25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Denîz: AKP’ya ku bi qeyrana aboriyê bû desthilatdar dê bi aboriyê jî biçe

Aborînas Huseyîn Denîz rewşa aborî ya Tirkiyeyê nirxand. Denîz, sedema qeyrana aboriyê bi şer ve girê da û desnîşan kir ku berpirsyarê sereke desthilatdarî ye. Dezîn got ku çareseriya ji vê rewşê demokrasî ye

Di demên dawî de mijara sereke ya civakê qeyrana aborî ye. Bi taybetî jî piştî sala 2016’an û vir ve qeyrana aboriyê ya li Tirkiyeyê her roj kûrtir dibe. Di qonaxa têdeyî de êdî hatiya asta ku nema kes dikaribe têr razê. Xizanî gelekî zêde bûye. Nelirîtiyên ji aliyê desthilatiyê û der dora wê ve tê kirin hesabê wê tune ye.  Aborînas, civaknas, akademisyen û gelek derdorên ku vê rewşê şîrove dikin bi pergala yek zilamî û polîtîkayên şerûd ên hukumetê ve gire didin. Her wiha mudaxaleya li darazê, nebûna demokrasiyê û pirsgirêka kurd sedemên bingehîn in. Bi taybetî jî dijberiya kurdan û şerê topyekun ê li dijî kurdan daye destpêkirin bûye sedema têkçûyînîna hukumeta AKP’ê û binketina aboriya Tirkiyeyê.

Di rewşeke wiha de bêkarî gelekî zêde bûye, eflasyon bilin bûye û devaluasyona ku derketiya holê rewşa Tirkiyeya 2001’ê tîne bîra mirovan. AKP’ya ku li ser eflasyona bilind û qeyrana aborî hat ser pêywirê di 19 salan de hemû mal û milkên dewletê firot û civak anî heman rewşa 2001’ê. Têkildarî rewşa aborî ya Tirkiyeyê û sedema qeyrana ku kûr bûye aborînas Huseyîn Denîz ji bernameya podcesta xwebûnê re axivî. Denîz, sedema qeyrana aboriyê bi şer ve girê da û desnîşan kir ku berpirsyarê sereke desthilatdarî ye. Dezîn got ku çareseriya ji vê rewşê demokrasî ye.

* Wekî aborînasekî ev tabloya qeyrana aboriyê ya ku li Tirkiyeyê pêşketiye tu çawa şîrove dike?

Di serî de bibêjim ev qeyran, qeyrana şerkirinê ye, qeyrana şerûdiyê ye. Hem li hundir, hem jî li der ve ev şer didome. Li hundir li dijî kurdan ev şer heye, li der ve jî li ber çavan e; li Sûriyeyê, li lîbyayê, Qeredaxê û li gelek deveran ev şer berdewam dike. Çima wisa dibêjim? Ji kerema xwe re binerin, di 19 salên AKP’ê de dema ku şer tune bû aramî hebû, rewşa welat û aborêyê jî aram bû. Lê ji 2016’an û vir ve her ku diçe rewş ber bi nebaşiyê ve diçe û xeter dibe. Ev qeyrana ku em niha tê de ne ne ya niha ye. Ji pêvajoya 2016’an û vir ve dema şer û dijberiya li dijî kurdan û hêzên demokrasiyê dest pê kir û vir be ev rewş xirab bûye. Ji ber vî şerê li hundir û der ve qeyran li ser qeyranê tê. Raste pandemî jî qeyraneke cîhanî ye, lê tesîra wê li ser Tirkiyeyê zêdetir bûye. Çima? Sedema girîng ji ber van şeran e. Qezenca Tirkiyeyê piranî di van şeran de hatiye xerckirin. Ji ber vê sedemê jî em dikarin bibêjin ku dewleta Tirkiyeyê gelekî deyndar bûye.

Niha li gorî daneyên xezîneyê 448 milyar dolar Tirkiye deyndar e.  Ne tenê ev. Di kaseya Bankaya Navendî de jî pere nema ye. Her çiqas hukumet bêje rezerva me heye jî lê li gorî Bankaya Navendî pereyê Tirkiyeyê nema ye û bi qasî 35 milyar dolar jî deyndar e.

* Rewşa eflasyonê li holê ye lê devaluasyona ku tê jiyîn ango bênirxiya pereye tirk li pêşberî Ewro û Dolar tu bi çi ve girê dide? Em dikarin vê jî bi şer ve girê bidin?

