20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dengê Ciwanan bibihîzin!

Ciwanên kurd li her derê bi çalakiyên xwe balê dikişînin. Afrîneriya ciwanan sînoran nas nake. Geh meş geh jî çalakiyên dagirkirina avahiyekê. Belê, mirov nizane kengî bi çi awayî dê ciwan bikevin nav liv û tevgerê. Ev jî ji bo rayedarên hikûmetan, bi taybet yên li Ewropayê metirsiyekê çêdike. Bi tirsa ku kiryarên wan derkevin holê û teşîr bibin ew bi her awayî êrîşan dibin ser ciwanan. Yek ji mijarên ku hêrsa ciwanan zêdetir dike jî êrîşên dewleta tirk ên li dijî gerîlayên HPG û YJA Starê ne. Wan êrîşan wekî êrîşên li dijî tevahî gelê kurd dinirxînin û li dijî vê jî nerazîbûnên xwe diyar dikin.

Em pir dûr neçin. 3’ê kanûnê ciwanên kurd berê xwe dabûn bajarê Denhaag yê Hollandayê. Li wir navenda Rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî (Organisation for the Prohibition of Chemical Weapons) OPCW‘yê heye. Ciwanan çalakiyek girseyî li dar xist û ketin nava avahiyê. Li wir bal kişandin ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk ve. Taybetiya wan rojan jî ew bû ku 26. Civîna hemû endamên OPCW‘yê hate lidarxistin. Sekreterê Giştî yê rêxistinê spasiya hemû beşdaran kir û kêfxweşiya xwe ya ji bo encamên ‘serkeftî’ yên konferansê parve kir. Lê gelo encam çawa bûn ku ewqasî hate pîrozkirin. Li gorî plansaziya rêxistinê wê di nava sala bê de 80 ji 241 lêkolînan bidin çêkirin.  Sekreterê Giştî diyar kir ku wan ji civîna beriya wê  51 civînên online bi 3 hezar endamên xwe re li dar xist. Di nava rapora xwe de qala hikûmetên Sûriye, Rûsya, Çîn, Japonya û dewletên yekbûyî yên Amerîkayê kir lê bi gotinekê jî qala êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî nehate kirin. Ji bo Sûriye hatibû gotin ku ew bifikarin û Sûriye erka xwe ya endamtiyê pêk nayne lê ew ê karên xwe yên bi komara ereb ya Sûriyeyê bidomînin da ku encamekê bi dest bixin.

Peyameke sefîra Efrîkaya Başûr bi vî awayî kete nava belgeyan‚ xetereya terorîzma kîmyewî nayê paşguhkirin, ji bo vê jî girîng e xebatên li dijî vê xetereyê bidomin. Niha mijarek heye ku naye fêmkirirn, di teoriya nirxandina xwe de qala vê xetereyê dikin, lê dema ciwan dadikevin meydanan û bi pratîka xwe vê yekê radixin ber çavan, ew dibin hedef. Ma ev yek durûtiya rêxistinê nîşan nade? Gelo li zora hikûmeta Holandayê çû ku ciwanan bi derfetên xwe ketine avahiya ku civîn lê dihat kirin û ewlehiya wan şikandine?

Di encama vê çalakiya ciwanan de 44 ciwan hatibûn binçavkirin û 40 ji wan hatin berdan. Lê 4 ciwanên din nehatin berdan û têkilîdanîna bi wan re jî hat qedexekirin. Gelo armanca hikûmeta Holanda bi vê kiryara xwe ma qey dê li ser şopa Tirkiye û Almanyayê bimeşe?

Agahiyek baş heye, kiryarên hikûmeta Holandayê jî helwêsta ciwanan qels nekir! Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî pêkanînan dest bi pêngaveke nû kirin.

Weke her carê ciwan serî hildidin û xwedî li têkoşîna xwe derdikevin.

Di daxuyaniya xwe ya herî dawî de tevgerên ciwanan gotin; weke Tevgerên Ciwanan ên li Ewropayê TCŞ û TêkoJIN, em dest bi pêngava ‘Têkoşîna Gelê Kurd Sûc Nîne; Deng Bide’ dikin. Wan bang li gelê kurd û hemû dostan kir ku xwedî li pêngava wan derbikevin û gotin; wê berxwedan tenê bikaribe  rê li pêla êrîşên siyasî yên hikûmtên Ewropayê bigire. Ciwanên kurd careke din nîşan dan ku ew li dijî neheqî, dagirkerî, êrîş û qirkirinê dê tucarî bêdeng nemînin û li gorî demê di nava liv û tevgerê de bin.

A ku dikeve ser milên me jî li ber çavan e. Divê em li her derê bibin dengê ciwanan û têkoşîna wan mezintir bikin. Daxwazên ciwanan rewa ne û nayên krîmînalîzekirin. Divê rêxistin û saziyên berpirsyar bikevin nava liv û tevgerê. Ger ji bo vê yekê pêwist be hedef bê diyarkirin, ciwan jî dê dehfê diyar bikin. Ger her kes bi erka xwe rabûna jixwe wê pêdivî pê tunebûna ku ciwan, wan hişiyar bikin. Lê wisa xuya ye yên ku hîna jî bi erka xwe nizanin hene. Lê wê bi pêşengtiya ciwanan ev yek jî bê zelalkirin. Hema li ber wan nebin asteng, lewre ciwan astengiyan nas nakin!