18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dêreyê belek

Sarê di nava malbata xwe de keçeke bedew, jîr, ji xwe bawer lê hinekî jî serhişk e. Temenê wê nozdeh salî ye, ew ji hemû xwişk û birayên xwe cudatir e, di nava wan de tenê ew bêtirs û jêhatî ye. Helbet xwişk û birayên wê yên din jî jêhatî ne lê ew di nav wan de sereke ye. Bi şev û roj dikare bi tena serê xwe here hemû deran. Ji bo vê bêtirsiyê, wê xwe bi dizî perwerde kiriye, li ser rûpelên medyayê hemû xweparastinan hîn bûye.

Bi şev heywanek li çolê, li derva bimîne Sarê diçe hewara wan, bi çend heb ciwanan re diçe wan dibîne û tîne. Her çiqas çend caran dê û bavê wê xwestibin wê asteng bikin jî lê bi ser neketin. Ew di wê ciwantiya xwe de pir serkeftî ye. Îca Sarê bi dilê xwe tenê nîne, dilê wê li ser kurê cînarên wan dikele. Mûrad jî ne vala ye. Ew jî bi dizî li ser Sarê de dirêse (Ango bi dizî dilê wî/wê ketiye xortekî yan jî keçikekê).

Mûrad ev demeke dirêj e dixwaze ya dilê xwe bêje û ji wê nexweşiyê xelas bibe. Sarê jî dixwaze Mûrad a di dilê xwe de veşartiye ji Sarê re vebêje. Ez zêde dirêj nekim, ev di êvareke dereng de tên ba hev û gotinên xwe dikin yek. Tenê di dawiyê de malbata gede wê were xwezgîniyê. Roj derbas dibin, malbat tê xwezgîniyê. Ji Sarê dipirsin bê ka dibêje; erê yan na. Jixwe Sarê ji sala par ve gotiye erê. Hemû radibin amadekariyên dawetê dikin û dibêjin; pêşiya me bihar e, dema biharê em ê dawetek xweş bo wan herdu ciwanên  xwe bikin.

Li cem me kurdan tivdarekên dawetan pir giran û dirêj in. Ha li vir de, ha li wir de, çendek maye ku dawetê bikin. Ji Sarê dixwazin ku biçe dikan bi dikan bigere û ji xwe re dêreyeke spî yê bûkaniyê ku di roja dawetê de li xwe dikin, bibîne. Ew dibêje na, ez naçim dikana û nastînim jî. Malbat matmayî dimînin û dibêjin; ‘Çawa! Tu yê bê dêre daweta xwe bikî! Hemû bûkên weke te bi mehan dikan bi dikan digerin sewa ku ji xwe re dêreyekî bûkaniyê bibînin Tu çima naxwazî em nizanin.’

‘Ka bêje ger tu naxwazî bizewicî em qedrê te digirin û malbatê re jî dibêjin; Mala we ava, keça me niha naxwaze bizewice, kesek jî te bi zorê dernaxe derve. Careke din dê ji bextê te re xortekî din derkeve.’ Sarê vegeriya û got; ‘Na, ne wisa ye, min ji xwe re dêreyekê bûkaniyê dirûtiye, dêreyê min heye. Ez naxwazim weke her kesên ku wan dêreyên spî li xwe dikin, ez dixwazim bila fikra min û rengê min a min bi xwe be. Min bi dizî ji xwe re dêre dirût, dêreyê min jî ji yên din cudatir e.’ Sarê dêreyê xwe yê bûkaniyê nîşanî malbatê da. Kesek nikare jê re beje na, tu nikarî li xwe kî.

Ji bo dawetê hema çend rojek mabûn ku li seranserî cîhanê nexwaşiyek peyda bû. Gotin bila herkes di malên xwe de bin, kesek dernekeve derve û pir meriv neyên cem hev û hevûdu hembêz nekin. Sarê fikirî û got; ‘Ez nizanim em ê heta kengê bijîn.’ Bi rêya têlefonê fikrên xwe ji dildarê xwe re got, wan biryara xwe kirin yek. Rojekê di sibehekê zû de, hemû gundî û cîran bi denge muzîkeke govendê hişyar bûn û derketin ber derê xwe. Dîtin ku Sarê, dêreyê belek li xwe kiriye, xêliyek avêtiye ser serê xwe. Mûrad jî cil û bergên zavatiyê li xwe kiriye û her du jî li ser xanî ne. Gotin vaye îro daweta me ye, em nizanin wê ev nexweşî kengê ji nava me derkeve, lewma me xwest em ji niha ve daweta xwe bikin.

Hemû kes matmayî man. Di serî de jî malbata wan. Lê kesek ji wan gavek pêş de ne avêtin, hemûyan li ber derê xwe û di hundir mala xwe de tev li daweta wan bûn. Sarê bi dêreyê xwe yê belek bûbû bûkek weke tava rojê. Ew gihîşt mirada xwe lê heta niha tu gavek jî ne avêtiye derve….

Li malê bimînin, dernekevin derve, hevdu hez bikin û li hev xwedî derkevin…

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê