Rojnameya Heftane

Ken ji dev û lêvan hêvî ji çavan kêm nebûn

Ji derengmayîna min, ji xemsarî û sersariya min bihesibînin vê nivîsê. Bêguman ji heq nayêm der li ser binivîsim. Nazdar e êşa nivîsê, giran e derdê hevokê, cirnexweş in çêkirinên rêzikan li…

Velgê dare ruçikit kerd çuwalan

Hawtanê derbaz bîyayeyan de ma qalê Siltan Silemanî kerdbî. Tilya ey de ju gîştanêestbîyo hûrînda nêxşê gîştanî de morê ey bîyo. Cebraîlî no mor dayo Siltan Sileymanî. Saya nê morî ra dinya…

Dengvedana şevê

Ez di vê baweriyê de me ku zêmar, heyranok, meselok, çîrok û çîrçîrok bi awayekî di guhê we de jî zimzimî bin, ruh dabin şevên zaroktiya we… Beriya ku hûn di xew de çûbin dengekî nerm û zîz, aram û hêdîka dest bi vegotina çîrokekê kiribe; carnan bi keder û dibe carnan jî ji sihma şevê be gerek ku wiha bi tirsê xistibe, nehiştibe çav di xew de biçin. Lê her carekê jî kariye çavên di bendewariya şevê de li pey qehremanê çîroka xwe digere, birazîne.

Zaroktiya her yek ji me zarokên kurd bi çîrok û meselokên dayik û dapîrên me dibuhirî. Çîrokan em mezin dikirin di hembêzên xwe de… Kesayetên me bi van dengvedana ji şevê şikil, çand û bîrê teşe digirt. Em nikarin bibêjin tenê zêmar, heyranok, meselok û çîrok bûn û wan bibuhirînin. Ji ber ku her çîrokê jiyanek di çavên me de dirêsand, her zêmarekê serpêhatî û her meselokekê şîretek li me dikir.

- Advertisement -

Salên dûr û dirêj bûn; ez bawer im hîn 6 salî bûm û rojek xweş ji demsala payîzê bû ku diya min dîsa wek her carê em hemû li dora xwe civandibûn û beriya ku dest bi çîroka xwe bike, bi awayekî ahiste çavek li ser me gerand ka em hemû li wir in an na!.. Wê şevê bayek hênik dihat, şevên Urmiyê êdî sar dinêrand.

Çîroka vê carê ya diya min ji me re qalê dikir, ji hemû çîrokên din cihê bû. Jixwe tişta ku hemû çîrokên wê cihê dikirin, qehreman an jî di navenda her çîroka wê de jinek hebû. Yanî her çîrok li dora jinê dihûnand. Carnan şîret, carnan ders derxistina ji bûyerekê û hin caran jî qehremanek jin ji çîrokên wê diwelidî. Her wekî zêmarên ku bi dengekî zîz û aram şevên me bi kederê dixistin. Em diketin pey vî dengî û di her reşeşevekê de li serpêhatiya dayik û bapîrên xwe digeriyan. Bi kinahî çi çîrok û çi jî zêmar be, bi awayekî ew dengê xwe digehand ruhê me yê biçûk, em dikirin rêwî û bi xwe re dibirin.

Wê şevê jî çîroka keçek biçûk a 9 salî ji me re vedigot. Tevahiya çîrokê; wekî ku diya min vedigot nayê bîra min, lê ez ê hewl bidim biqasî ku tê bîra min, ji we re vebêjim.

Çîroka zaroka ku wek her zarokek wî gundî bi zora malbatê wê li ber destê melayê gund fêrî nimêj û îmanê biba, quran xitim bikira. Lê belê zarokan li derveyê vî tiştî her tişt ji bo mela dikirin. Ji paqijkirina malê, xwarin çêkirin, av germkirin û bi satilan av ji kaniya gund anîn û gelek karên din… Û mela wê her rojekê zarokekê re bigota; ‘tu neçe, te hedîs baş nexwendin û ez ê taybet bi te re bixebitim’.  Jixwe ji bo mela hincet jî ne hewce bûn, ew qasidê xwedê û ‘xwedî îman’ bû. Çi bigota rast û bê nîqaş dihat pejirand.

