Sunday, September 19, 2021

Denîz Firat li pey heqîqetê bû

Rojnameger Denîz Firat ku têkoşîna wê ji zaroktiyê ve ji bakûrê Kurdistanê destpê dike, heta Rojhilat dewam dike û li Başûr jî derdikeve asta herî jor. Ji bo ronîkirina heqîqetê, bi pênûs û kamereya xwe dest bi rêwîtiya azadiyê dike. Piştî têkoşîna salan, di oxira gihandina heqîqetê de tev li karwanê nemiran dibe.

Rojnameger Methiye Yildiztan (Denîz Firat) di 1984’an de li gundê Xecîxatunê ya bi ser navçeya Ebexa bi ser Wanê ji dayik bû. Denîz Firat a ku hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ji cîhanê re radigihand, di 4 saliya wê de dayika wê diçe ser dilovaniya xwe. Bavê wê jî bi hinceta alîkarî daye rêxistinê, ji aliyê Tirkiyeyê ve tê girtin. Pişt  re jî 1991’an de ji ber ku lêgerîna bavê wê, di 7 saliya xwe de bi 4 xwîşkên xwe re diçin gundê Arapken a Rojhilatê Kurdistanê û ji wir jî derbasî başûrê Kurdistanê dibin.

Denîz Firat rojnamevan û şervanek ya heqîqetê bû

Denîz Firat li çar parçeyên Kurdistanê rojnamegerî kir, 2 caran bi giranî birîndar bû. Li gel ku xwendin û nivîsandina wê nîne jî ev yek li pêşiya wê nabû asteng. Di serî de xwendin û nivîsandinê fêr bû. Piştr e jî bû nivîskar. Xeyela wê ya herî mezin jî nivîsandina jiyana Binefş û Saryayê bû. Hovîtiya çeteyan li hemberî vê daxwaza wê bû asteng. Di axaftineke xwe de gotibû ku piştî ku bûye rojnameger li hemberî her tiştî bêtir meraqa wê çêbûye. Denîz Firatê bi vê nêzîkatiya xwe kevneşopiya çapemeniya azad heta dawî bi cih anî. Denîz Firat, rojnamevan û şervanek ya heqîqetê bû.

Jiyana wê bi penaberiyê derbas bû

Xwişka wê Binefş tev li nava refên PKK’ê bû. Dema Binefş ket rê da ku biçe nava PKK’ê, ji ber ku navber pir dirêje, dayîk û bavê wê jî pê re çûn. Di vegerê de jinbav û bavê wê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin. Piştî ku tên berdan, ji wir derbasî bajarê Ûrmiye bûn û heya demekê li wir ma. Di sala 1991’an de ji Ûrmiye jî derbasî herêma Xakûrkê ya girêdayî Herêmên Parastina Medyayê bûn. Ji wir jî derbasî bajarokê Sîdekan a Başûrê Kurdistanê bûn. Mirov dikare bêje ku jiyana Denîz Firat bi penaberiyê derbas bûye.

Di zarokatiya xwe de ji Tevgera Azadiya Kurdistanê hez kir. Destpêkê xwîşka wê ya 17 salî Ayfer (Binefş), pişt re jî xwîşka wê ya din Şukran (Sarya) tev li PKK’ê bûn. Ji ber hezkirina wê ya bi tevgerê re heye ew jî navê Denîz digire. Di 1997’an de li Zapê di şerekî de xwîşka wê Binefş jiyana xwe ji dest da. Di 8’ê Tebaxa 1999’an de jî di şerê li Metînayê de xwîşka wê ya din Şukran jiyana xwe ji dest da. Di wê demê de xwîşka wê ya din Horiya tevlî nav refên PKK’ê bû. Navê Binefşê li xwe kir. Malbata ku bi tevahî di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de cih digirin çeka yên ku jiyana xwe ji dest dan hilgirtin û têkoşiyan.

Denîz Firat weke xwîşka xwe Sarya di 8’ê hebaxê de di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. Denîz piştî salan vegeriya xaka xwe ya ku jê dûr ketibû. Li cihê jê dayik bûyî li Wanê hat veşartin.

Cara despêkê di kovara ‘Tanriça Zîlan’ de di beşa nivîskî de cihê xwe digire û demek dirêj kar dimeşîne.  Di radyoya ‘Dengê Welat’ de bernameya Rojeva Jin jî pêşkêş dike.