Niha bênirxiya lîrayê Tirkiyeyê li hemberî dolar û ewro ewqas aşkera bûye. Çima? Ji ber ku di nav dewletên kapîtalîst de nîşaneyên hêzdariyê yek jê qîmat ango hêjahiya pereyên neteweyî ye. Ev bi çi ve girêdayî ye; bi zengînbûyînê, parvekirina wekhev a dahatiya neteweyî ve girêdayî ye. Îro em li rewşa Tirkiyeyê dinêrin, dibêjin ewqas mezin bûye nizanim pêş ketiye. Lê ew nayê wateya hêzdariyeke dewletî. Dewlet bi vê yekê nabe hêzdar.  Çiye pîvana din? Ew jî herî kêm deyndar bûyîn e. Lê Tirkiye gelekî deyndar bûye û li gel vê deyndariyê jî ketiye tengahiyê. Yanî îro him ji ber deyndarbûyê û him jî ji ber şert û mercên din gelekî tev li hev bûye. Di nav dewletên kapîtalîst de, hin nirx hene; pîvan, zelalî, zanebûn û bawerî. Ya sereke jî bê ewlehî ye. Yanî kêmbûna baweriyê ye.  Li gorî van pîvanan mirov li Tirkiyeyê dinêre her tişt tevlihev e. Di nav mij û dûmanê de ye. Aborîzan Mahfî Egîlmez vê pêvajoyê wekî fala qehwê tîne ziman. Ango kes nizane dê pêşerojê çi bibe. Ji ber vê jî kesek nikarin karekî jî bike, gelekî dikevin tengahiyê. Di demê dawî de ji ber rewşa nediyar, ên ku malê xwe difiroşin, ên ku erebeyên xwe difiroşin an jî li ber firotinê ne lê dane sekinandin ji ber ku pereyê tirk bênirx dibe û dolar zêde dibe. Di firotinê de ji bo zêde zirarê nekin an jî hinekî kar bikin. Em dikarin bibêjin ku li gorî dewletên din Tirkiye ewqas ku ketiye xeteriyê, bênirxiya pere tev ji ber sedemên şer e. Ku piraniya dahatiya Tirkiyeyê ji şer re diçe. Em vê jî bînin ziman di qeyrana 2001’ê de ji sedî 75 pereyên di bankê de dovîz bûn. Lê îro jî heman rewş heye, ev rêje jî ji sedî 56 û nîv e. Yanî nîv puan ji qeyrana 2001’ê kêmtir e. Ev jî dide xuyakirin ku rewşa qeyrana aborî ya Tirkiyeyê di çi astê de ye. Dûrketina ji demokrasiyê, hiqûqê, dadê û dûrketina serbixwebûna Bankaya Navendî sedema qeyranê ye. Ev hemû girêdayî şer e.

* Bandora siyaset û polîtîkayê li ser qeyrana aboriyê di çi astê de ye? Mirov dikare vê qeyranê wekî encama siyaset û polîtîkayê binirxîn e?

Belê çiqasî aborî bandorê li ser siyasetê dike û di siyasetê de guherînê çê dike, li dijî wê siyaset jî ewqasî li ser aboriyê dikare bandorê  bike. Em mînakake wisa bidin; binêrin di meclisa Komara Tirkiyeyê de, bi çêkirina qanûnan, rakirina qanûnan û guherîna qanûnan bi her awahî ve hukumet piranî ye. Ji ber vê piraniyê jî muxalefet nikare tu qanûn an jî pêşniyarekê bi meclisê derxîn e. Yanî hukumet çi dixwaze ew derdikeve. Çi naxwaze jî ew dernakeve. Tiştên ku muxalefet pêşniyar dikin heke bercewendiyên hukumetê jî tê de hebe tê redkirin. Em dikarin vê mînakê jî bidin; bifikirin erebeyek heke dewlet be ajokarê wî jî hukumet e. Heke ew erebe ji rê derbikeve ji sedî yek sedem erebe be, lê ji sedî 99 berbirsyar ajokar e. Îro rewşa ku aboriyê berpirsyarê wê hukumet e. Ji ber ku butçe bi destê hukumetê ve tê çêkirin. Her tişt girêdayî hukumetê ye. Dibe ku hukumetên berê sedem koalisyon bûn, dikarîbûn bigotana şirîkên me dest nadin, an jî tengasiyê derdixîn. Lê îro tiştekî wisa jî tune ye. Yanî hukumet çi bixwaze çi nexweze yek deng û yek dest e. Dikare hertiştî bike. Ger îro rewş xira bûye, kesên desthilatdar û vî welatî bi rê ve dibin e.

* Ji ber devaluasyonê her kes berê xwe dide hukumetê û serokkomar. Lê serokomar jî berê xwe dide Bankaya Navendî û çareyê di daxistina faîzê de dibîne, ev çiqas rast e?

