25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dengbêjekî nemir; Ebdulkerîm

Her civak, dever li gorî rastiya siruşt û civaka xwe deng û awazên cuda derdixîne. Bajarê Mûşê jî çendîn dengbêjên navdar û hêja jê rabûne yek ji wan, Ebdûlkerîm Demîr ango bi navê din Ebdulkerîm Yusif e. Dengbêj Ebdulkerîm di sala 1962’an de li Gimgima (Varto) Muşê ji dayik bûye, navê dayika wî Zînet e. Dengbêj Ebdûlkerîm hîn di zarokatiya xwe de dengek gelek xweş li ser bû. Dengxweşî û dilgermiya wî ji xweşikbûna xwezaya Gimgimê dihat, hîn zarok bû li koçik û dîwanan rûdinişt û guhdariya dengbêjan dikir. Ew evîndarê dengbêjan bû, gelek ji kelepûra kurdî hez dikir. Vê evîniya wî wisa lê kir, roj bi roj wî ber bi hembêza dengbêjiyê ve bir û stran ji ber kir û got. Di wî temenê biçûk de li dîwana dengbêjan  rûdinişt û diçû li govend û dîlanên gundiyan, stran digotin. Êdî wisa lê hat dema dawetek li gund an jî gundên derdorê çêdibûn diçûn banî dengbêj Kerîm dikirin. Wê demê jê re digotin dengbêjê biçûk, dibirin dawetên xwe.

Piştî şerê li Kurdistanê yên salên 1990’î dengbêj li ber lehiya koçberiyê dikeve û berê xwe dide bajarê Stenbolê. 25 salan ji war û milkên xwe dûr, li xerîbiyê jiya.

Digel koçberî, feqîrî û hejariyê, lê dîsan dev ji strangotinê bernade û li dawet, şahî û dîwanan dîsan jî stran digotin. Mixabin demek dirêj e li hemberî nexweşiya pençeşêrê li ber xwe da. Di 31’ê tebaxa 2019’an de li Stenbolê, çû ber dilovaniya Xwedê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê