spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dengê Bêdengîyê’ ferhenga li ser kevir e

Berhemên edebî wekî nivîsên li ser tahtan, nasnameya civakekê vedibêjin û diparêzin. Loma ew belgeyên zindî yên civakekê ne. Heger tirsa nivîskar/helbestkar a veşartina hest û hêmayan tune be, wê demê helbestên li ser wan tahtan/keviran zelaltir dibin.

Dengê Bêdengîyê pirtûka pêşîn a helbestan a Asya Xerzan e. Helbet şîroveya helbestan maye di mista xwendevan de. Loma jî ji kê re çi lazim be yan jî tesîreke çawa li kê bike ew helbest ji bo wan êdî ew e. Di Dengê Bêdengîyê de ji rista pêşîn heta dawîya pirtûkê motîfên hesretê, axê, êşê, bêrîkirinê û bendewarîyeke zêde li ser kevir û daran bi gotinên dêrîn hatine nivîsîn. Di gelek ristan de mirov ji nişka ve bi hesret û dûrbûna xwe dihese;

“Dema ku ez mirim /Min neşon! /Bihêlin ez bibim xwe!/Kefen û xerqe naxwazim /Naxwazim qewl û…/Telqîn û Yasînan”

Dengê Bêdengîyê hêrs, êş, bêrîkirin û bendewarîyê di nava xwe de mîna qewlêrkekê bi ahêng vedibêje. Asya Xerzan bi Dengê Bêdengîyê pîşoyekî dide ser devê birînê û her risteke helbestê êdî dibe rîtuelek ji jiyana qewmekî qedîm. Carinan li ber koka darekê bêçare û dest li rû, carinan bi çîroka penaberekê konê bêdengîyê tê vedan li ser mirov û carinan berê mirov dide rojê û dest li hewa:

“Roj diçe ava/Berê xwe didim te/Bi hestên jineke Êzdî /Min bide xatirê Xatûna Fexra…”

Di pirtûkê de her helbestek çîrokeke dirêj e. Asya Xerzan bi zimanekî wêrek, li ser keviran û latan bi xencer û xwînê ferhengek nivîsandîye. Bi wê ferhengê, xwê dixe devê birîna me ya civakî:

“Bav û birayan /simbêlên mêrxasîyê badidan /li ser termên me… /Min dît bila kes nebîne.”

Dengê bêdengîyê, di bingeha xwe de bi peyvên xwe yên ji ferhenga kevirîn, bi xencer û xwînê hatîye nivîsandin; ev ferheng harmonîya hêrs, evîn, êş, birîn, bendewarî û dûrahîya ji axê ye. Di her ristê de teşhîrkirina wan hest û hêmayan heye. Hemû ristên wê, wekî cihoyan deng bi hev xistine, dikalin, diherikin ser heman bêdengîyê û dibe maka ferhengeke dêrîn. Bi pênûsa Asya Xerzan, peyvên wê ferhengê dibin pîşoyê devê birînê…

“Belkî îşev ronahîyek bixuliqe di vê tarîyê de

Belkî em bibihîzin mizgînîyekê

Dibe ku îşev hemû tiştên…

Tu êşandibin li pişt xwe bihêlî

Bêdeng be

Belkî deng bi bêdengîyê bikeve”

Dengê Bêdengîyê, Asya Xerzan, helbest, 78 rp. Weşanên Sîtav, 2016