Rojnameya Heftane

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û…

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?…

Dengbêjî derman e

Bêrîvan Kayi

Di nav kurdên ku di navbera salên 1937-1945’an de sirgûn bûne de malbatek heye ku sed sal berê ji navçeya Bazîdê ya Agiriyê koçî Ermenistanê, ji wir jî koçî Asyaya Navîn bûne. Piştî hilweşîna Sovyetê, di sala 1993’yan de ev malbat rastî sirgûneke din tê û vê carê jî derbasî Saratovê (Rûsya) dibe. Belê em qala malbata stranbêja kurd Tara Mamedovayê dikin. Li hemberî zor û zahmetiyên sirgûnkirinê çawa ku dayika wê Gorçek Abdulayevna li Kirgizistanê Komeleya Çanda Kurdan a Elegezê ava dike. Tara Mamedova jî bi stranbêjiya xwe çand û zimanê xwe yê kurdewar diparêze.

Ji bo xwendevanên rojnameya Xwebûnê em Tara Mamedovayê ji nêz ve nas bikin.

Tara Mamedova bi çi hestê dest bi stranbêjiyê dike? Dikarî hinek behsa çîroka xwe ya hunermendiyê bikî?

Ez bawer im, ez bi stranbêjiyê ango hunerê re ji dayik bûme. Nayê bîra min, min kengî dest pê kiriye. Min dîtiye nedîtiye ez kilaman dibêjim, dans dikim û tim li ser dikê me. Ev tişt an di xwezaya mirov de heye an jî tune ye, wek gelek tiştên din.

Min li dibistanê dika profesîonal nas kir, ez 7 salî bûm û ji wir heya niha li ser dikê me.

Wekî tê zanîn, armanca sirgûnê dûrxistina ji çand, ziman, welêt ango ji xwebûnê ye. Ev yek jî travmayên kesayetî û civakî bi xwe re tîne. Gelo li dîasporaya Kafkasyayê malbata te çand û zimanê xwe çawa parastine?

Rast e armanca sirgûnê dûrxistina ji çand, welêt, zimên û xwebûnê ye. Lê belê ev armanc heya niha ji bo kurdên Sovyeta kevin negihîştiye cihê xwe. Kurdên Sovyeta kevin gelek êş, keder û xerîbî dîtin. Ên ku baş nizanin hew dizanin ku di nav xweşî û aramiyê de jiyane lê ne wisa ye. Tu car li cihê ku jiyane wek hemwelatî nehatine qebûlkirin, tim û dayim hatine biçûkkirin û hatine êşandin lê ziman û çand jî nehatine qedexekirin. Ev xal bû sedem ku kurd di nav xwe de bijîn û neyên asîmilekirin. Urf û edetên kurdan heya roja îro wek berê ne, xwe parastine û tirsiyane ji hev belav bibin. Ez bawer im ew tirs di cih de ye. Vê tirsê hişt ku çand û ziman were parastin. Lê van salên dawî ez li wir pir kêm be jî hêdî hedî ji xwe dûrketinekê dibînim, bi taybetî di hêla zimên de.

Kurdên sirgûnê ev 100 sal in ji welatê xwe dûr in. Li gor min kurdên Sovyetê dane nîşandan ku xwedî welatparêziyek bê hempa ne. Ev serkeftina mezin a mezinên me ye.

Tu bi xwe jî heta 9 saliya xwe li Kirgizistanê dijî, gelo bandora sirgûniyê li ser stranbêjiya te heye?

Her kurdekî/e sirgûnê gelek êş kişandine û tişta ku li sirgûnê dilê me hindik be jî rehet kiriye, dengbêjî ye. Dengbêjî li gor min derman e û her mirovê/a ku xwe pê derman dike bextewar e. Ez dibêjim bextewarî lê bextewariya me jî birîndar e. Jiyana sirgûnê ji zarokatiya me pir tişt kêm kirin wekî bêwelatiyê, bê azadî, bê dibistan û gelek tiştên din. Ger em di vê zanebûnê de bin an nebin; vê yekê gelek bandor li ser her yekî/ê ji me kiriye û helbet li ser min jî kiriye.

Xala din jî li gorî min stranbêjî tiştek xwezayî ye. Dema ku ev hest di mirov de hebe jixwe pişt re wek gulekê şîn dibe û diherike. Ez dibêjim qey ez jixwe wek stranbêjekê ji dayik bûme. Ji ber vê hezkirina hunerê min xwe pir bi şens dihesiband. Ji ber vê jî di nav malbatê de ez zaroka herî bextewar bûm. Di wexta Sovyeta kevin de kurdên sirgûnê jixwe gelek rê li ber hunerê vekiribûn û min xwe sparte vê çanda hunerê. Bandora dayika min jî li ser min gelek bû, ji ber ku ew jinek hunermend û dengxweş bû. Min ji heybeta dayika xwe pir hez dikir. Min ew dişopand û hê jî dişopînim.

