20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dengê zarava û wêjeya kurdî li Ewropayê

Kitêbhên pirtûkfiroşek e ku li Almanyayê ye û pirtûkên kurdî digihîne hemû deverên Ewropayê. Me li ser serborî, kar û xebatên Kitêbhênê bi xwediyê wê Kawa Goreşî re xeber da. Kerem bikin em guh bidin Goreşî

Pirtûkfiroşê ewil li Almanyayê

Kitêbhên projeya ewil e ku li Almanyayê û Ewropayê pirtûkên kurdî dide nasandin û belavkirin. Kawa Goreşî diyar dike ku berî du salan wî û hevala wî ya îtalyayî Sarayê ku di heman demê de lêkolîner e, Kitêbhên damezirandine. Ji bo armanca Kitêbhênê Goreşî wiha dibêje: “ Rojnameger, xwendekar û lêkolînerên kurd yên ku li Ewropayê bûn, zû bi zû nikaribûn xwe bigihînin berhemên bi kurdî çap dibûn. Li bakurê Kurdistanê hin dezgehan xebatên baş dikirin di vî warî de, lê belê wan jî tenê pirtûkên kurmancî digihand Ewropayê. Lê di zaravayên dîtir de berhem tune bûn. Li Swêdê, li cem hin weşanxaneyan, di hin refên piçûk de berhemên bi kurdî hebûn lê ev yek sînordarkirî bû. Wan nikaribû ji Swêdê pirtûkan bigihînin welatekî dîtir yê Ewropayê.”

Kitêbhên bi piştgiriya navenda çap û belavkirinê ya Xezelnûs û xwediyê wê Rewas Heme Salih pirtûkên soranî digihîne Ewropayê. Goreşî dibêje ku wan di serî de pêwendî bi hemû rêxistin û dezgehên kurdan re daniye da ku kare xwe berfirehtir bikin û xwe bigihînin hemû kurdên li diyasporayê. Ji bo vê pêvajoyê Goreşî wiha didomîne: “Bi rêya pêwendiyên me hinek hevalan gotin ku li Almanyayê navendeke bi navê Zozan heye û pirtûkên kurdî lê hene. Hevalan gotin heke hûn biçin xeber bidin dê alîkariya we bikin. Derdora 7 hezar pirtûkên kurdî, tirkî, almanî, îngilizî yên li ser pirsa kurd hebûn. Navenda Zozanê derdora 6 hezar pirtûkên kurmancî dan me.Bi vî awayî me dest bi karê xwe kir.”

Gencîneya pirtûkên zarokan

Kitêbhên bêhtir bala xwe dide ser pirtûkên zarokan û dixwaze di vî warî de bibe gencîneyek. Goreşî girêdayî vê yekê behsa bîranîneke xwe dike û wiha pê de diçe: “Ez li Almanyayê di pirtûkxaneya dibistaneke zarokan de de dixebitîm. Min di vê pirtûkxaneyê de kar dikir. Gelek zarokên penaberan dihatin vê dibistanê. Beşa Çand û Kulturê ya dewleta Almanyayê dixwest ku pirtûkên kurdî ji bo zarokan bikire. Ev ji bo hemû zimanan derbasdar bû helbet. Ji bo kurmancî hinek derfet hebûn lê ji bo soranî tu derfet tune bûn. Ji bo min ev pirsgirêk û xaleke pir girîng bû û me jî hewl da em di serî de pirtûkên zarokan bigihînin Ewropayê. Armanca me ew bû ku em xwe bigihînin malbatên penaber yên kurd da ku ew li diyasporayê jî bikaribin zimanê kurdî fêrî zarokên xwe bikin. ”

