24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Der barê nukleera Îranê de daxuyaniyek hevpar

DYA û welatên Kendavê bi daxuyaniyeke hevbeş bal kişandin ser rola Îranê û talûkeya wê ya li ser Rojhilata Navîn.  Di daxuyaniyê de talûkeya bernameya nukleerî ya Îranê hate bibîrxistin û piştgiriya Îranê ya ji bo tevgerên çekdar ên li herêmê hate şermezarkirin. Li gorî daxuyaniyê ew tevgerên Îranê gefan li aramî û ewlekariyê hemû herêmê dixwe.

Doh piştî civîna di navbera rayedarên DYA’yê û endamên Meclisa Hevkariyê ya welatên Kendavê de ku li paytexta Erebistana Siûdî, Riyadê pêk hat, daxuyaniyek hate belavkirin.

Di daxuyaniya hevbeş de wiha hate gotin: “DYA û Meclisa Hevkariyê ya Welatên Kendavê li ser wê yekê lihev kirin ku bernameya nukleerî ya Îranê cihê metirsî û talûkeyeke mezin e. Îranê bernameya xwe ya nukleerî di asteke mezin de bi pêş xistiye ku bikaribe di warê çekên nukleerî de jî sûdê jê bigire.”

Di daxuyaniyê de bang li Îranê hate kirin ku hevkariyê bi Ajansa Enerjiya Atomê re bike. Her wiha di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku tevgerên milîs û çekdarên Îranê ên li herêmê û fûzeyên wê yên balistî gefeke mezin in ji bo ewlekarî û aramiya herêmê. Li gorî daxuyaniyê di van hevdîtinan de li ser rêbazên bi rêyên dîplomasiyê jî hatiye rawestandin ku divê bi Îranê re werin ceribandin û divê Îranê xwe ji wan rê û rêbazan dûr nexe.

Hêjayî gotinê ye ku şertê Îranê yê ji bo vegera li hevpeymana nukleerî ew e ku DYA’yê li peymanê vegere û ambargoyên ku di dema serokatiya Donald Trump de li ser Îranê hatine ferzkirin, bi carekê bên hilanîn.