Rojek ji wan rojan mela piştî xwendina quranê ji Xangula 9 salî xwest ku bimîne û jê re hinek avê germ bike. Xangul ji mela ditirsî; ji ber ku beriya wê ji hevalên xwe hin tişt bihîstibûn… Lê ma dikarîn ji malbatên xwe re qala vê yekê bikin, kê wê ji wan bawer bikira!?

Xangulê li ser kaniyê bi satilan av kêşa malê û ev germ kir. Tam ku xwest ji malê derkeve mela jê re got ku ma wê bi ku de biçe; ‘tu lazim e av ê bi ser min de bikî û min bişoyî’. Xangul di dilê xwe de bi hêrs bû, ew ne wek zarokên din bû û ne pêkan bû vê yekê bipejêre jî; jixwe ew xwedî ruhek serhildêr bû û wê ev yek ji mela re nehişta. Mela xwe tazî kir û çû di teştê de rûnişt. Xangulê di serê xwe de her tişt plan kiribû, ew ê derseke wisa bida mela ku careke din destê wî negiha tu zarokekî/ê… Destê xwe avêt tasika avê, lê dovre tasik hêdîka danî û satila ava birîkelî bi ser mela de rijand… Hewar hewar bi ser mela ket lê wê bi xwînsarî û tevgerên xwe yên sivik, xwe avêt derveyî malê!..

Mela ji hêrsa nedizanî ka we çi bike. Ebayê xwe bi ser xwe de kir û bi lez xwe avêt ber deriyê mala bavê Xangula biçûk û ji wan re got ku Xangul karên ne di rê de dike, hewce ye bê tembîhkirin. Her wiha bûyer berovajî qewimîbû rave kir û da zanîn ku wî dema şîret li keça wan kiriye, keça wan jî ji hêrsa ava kel bi ser de riştiye.

Xangulê dizanî, ne bavê wê û ne jî tu bav û zilamên din ên gund wê jê bawer bikin. Ji bo wê jî li şûna ku berê xwe bide mal û gund, yekser berê xwe da gelî û çiyayên jor… Wê bi awayekî şopên xwe berze bikira; elokek serjê bikira, cilên xwe di nav xwîna wê bida û avêtiba cihekî dûr. Bi vî rengî êdî wê kesek li pey negeriyaba! Lê ma pêkan bû ew rawestiba, ew ê her rojê zarokek din tev li rêwîtiya xwe bikira…

Belê di vê çîrokê de jî dayika min em ber bi ruhek serhildêr ve dibirin, ji me dijrabûnek dixwest, dijrabûnek li hemberî her tişt an jî bûyerên ku ruhê me yê biçûk bi derba xencerê perçe perçe dikir. Dixwest em bêdeng nemînin û dengvedana xwe bidin destpêkirin. Dibe ji ber vê be ku navê Xangul û çîroka wê di hişê min de wiha zinde maye. Mîna rojên ewil hîna jî dema dengê raperîna wê dibihîzim, careke din bîbilkên çavên min wek zarokekê şa dibin. Ez bawer im min jî wê rojê zanî ku lazim e dengê xwe berz bikim, olan bidim heya çiya û zozanên welatê min bi dengê min bihesin. Lê ya herî girîng jî fêr bûm netirsim, şer bikim. Vê yekê jî fêr bûm ku pergala em tê de mezin dibim, ger em xwe bihêz û netirs nekin, ew ê hizir, bîr û hebûna me perçe perçe bike û di yek henaseyê de me daqultîne.

Ji bo wê jî mirov hewce ye bizanibe ku her çîrokek pêşerojekê ava dike. Em jî dikarin bi meselok, çîrok û çîrçîrokan, berovajî çîrokên pergalê ên hatine xemilandin û hizir û kesayeta zarokan ditevizîne, di her zarokek kurd de raperîneke nû bidin destpêkirin. Bila ew xwe bi xwe serhildana xwe bidin destpêkirin!..