23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Denîz Poyraz li Cizîrê ji dayik bû!

Êrîşkar Onur Gencer bi ser avahiya HDP’ê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê de girt û Denîz Poyraz a li avahiya partiyê bû qetil kir. Dayika Denîz Poyraz dema li ber dere avahiya HDP’ê ya ku keça wê li hatibû qetilkirin li benda dîtina cenazeya keça xwe bû bi ser polîsan de qîr kir û got ‘Ez nagirîm, Denîzek çû dê bi hezaran Denîz werin’.

Piştî bûyera  li Îzmîrê qewimî duh li navçeya Cizîrê ya Şirnaxê  jina bi navê Ayşe Cîn zarokeke anî dinê. Cîn navê keçika xwe danî Denîz Poyraz.

Ayşe Cîn diyar kir ku wê ji ber qetilkirina Denîz Poyraz vî navê daye keça xwe û wiha got: “Îro Denîzek hat qetilkirin, lê em ê Denîzên nû mezin bikin û têkoşîna wê bidomînin.”