro wê li min hatî pîrepayîz e

Payîzeke wektê gaw û gêran e

Way bendewaro dilo me nekir çi kar û barên

evê zivistanê

Serikê serhedên jorî girtin mijo

Li jêrî dibarin reşeşikên evê baranê

Yar kijê zalimê zalim babê

te bo çi li zozanên jorî negote mino

Payîz e, mehelê şivan û beriyan e

Wê dikin kare dest ji berdanê

Keçikê dibêje; kuriko hey mala babê te xirabo

Hindî danê barê bît te’l min dey (deng) nekir

Payîzê ketî mehelê, malano barkirinê

Tu nika baxika sosin û beybûna ji min dixwazî.

Hay herê gelavêja malxirab

tu sibeyan ji quntara çiyayan derdikevî

Xeberekê bide stêran

Sala par vî çaxî singê şengedosta min

Evdala xwedê pawanê min bû

Sala ev sal e ji destên min çûn û ketine benda

mal û mêran

Hey jaro ezo, min nebene di nav mexbera

miriyano

Min bibene di nav zozanêt serhedên jorî

Di nav kêriyên şivan û beriyano

Da sibeyan bête guhê min dengê lawkeberiyano

Hey jaro ezo da bête guhê min dengê terz û

terezbabên şivanano

Hey jaro w’ezê pîr bûmo dilkê jar pîr nabît

Dikarin bi sedan rûpelan raveya her bend û peyveke payîzokan bikin; hind kur, hind xwe û cihê xwe dizanin peyvên bendên payîzokan. Weke hûn li jorê dixwînin, pîrepayîzok ew newa ne ku ji dûrmana zozanan re, ji xilasbûna dema evîniyê re, ji xema karûbarên zivistana tê re tên stirîn.

Ev stirîn û dengvedan, bi koçekê dest pê dike, bi koçeka di navbera demeke kurt û bi liv û tevgereke mezin de, heta ku xwe digihînin dîwanên malan, ev dengvedan didome. Ji ber hindê ye ku payîzok di nav xwe de gelek deng û peyvên resen dihewînin. Ji ber ku di vê navberê de deng û rengên zîndewerên deverê, deng û rengên xwezayê dibihîzin û dibînin, bêguman ji vê bihîstin û dîtinê diafirînin û deng didin.

Her mirovek bi ax û xwezaya xwe ve çûye, çawa reng û dengên ev qas zêde di nav xwe de nehewînin! Kurdan, her newayek bo dem û demsalekê, her miqamek bo liv û tevgerekê, her stranek bo mesel û bûyerekê, bi bizara dengên van deman ava kirine. Dibe ku hinek deng û selîqe bişibin hevûdu lê naverokên wan ji hev gelek cuda ne.

Selîqeyên payîzokan û heyranokan, gelek caran wekî hev in. Dengbêj selîqeyên van her du forman ji hev cuda nakin. Ji ber ku dizanin, kesên guhdarî dikin dê ji hev cuda bikin û dê bibêjin ka kîjan heyranok e û kîjan payîzok e.

Carekê hevalekê ji min pirsî û got: “Çawa dizanî ka kîjan heyranok e û kîjan payîzok e?” Min jî gotê: “Lê binêre heke xwe ji stêra gelawêjê aciz kir, xemên zom û zozanan girt, bêhêvîtiya evîniyê anî ziman û di dawiyê de jî lê zêde kir û got; ez pîr bûm, ev dilkê lalik pîr nabe; ev payîzok e lê belê heke qala evîniyekê kir û di nav de bersiva evîndarî/ê jî hebe, qala zozanên xweş, simbêlên qûrmiz, singê zer, ramûsan û hwd. kir, ev jî heyranok e.”

Newa û selîqeyên payîzok û heyranokan gelek caran heman selîqe ne, ji ber ku ji heman xweza û heman xeman xwe diafirînin.

Yek ji wan dema diçin zozanan, di nav wê kêfxweşî û xwezayê de derbas dibe (heyranok); ya din jî dema ji zozanan vedigerin, di nav karê destberdanê de û ji xwezaya payîzê derbas dibe û xwe ji van hemûyan lêkve dike, lêkvebûnek heye. (Payîzok)

Bi hezaran deng hene di van navberan de ku dengbêj van ji bo gotinên xwe jê bigirin û payîzokekê biafirînin. Dengê ba, dengê çeman, dengê ajalan, dengê tevgerên laşî û helbet qadek fireh û akûstîka çiyayan…

Li cem dengbêjên payîzokan tiştek heye ku berze (wenda) nebûye; ew jî dengê jiyana koçeriyê ye. Koçer, di nav hezar dinyayan de derbas dibin û ji van hezar dinyayan bi hezaran dengan dibihin û ji wan digirin, şibandin û bizaran dikin; şibandin û bizarên xwezayê û bi dengên van bizar û şibandinan ve newayan diafirînin. Ev afirandin ne di demeke kurt de pêk tê, di nav sedan salan de û zêdetir jî.