Navendeke pirzaravayî ye

Kawa Goreşî bi xwe soran e lê belê haya wî ji kurmancîaxêvan û ji edebiyata kurmancî jî heye. Kitêbhên jî navendeke pirzaravayî ye û ev yek wê di vê biwarê de dike navendeke yekta. Goreşî ji bo vê taybetiya Kitêbhênê dibêje ku zaravayên sereke û berfireh kurmancî û soranî ye û wiha berdewam dike: “Di beşeke piçûk de me cih daye pirtûkên bi kirmanckî (zazakî) jî û di beşekî jê piçûktir de jî hinek pirtûkên bi zaravayên din hatine nivîsin hene. Beşek bi tirkî jî heye ku ew jî bi piranî li ser pirsa kurd e. Bi zimanê almanî û îngilizî ji berhemên ser pirsa kurd hene. Di siberojê de em ê beşa zaravayên hewramî, kelhûrî (kurdiya xwarê) û zazakî xurttir bikin.”

Kurd ji pirtûkan bêpar in

Bê guman meraqek e mirov dixwaze hîn bibe ka li Ewropayê xwînerên kurd di çi rewşî de ne, kirîn û firotina berhemên kurdî di çi astî de ye? Ev pirs û bersivên girîng in. Goreşî li ser van pirsan wiha kûr dibe: “Li ber destê me tu dane tune ne, em nikarin bi rêjeyan vê yekê destnîşan bikin. Lê li Almanyayê kurd kêmînieyeke pir mezin in. Ev kêmîne bi piranî ji bakurê Kurdistanê ye, lê ji beşên din ê Kurdistanê jî hene. Li Almanyayê ji bo zarokên neteweyên din yên kêmîne pirtûkxaneyên pispor hene û di gelek dibistanên Almanyayê de derfetên wan hene ku xwe bigihînin pirtûkên bi zimanê xwe. Lê ji bo ku kurd wekî çavkanî bi kar bînin, lêkolînan li ser bikin pirtûkên kurdî tune ne, pirtûkxaneyeke ku pisporane kar bike tune ye. Tenê li çend navendên Almanyayê arşîvên pirtûkên kurdî hene. Lê mirov nikare ji wan navendan zêde sûd werbigire.”

Ji bo soranî destpêkek e

Ev du meh in Kitêbhên bi awayekî çalak dest bi xebatên xwe yên firotin û belavkariyê kiriye. Goreşî dibêje ku di van her du mehan de herî zêde pirtûkên soranî hatine firotin. Goreşî sedemê vê wiha destnîşan dike: “Cara ewil e ku pirtûken soranî li Ewropayê tên belavkirin. Ji ber vê yekê jê tîbûnek li beramberî berhemên soranî heye. Bi taybetî xelkê rojhilatê Kurdistanê li diyasporayê bêhtir pirtûkan distînin. Ji ber ku li rojhilatê Kurdistanê rewşa zimanê kurdî nebaş e û pêrgî astengiyan tê, ciwanên kurd nikarin li wir bixwînin. Ji ber vê yeke jî li diyasporayê bêhtir bala wan û hezkirina wan li ser kurdî ye. Pişt re pirtûkên li ser fêrkirina ziman û ferheng herî zede hatin firotin. Ev cure berhem bala xwendevanan dikişînin.”

Astengî bi têra xwe hene

Li derveyî welêt dabînkirina pirtûkên kurdî zehmet e û heta niha gelek kurd aciziya xwe tînin ziman ku li diyasporayê nikarin xwe bigihînin berhemên kurdî. Kurdên ku li welat dijîn jî nikarin xwe zû bi zû bigihînin berhemên kurdî yên ku li derveyî welat hatine çapkirin. Goreşî behsa pirsgirêkên peydakirina berhemên kurdî dike û wiha dibêje: “Di karê pirtûkfiroşiyê de em rastî gelek astengî û kêşeyan hatin. Lê kêşeyeke me ya sereke ew bû; me nekarî em li Berlînê ji xwe re cihekî bi hêsanî peyda bikin û pirtûkên xwe lê bi cih bikin. Kêşeyeke din jî ew bû ku pirtûk bi hêsanî ji başûr û rojhilatê Kurdistanê nagihêjin Ewropayê. Nexasim ji bo rojhilat pirsgirêk zêdetir bûn. Dema em ji rojhilat pirtûkan dixwazin pêşî pirtûk ji rojhilat diçin başûrê Kurdistanê dû re ji wir tên Ewropayê. Her wiha piraniya xwendekarên kurd nikarin pirtûkên bi kurdî bixwînin ev jî pirsgirêkeke din e.”

Li ser pirtûkxaneya xwe jî Goreşî wiha dibêje: “Piştî ku me van pirtûkên li ber destê xwe qedandin em dixwazin, ji ser belavkarên pirtûkên kurdî yên li Kurdistanê pirtûkên kurmancî û kirmanckî dabîn bikin. Niha ji gelek çapxaneyên wekî Perî, Avesta, Peywend, Sîtav, Lîs, Nûbiharê û hwd. Berhemên kurdî li ber destên me hene.”

Divê bi zimanê xwe xeyalan bikin

Kitêbhên proje û fikreke hewce ye ji bo kurdî. Kitêbhên dengê zarava û wêjeya kurdî ya li diyasporayê ye. Di demên pêş de em ê bêhtir vî dengî bibihîzin. Digel hemû zehmetî û kêşeyên heyî Kitêbhên bi eşq û vîneke zexm li ser karê xwe berdewam dike. Kawa Goreşî di dawiya axaftina xwe de hin pêşnîyazên xwe li xwendevanên kurd, dayik û bavên kurd dike û hinek mizgîniyan jî bi me re parve dike. Wekî pêşniyaz Goreşî van tiştan dibêje: “Divê kurd piştgiriya kurdî, piştgiriya pirtûkên kurdî, çand û siyaseta kurdî bikin. Heke zarokek, mirovek, gelek bi zimanê xwe xeyalan bike, bi zimanê xwe bijî û biafirîne ev baştir e ku ew xwe bi zimanekî din îfade bikin. Ev babet girîng e û divê dayik û bavên li diyasporayê bêhtir bala xwe bidin ziman û zaravayên xwe da ku zarokên wan jî bikaribin bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin û bixwînin. Ji bo vê yekê jî divê siyaseta kurd û çalakvanên kurd yên li derveyî welêt bêhtir li ser daxwaza ziman bisekinin û di meseleya bidestxistina pirtûkên kurdî de bi israr bibin. Divê xwe birêxistin bikin û bi rêya komeleyan ev pirsgirêka pirtûkên kurdî bê çareserkirin. Her wiha pêwîst e ku pirtûkhezên ewropî, pirtûkhezên kurd ên li Ewropayê û projeyên wekî Kitêbhên jî bi rêya festîvalan (Festîvala Fîkmên kurdî li Berlînê) komeleyeke alîkariyê çêbikin. Di demên bê de bi saya sere van komeleyan mirov dikare pêşangehên berfirehtir yên çanda kurdî li Ewropa û Almanyayê li dar bixe. Her wiha mirov dikare pêşangeheke mezin a pirtûkên kurdî jî li Almanyayê çêbike.”

Mizgîniya xebatên nû jî hene

Goreşî gotina xwe bi çend xeberên xweş wiha bi dawî dike: “Armanca me ya sereke û hêviya me ew e ku Kitêbhên siberojê li Ewropa û Almanyayê xebatên xwe mezintir bike; da ku bikaribe bibe navendeke girîng ya çap û belavkirina berhemên kurdî. Her wiha em dixwazin digel pirtûkên kurdî cih bidin berhemên hunerî yên wekî tablo û xeml û xêzên kurdî jî. Projeyeke din a Kitêbhênê jî heye. Ew jî Kitêbxwên e. Kitêbxwên podcastek e; niha li ser Clubhouse em carinan hinek pirtûkên bi soranî û kurmancî bi hin nivîskaran re dinirxînin û didin nasandin. Hêviya me ew e ku em van qeydan ji ser podcastekê bi xwînerên kurd re parve bikin û vê xebata xwe berfirehtir bikin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê