19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dengê rengên reşikan: ‘Divê tu min bibînî!’

  • Mirovên reşik dê li vir bimînin û bi cihekî din ve jî neçin. Heger kesên nijadperest vê qebûl bikin û wisa bi rêya xwe ve herin, dê pirr baş bibe ji bo wan. Divê mirovên çermreş jî tu carî ji bîr nekin ku em mirovên bi hêz in, hûn jî vê qebûl bikin û li siberojê bifikirin.

Li pey her mirovî serpêhatiyek heye. Nemaze, heger mirov li welatekî biyanî, li xerîbiyê û ji welatê xwe dûr be û bi nijadperestiyê re rû bi rû bimîne, ev serpêhatî hîn balkêştir dibin. Hunermendê Ganayî, Oti Kwame Kye Quaicoe jî ketiye pey çîrokên mirovên reşik û wan li ser tuwalê diresimîne, xêz dike. Fîgurên li ser tuwalên wî, rasterast li nav çavên mirov dinihêrin û bala mirov bêhemd diçe ser van tuwalan. Çawa ku ziman li tuwalan bigere, û tuwal bibêjin, “Divê tu min bibînî!”.

Oti Kwame Kye Quaicoe, derbarê reşikên Emerîkayê de lêkolînan dike û derûniya wan bi wêneyan îfade dike. Ew lêdikole ka li Emerîkayê hebûna mirovên reşik tê çi maneyê û dixwaze mirovên reşik li Emerîkayê wek kirde werin qebûlkirin. Ji bo vê yekê jî ew bi wêneyên reşikan daketiye û wêneyên reşikan xêz dike. Lê şêwazeke cuda bi kar tîne û reşikan di nav cil û bergên rengîn de nîşan dide. Ew bi van rengên xwe reşikan bêhtir derdixe pêş û dike ku ew werin dîtin. Gava mirov berê xwe didin wêneyên wî û li wan dinihêrin bi awirên reşikan re rû bi rû dimînin, kesên li wêneyên wî binihêrin ew êdî bixwazin jî nikarin çavên xwe ji van wêneyan bidin alî. Ji lewre, reşikên di wêneyen wî de li nav çavên temaşevan dinihêrin wek ku bibêjin, “Di nav dinyaya rengîn de em jî hene û em li vir in!”

Armanca Oti Kwame Kye Quaicoe helbet avakirina dinyayeke reşik e, ya ku serê reşikan natewîne û wan bi awirên serbilind nîşan dide. Li Emerîkayê koçberên reşik, ji ber rengê çermê xwe her tim hatin tawanbarkirin û neheqî li wan hat kirin. Nijadperestên li Emerîkayê her kêlî reşik aciz kirin û gava keys li wan anîn jî êrişî wan kirin. Li Emerîkayê bi sedan çîrokên wiha hene. Oti Kwame Kye Quaicoe jî bi hunerê xwe dixwaze bibe dengê reşikan û vê neheqiyê nîşanî alemê bide.

Qehremaniya mêrên spî

Oti Kwame Kye Quaicoe dibêje, tenê gava mirov berê xwe bide dîroka kowboyên reşik a jibîrkirî, mirov bi hêsanî cihêkariyê dibîne û wiha dewam dike: “Di nav kowboyên Emerîkayê de gelçan reşik jî hebûn, ji çaran yekê wan reşik bûn, lê gava behsa çîrokên kowboyan dikin, ew tenê behsa mêrxasî û qehremaniya mêrên spî dikin.” 

Wêneyan digire û xêz dike

Oti Kwame Kye Quaicoe, di heman demê de wênegir e û ji karê wênegiriyê jî pirr hez dike. Her wiha ew van tuwalên xwe jî ji ber wêneyên ku ew bi xwe digire çêdike ango xêz dike. Oti Kwame Kye Quaicoe dibêje, “Gava hûn gazî yekî dikin û ew kes tê li hember we rûdinê piştî demekê hûrgilî winda dibin, ji ber ku demeke dirêj rûdinên û diwestin xêza ku ez dixwazim dernakeve holê. Îmaja ku dixwazim bigirim winda dibe û her wiha aura jî dipelişe. Ji ber van sedeman ez pêşî wêneyên wan kesan digirim û paşê ji ber wêneyan xêz dikim. Gava tên, ez tiştên ji wan dixwazim dibêjim, û li gorî wê awirên wan diqefêlim û di wê kêliyê de jî wêneyên wan digirim. Ev rêbaz ew hesta ku ez dixwazim derdixe holê. Lewma jî wêneyên xwe ez bi xwe digirim.”