Di qadên mîna wêje, felsefe û hunerê de ango em dikarin bêjin ku di qadên jiyanê hemûyan de mêr bi hişmendiya xwe ya serdest tim xwestiye rê li ber jinan bigire. Wek jinekê astengiyên di qada muzîkê de derdikevin pêşiya te çi ne?

Ne tenê jina kurd li tevahiya cîhanê îro her jinek ji serdestiya mêran û awayê wan zilm dîtiye û hê jî dibîne. Mixabin li hinek welatan zêdetir û li hin welatan kêmtir be jî li her derê mejiyê serdestiyê heye. Min wek qîza bavekî, xwişka birayan, xwarziya xalan û biraziya apan, wek qîza kurd wek jinek gelek zorahî û zehmetî kişandine. Naxêr astengiyên li pêş min derkevin ez bimrim jî xelas nabin. Lê min şerekî bê hempa kir û ez ne ew kes bûm ku di bin bandora serdestiya bav û birayan de bijîm. Her wiha ez qîza jineke şervan bûm. Dayika min rêbera min bû ku wek çirayê pêşiya jiyana min ronî dikir.

Lê xala ku zêdetir min diêşîne ev e; êdî jin jî ketine nav vî karî. Fikra hişmendiya wan mêrên serdest gelek jin jî şibandine xwe û êdî jin jî li jinê dixe. Serdestî û zilma ku mêran li jinan kiriye û dike min pir diêşîne lê ya ku jin li hev dikin min dikuje. Hewce ye em zanibin ku rêya serbilindiyê bi xwebawerî, pêşveçûn û hezkirinê pêkan e.

Beriya her tiştî divê ku jin ji birîna jinekê fêm bike hez bike û rê lê veke. Ne tenê jin her mirovek divê ji kûrahiya dilê xwe fêrî hesta hezkirinê bibe.

Li aliyekî tu bi stranbêj Yasmîn Levy re, li aliyê din jî bi stranbêja kurda êzidî Zara Pashaevna Mgoyan re, hûn projeyan amade dikin. Ligel vê, te bi Tara Jaffê re jî stran gotibû. Gelo em dikarin van xebatên te wek hêzeke hunermendiyê ya jinan bi nav bikin?

Yasmîn Levy, Zara, Tara Jaff bo min jinên bi hêz in. Ew hêza xwe ji heskirinê, ji melodî û stranan werdigirin, loma ji bo min pir girîng in. Her sê jî hevalên min in êdî û ez pir şa me ku jinên wiha di jiyana min de hene û ez pir tiştan ji wan fêr bûm, fêr dibim.

Beriya sê salan min û Zarayê me hevûdu nas kir. Deh sal berê hevala min Aza Evdalî ya ku li cem min xwedî cihekî cuda ye, hate Parîsê. Wê pir dixwest ku Zara bi kurdî kilaman bêje. Li ser vê daxwazê jî li Enstîtûya Kurdî me hevûdu nas kir. Ji min re got Tara tu nikarî ji Zarayê re kilaman binivîsî ? Min wê çaxê got na. Ji ber ku min xwe wek nivîskareke kilaman nedidît û min got pir zû ye. Piştî 10 salan dîsa Azayê telefon kir, diviyabû ku ji bo Zarayê min kilam binivîsiya û min nivisî û pir pê bextewar bûm. Ez, Yasmîn û Zara ji salekê zêdetir xebitîn ji bo wan her sê kilaman û heya niha jî dixebitin.

Cihê Tara Jafê li cem min taybet e. Ji bo TV’ên kurdî cara yekem min bi wê re kilam gotin. Tara Jaff bû keştiya ku ez derbasî wî aliyê çem kirim. Ew muzîkjen, jin û dayikek bê hempa ye.

Ev xebat helbet tên wateya hêza jinan a ku jin bixwazin dikarin bi hev re gelek tiştên mezin bikin û bi ser bixin. Hêvîdar im, em jin em ê karibin hezkirinê wek gulekê di nav cîhanê de biçikînin.

 

Awayê muzîka te wek blues cazzê û cazza etnîkî tê binavkirin. Di navbera hestên muzîka Êrîvanê û blues cazê de têkiliyek heye gelo? Bi ya te, di blues cazzê de mirov dikare êş, kêfxweşî û hestên kurdan hîs bike?

Ez muzîka xwe wek Blues Cazzê bi nav nakim ev xal tim şaş hatiye fêmkirin. Ez bi klasîkên kurdî û klasîkên rûsî mezin bûm û li Fransayê jî li ser mûzîka cazzê min perwerde dît. Muzîka min etnîk e lê di dengê xwe de ez motîfên cazz û ramansê bi kar tînim, loma dibe tarzek cuda; carna world mûzik carna jî experîmental e.