Bi hezaran sal in kurd bi van gotinên payîzokan ve li çiya, zom û zozanên Kurdistanê şînê digirin li ber payîzê, bi hezaran sal in kurd digel çiya û zozanên xwe diqîrin bo hatina zivistanê.  Şêweyeke şîngirtinê ye payîzok û li cem kurdan wekî her tiştî şîngirtin jî bi hev re ye. Ji ber hindê payîzok bi devê dengbêjan ve li dîwanan weke merasîmeke pîroz tên pêşkêşkirin û gotin. Dengbêj, dema payîzê piştî derketina stêra gelawêjê heta ba û bageran di dîwanan de qîr dikin bo hatina payîzê. Di demên payîzê de li çiyayên Kurdistanê senfoniyeke xwezayî pêk tê, evîndar ji vebûna cihê evîniya xwe re qîr dikin, şivan û bêrî karê dest ji berdanê dikin û didin gotinan; çiya, deşt û zozan xwe tev li vê senfoniyê dikin. Tijî xem û kovan di nav bendên vê senfoniya payîzokan de hatine raçandin; dengên çiya, zozan, ajal û evîndaran bi bendan ji hêla dengbêjan ve ageha xemên hatina payîzê radigihînin.

“Tu yî dibînî şivan û beriyan pez vavêr vavêr e

Kurikî gotê; keçikê malxirabê dîtina min û te

xêr û bêr e

Hêj der û cîranan nezanî dereng e

Wê li min hatî pîrepayîz e

Heta sal dî vî wextî, delalê pewanê dilê min be.”

Divêt pêhesin, ji her peyvekê heta her dengek ku ji qirikê notayekê ava bike, beyana derûnnasî û muzîkolojiya van civatan dide me.

Dema mirov guhdariya bendên payîzokan dike ji bilî zanyariya dengbêjan a li ser xwezayê, mirov hay ji zanyariya dengbêjan a li ser asîmanan jî tê, kesên hay jê tên ku kurdên çiyayî li gorî livên asîmanî karên xwe yên salane verast kirine û pêk anîne.

‘’Hay herê gelavêja malxirab

tu sibeyan ji quntara çiyayan derdikevî,

xeberekê bide stêran

tu bo çi xwe dihilavêjî di nav qembelek van

hûrde stêran ‘’

“Hay herê gelavêjê, tu bo çi wey li min sar î

Serikê xwe dertêxî

Li ser belgên vî dar û barî

Tu bo çi heywanên bêzar dikujî

Her ji mişkî heta marî”

Stêra gelawêjê li ber neteweyan şîrîn e, stêra evîniyê ye, nîşaneyeke li ber evîndaran lê li ber me kurdan ne wisa ye. Gelawêj bûye nîşaneya sar û seqemê, nîşaneya ajal kuştin û hêtkirinê, nîşaneya lêkvekirina evîndaran û dijminê evîniyê. Mezinên me her carê digotin, dema payîzok derdiket diviya pez ew nedîta, heke bidîta dê pez hêt bûya û dê şîr ji guhanên mihan avêtiba. Ji ber vê yekê pez di nav geliyên kûr de vedişartin. Helbet ji ber sermayê bû ev rewşa pezan; ji ber ku dema gelawêj derdiket zozan sar dibûn lê belê ew di wê baweriyê de bûn û ew stêra geş û law li ber çavên xwe reş kiribûn, hemû lom bo gelawêjê bûn li çiyayên Kurdistanê.

Kurd dizanin ku derketina stêra gelawêjê êdî xilasbûna havînê ye û êdî hêdî hêdî reşeşîkên baranê piştre tabiyeyên berfê dê xwe berdin ser erdnîgariya Kurdistanê û kawaniyên malan êdî dê ji zozanan vegerin, dê koçê bikin bo gundan, nêzî heşt mehan dê bimînin di binê berfê de, ji bo gelên herêmê mehên payîzê heşko mirinek e lê digel vê mirinê nîşaneya abaditiyekê jî heye. Dibêjin bayê payîzê heke bê ji payîzokan re tê, heke payîzok hatibana digotin ba jî pê re dihat. Bayê payîzê dengê xwe nas dikir ji dengê xwe re dihat.

Dengbêj wiha dibêje: “Pîrepayîzok demên bênderan jî wekî selîqeyên pîroz dihatin gotin. Dema gundiyan bênder hildiavêtin dengbêj dest bi pîrepayîzokan dikir û pê re ba dihat û gundiyan dexlê xwe didan ber bayî.’’

Di muzîka kurdî de payîzok bi newayên xwe ve cihekî cuda digire, ji ber ku hemû rewşên jiyana rojane di nav xwe de dihewîne, êşek pir giran heye lê digel êşa evîniyê bi gotinan ve tê xurtkirin û bi newayên xwe ve, hem di newayên kurdî de hem jî di nav newayên dinyayê de xwe digihîne asteke dîtir.