Cil û berg nasnameya bana sen

Oti Kwame Kye Quaicoe dibêje, ew ji rengên dibiriqin, bêhtir hez dike û dixwaze van rengan di tuwalên xwe de bi kar bîne. Ew dibêje, “Ez xwe bi van rengan baştir dikarim îfade bikim û wek mirovekî dixwazim bi van rengan nasnameya xwe derxim holê û bidim zanîn ka ez kî me. Cil û bergên li ser me di heman demê de nasnameyên me ne jî, her mirovek li gor karekter û hîsên xwe cilên xwe hildibijêre û van cilan li xwe dike. Li welatê min Ganayê, reng xwedî ciyekî taybet in, reng ji bo me her tişt e. Têkiliya rengan û eşîrên me bi hev re gelek e. Gava hûn cilekî li xwe bikin, ji wî cilî pê derdixin ka hûn ji kîjan eşîrê ne. Ji lewre, reng nasnameya mirovan destnîşan dike. Ez jî hewl didim ku li ser tuwalên xwe bi rengan nasnameyekê bifarînim. Bi mirovan re bi riya rengan têkiliyan datînim û ji vê enerjiyê sûdê werdigirim.”

Li dinyaya rengîn hedef tim reşik in

Oti Kwame Kye Quaicoe bi van tabloyên xwe peyamekê radigihîne pergala li Emerîkayê û jiyana reşikan ve li Emerîkayê radixe ber çavan. Ew dibêje, “Helbet tenê ne li Emerîkayê, ez dizanim li hin dewletên din jî li hemberî reşikan heman tişt diqewime. Em li dinyayeke rengîn dijîn lê di nav vê dinyaya rengîn de reşik her tim bi tiliyan tên nîşandan. Ev nêzîkatî naguhere. Her zaman biz hedefkê têşandan. Ji ber van sedeman karakterên min jî di nav cil û bergên rengîn de wek xwe, hafta reşikan disekinin û di awirên wan de hinek hêrs heye. Ew li me û li valahiyê dinihêrin û me ber bi xwe ve dikiskişînin. Ez dixwazim bi van awirên wan bikim ku mirov serpêhatiya van karakteran meraq bikin. Ez ji vê hez dikim.”

Em ev in me qebûl bikin

Oti Kwame Kye Quaicoe dixwaze reşik jî wek mirovên din werin qebûlkirin û rêz li wan bê girtin. Ew dibêje, “Ez dixwazim bi rêya tuwalên xwe hêza reşikan jî nîşan bidim û bibêjim, ‘Erê, em ev kes in, yan vê yekê qebûl bikin yan jî bişeqitin herin!’” Ew balê dibe ser.ê nijadper Ez jî gelek caran bi helwêstên nijadperest re rû bi rû bûm. Ez onun çiqas bibêjim ez Efrîqayî me jî gava têm Emerîkayê her tişt diguhere. Êdî bi çavekî Efrîqayî li min nanihêrin; tu ji bo wan kesekî reşik î, ewqas!”

Oti Kwame Kye Quaicoe dibêje, “Kesên çermreş mirovên bi hêz in û dê her tim wek xwe bimînin. Ew dê li vir bimînin û bi cihekî din ve jî neçin. Heger kesên nijadperest vê qebûl bikin û wisa bi rêya xwe ve herin, dê pirr baş bibe ji bo wan. Divê mirovên çermreş jî tu carî ji bîr nekin ku em mirovên bi hêz in, hûn jî vê qebûl bikin û li siberojê bifikirin.”

Koçbereki reşik im

Oti Kwame Kye Quaicoe ji bo xwe jî dibêje, “Ez jî koçebereke reşik im. Gava hûn tên Emerîkayê, beriya her tiştî tenê çermê we yê reş dibînin. Wekî din tiştekî nabînin. Ji ber van sedeman, vê mijarê bala min kişand û min xwest bi vê mijarê dakevim. Min gelek çermreş nas kirin û li serpêhatiyên wan guhdarî kir. Ew çawa dijîn, çi hatiye serê wan û mirovên din çawa nêzî wan dibin û bi çi çavî li wan dinihêrin bi min re parve kirin. Her wiha ez jî koçbereke reşik im, ceribandin û azmûnên min jî hebûn, van hemûyan bi hev re kir ku ez rêbazeke wiha hilbijêrim û bi xêzan rewşa reşikan bînim ziman.”

ÇAVKANÎ/YENÎ ÖZGÜR POLİTİKA

https://www.robertsprojectsla.com/artists/otis-kwame-kye-quaicoe