Her civakek li gorî erdnîgariya ku tê de dijî, bûye xwedî çandeke li gorî wê erdngariyê reng jî deng jî cudan e û jixwe bedewî ji vê cudabûnê tê. Em kurd jî xwedî rengên xwe ne. Lê em hemû mirov in û xwedî hest û mejî ne. Loma gava em muzîka afrîkiyan dibihîzin, dikarin li ber dans bikin an jî govendê bigirin. Ew hinekî jî girêdayî firehbûna hestên me bi xwe ye. Mirovek ku pir geriyabe, ji muzîkên gelek civakan hez dike û nêzîkî xwe dibîne, yê/a ku negeriyabe xwarinek din nexwaribe dibe ku zehmetir be bo wî/ê, ev normal e.

Muzîka kurdî ji dengbêjiyê tê û kilamên govendê ew tarzek pir cuda û orîjînal e, her kurdek xwe di nav de dibîne û heya tayên porê xwe hîs dike.

Lê nayê wê wateyê ku em nikarin bi tarzên din muzîkê çebikin û nûjen bikin.

Carna hinek mirov, kesên ku bi awayek din muzîkê bi kurdî diafirînin rexne dikin û dibêjin we muzîka kurdî xera kiriye. Muzîk tiştek bêsînor e û ji dil û laşê mirov bê hemdê xwe derdikeve, tu kes nikare sînoran jê re deyne… Lê heqê herkesî heye xwe tê de bibîne an nebîne hez bike an hez neke.

Roja me ya îro jixwe xuliqandin pir zor e, gelek hunermend li ser nakaratan dixebitin ji ber ku herî zêde di kilamekê de nakarat tên guhdarîkirin. Êdî her tişt bo qezenxkirina pereyan tê çêkirin. Gava muzîk çêdibe hemû kes li gor tikandinên youtubê diafirîne. Ev mirov dişewitîne û li gor vê em hemû xetayan dikin.

Lê ez gelek caran rîsk be jî, tiştê ku ji dilê min tê dikim. Ez bi sê çand û sê zimanan mezin bûm û vêya dikişînim nav hunera xwe. Ev normal e ku carinan kurd di nav de xwe dibînin carinan jî nabînin… Lê ez kurd im û ez ê tim heya mirinê bi zimanê xwe kilaman bêjim.

Roja me ya îro êdî muzîka kurdî li cîhanî jî tê nasîn. Tu rewşa heyî ya asta muzîka kurdî û hunermendên wê çawa dinirxînî?

Di cîhanê de gelek hunermendên kurd hene ku xwedî hêzeke bê hempa ne lê gelek ji wan wek kurd nayên nasîn mixabin.

Kurd ji tu kesî kêmtir nîn in û di hemû waran de jî gelek serkeftî ne. Lê ya ku nahêle hinek sînor bên qetandin bêwelatbûn e. Heke kurd xwedî statuyek bûna dibû ku navên hunermendên kurd cîhan zêdetir bihejandana.

Disa jî huner tiştek pir taybet e ku mirov bixwaze di her derfetê de dikare biafirîne. Divê ku em di nav xwe de jî, ji xwe re astengiyan çênekin. Ez pir bawer im ku wê hunermendên kurd bigihên gelek astên baş di nav cihanê de. Bala min gelek dikişîne di nav kurdan de ên ku rock, jazz, opera, rap, funk û yên din diafirînin zêde bûne û guhdarvan jî zêde bûne. Ev ne tiştek xirab e, divê ku di nav kurdan de jî awa û rengên her mûzîkê hebin. A girîng bi kurdî be.

Rojnameya Xwebûnê nû dest bi weşana xwe ya heftane kir, ji bo xwendevanên Xwebûnê hûn dixwazin çi bêjin?

Ez rojnemeya Xwebûnê pîroz dikim. Kêfa min gelek ji navê wê re hat. Bila em wek xwe hebin û wek xwe bijîn tim û daîm. Hêvîdar im rojnameyên me jî hunermendên me jî roj bi roj mezin û zêde bibin.

Ji bo hevpeyvînê em spas dikin.

TARA MAMEDOVA kî ye?

Stranbêja kurd Tara Mamedova, bi şêweya caz û popê stranên xwe dibêje. Memedova di sala 1983’an de li gundekî biçûk ê Kirgizistanê li sirgûnê hatiye dinyayê. Çîroka malbata wê ya sirgûnkirinê ji Bazîdê ya Agiriyê dest pê dike û heta Kirgizistan û Rûsyayê didome.