Di muzîka dinyayê de demek heye jê re dibêjin ‘’serdema romantîk’’ û  L.V. Beethoven li ser dinyaya romantîk a ewilî tê hesibandin, hem awazsazek romantîk hem jî awazsazek klasîk e û digel L.V. Beethoven, Ludwig Spohr, Carl Maria Von Weber û Franz Schubert jî romantîkên din in. Awazsazên kurdan nîn bûn lê bi sedan dengbêjên kurdan bi selîqe, awaz û newayên xwe ve ev teşe ji bo nifşên dû xwe vediguhastin. Ev awazsaziyeke bêhempa bû, awazên payîzê li gorî dengên payîzê raçandine, yên biharê li gorî dengên biharê, awazên bûyer û şeran li gorî dengên bûyeran raçandine û li ser van gotin li wan zêde kirine, xurttir kirine ev awaz. Awazsazên klasîk jî her xwestine wiha bikin, ji dengên xwezayê her awazan saz bikin. Helbet haya wan jê hebûye ku ji bo mirovan sazkirina van awazan pêdiviyek e. Dengbêjên me jî gelek haydar in ji vê rewşê, ji ber hindê gotin bi gotin deng bi deng ev awaz saz kirine. Sedem û armancên gelek girîng û kûr hene, çi civat ji ber xwe ve tiştên bi vî awayî ava nake. Kurdan ji hemû karên xwe, dem û livên xwe, bûyerên xwe re heke selîqe û newa ava kiribin bêguman sedemek heye. Ji van du sedemên sereke hene, yek ji wan pîroz e ya din pêdiviyek e bo pêşvebirina jiyana wan.

Belê, muzîk di jiyana kurdan de cihekî pîroz zeft kiriye. Di baweriyên kurdan ên resen yarsanî û êzdayetiyê de îbadetên bêmuzîk tên kirin kêm in. Di pirtûka yarsaniyê ya pîroz “Perdîve dînî’’ de dibêje:

‘’Dema ku xwedê xwest rihekê bide mirovahiyê, rih xwe di bedena mirovî de nedigirt, xwedê peywir da Binyamên, Binyamên heta ku rih xwe di bedana mirovî de bigire îcrayê mûzîkê kir.”

Wekî din ê tê zanîn, heft miqamên êzidiyan ên olî hene ji wan re dibêjin ‘’sema’’ û miqamên yarsanan; Hore, More û Siyaçeman. Ev miqam, miqamên kurdan ên herî kevnare ne, her wiha miqamên dinyayê yên herî kevnare ne jî.

Di demên şahsemanitiyên Sumer, Akad, Ur, Babil û Asûran de, civakên bi muzîkê re mijûl dibin pêk hatine, di serdema Babîlan de bi bihurîna demsalan re bi teşeyên newayên cuda cuda pevgirêdanek di navbera payîz û zivistanê de, di navbera bihar û havînê de wekî hê jî kurd wiha dikin û kurd hê jî ev çanda xwe ya muzîkê vediguhezînin.

Ev deng dengên erdnîgariya Kurdistanê ne, çend şahsemanitî hatin vî welatî û neman; çend gel ji vî welatî derbas bûn, hemûyan jî stranên van çiyayan gotin lê tev bûne spartegirên dengan, bûn spartegirên dengên gelên Kurdistanê yên qedîm.

Tonalîteya muzîkê li gorî erdnîgarî û rêwiştên xwe yên cihî xwe digihîne û mezin dibe. Ji ber vê ye ku em ew gel in, me ji bo her livekê xwe newayek, miqamek, selîqeyek daniye û ji ber vê ye ku tenê bi teşeyekê yan jî tenê bi selîqeyekê ve çi tiştê hatibe serê me, me vegotiye, me bi ziman xistiye; weke evînî, qehremanî, şer, êş, xweşî û hwd…

Heke rojekê haya me ji dengên çiyayan, deşt û zozanan çêbû, em ê wê çaxê bizanibin ku ka çima dengên gelên derdora Behrareş, dengên dom an jî qereçên Balkanan yan jî dengên niştecihên amerîkayî dişibin dengên gelên Kurdistanê. Xelkekî bifikirin bi her halê xwe ve, bi her tiştê xwe ve tenê û tenê muzîk e û xelkekî bifikirin tenê û tenê bi goyendeyên xwe ve dîrok, çand û kelepora xwe veguhest nifşên dûv xwe, xelkekî bifikirin ku bi hezaran salan e şîrikatî û dengbêjiya wan çiyayan dike.

Heta ku gêlawêj agahiyekê bigihîne stêran hûn bifikirin, wekî her stran û kilamekê divê nivîs jî heta cihekê bin lê divê nivîsên li ser payîzokan jî wekî payîzokan biqedin.

Hey lo bendewaro dilo w’ezo,

ez pîr bûmo, bo çi ev dilkê lalik pîr nabît…

Nîşe:

Mehel: Dem

Lawkeberî: Beriyên Delal

Vavêr: Ji nav hev girtin, jêk vekirin

Qembel: biska jinan a zêde