Di daxistina faîzê de serokomar mecbûr e ku berê xwe bide Bankaya Navendî. Ev rastiyek e. Di qada navneteweyî de bankaya navendî saziyeke girîng e. Lê her kes dizane ku ew xwestina daxistina faîzê ya serokomar devkî ye. Her kes dizane ku ev ne rast e. Lewre serokomar çi bixwaze ew dibe. Li ber çavan e. Yê ku biryar dide serokomar e û bankaya navendî jî li gorî wî tev digerin. Serokên bankaya navendî yên ku li dijî serokomar derketine ji pêywirê hatine girtin. Ev jî nîşan dide ku bankaya navendî girêdayî serokomar e. Daxistina faîzê nehetiye pejirandin. Di nav AKP’ê de jî nehatiye qebûlkirin. Lewre heta niha wezîrê Xezîneyê yê maliyê ji ber daxistina faîzê dengê xwe dernexistiye.  Nakokî berdewam e. Xala duyemîn armanca daxistina faîzê çi ye? Hikumet dixwaze ku bilindbûna kûr ango pereyê biyanî li hemberî pereyê Tirkiyeyê wekî fersendekê bi kar bîn e û di hin piyaseyan de xwe bi cih bike yan jî bi dest bixîn e û bi vî awayî polîtîkayên xwe bimeşîn e û hêz bigir e.

Heta niha bi taybetî ev saleke dawî ye, hikumetê her tim xwestiye faîzê daxîn e. Lê faîz daxistin dibe sedema bilindiya eflasyonê. Goldman Sachs saziyeke hevsengandina kirêdiyê ye, rewşa aboriya hukumetan û saziyên mezin dinirxîne dibêje ku gerek faîz bê bilindkirin. Dîsa Deutsche Bank jî dibêje ku  bi lez û bez bi qasî sed pûanî gerek faîz bê bilindkirin. Her wiha Goldman Sachs dibêje di sala 2022’yan de bi qasî 600 pûanî divê faîz bê bilindkirin. Ango ji derve ya ku tê hêvîkirin bilindkirina faîzê ye, ne daxistina wê ye. Heke faîz bê daxistin dê rewş xetertir bibe.

*  Li ser gotinên “Têkoşîna Rizgariya Aboriyê” tê çi bibêje?

Di vê gotinê de gelek tişt hene. Belê aborî ji bo desthilatiyê gelekî girîne û ji ber sedema vê qeyrana aboriyê dibe ku hukumet têk biçe. Heke bi daxistina faîzê û bi rêbazên xwe heke bi ser nekeve yên ku li ba hukumetêne jî dê jê veqetin. Her wiha hilbijartin jî nêzîk bûye. Heke hukumet bixwaze careke din bi ser bikeve divê rewşa aborî çareser bike. Lewre gelekî xirab bûye, xizanî gelekî zêde bûye. Niha li Tirkiyeyê çîna zengîn zengîntir bûye û çîna feqîr jî feqîrtir bûye. Bi taybetî jî di 6 salên dawî de feqîrtî 2 pûan zêde feqîr bûye, zengînî jî 2 pûan zêde zengîn bûye. Di sala 2020’î de rêjeya ku welatiyên nikarin jiyana xwe berdewam bikin derketiye ji sedî 27. Dîsa li gorî dahatiya aborî ya neteweyî ya kesane 4 sal berê 12 hezar bû, niha daketiye 9 hezaran. Ev jî rewşa heyî dide xuyakirin. Ji ber vê jî çûyîn an jî mayîna hukumetê di aliyê aborî de pir girîng e. Dibe ku aborî siberoja himûmetê diyar bike. Em dikarin vêya jî bêjin ê ku hukumeta AKP’ê anî desthilatiyê qeyrana aboriyê bû, yê ku bişîne jî dê dîsa qeyrana aboriyê be.

*  Daketina gel a kolanan dê bandorek çawa bi xwe re bîne û dê dikaribe destwerdanekê li vê rêveçûnê bike?

Daketina qadan û bertekên li dijî vê rewşê nîşan dide ku gel di çi astê de ye. Lê ya herî girîng jî di pêşerojê de zêdebûna van bertekan e. Ya din jî bi van bertekan dibe ku hin guherînan pêş bixe û dem bi de hin çareserî pêş bikeve. Ev dê tesîrê li ser rewşê û li ser hilbijartinê jî bike. Çawa ku di hilbijartina 2001’ê de partiyên mezin tune bûn, dibe ku dîsa rewşeke wiha derbikeve holê.

* Li gorî dîtina te rizgariya ji vê rewşê çiye?

Çareserî demokrasî ye. Ne tenê qeyrana aborî, qeyrana siyasî jî heye. Ji ber ku vê aboriyê siyaset dimeşîn e. Dûrketina ji demokrasiyê ji bo pêşeroja Tirkiyeyê him di hundir de, him jî li der ve bi xwe re gelek tengasiyan tîne. Ji ber vê jî çare demokrasî ye.