25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derfetên zimên û vegotina wêjeyî

Ziman wêneyê hişê mirov nîşan dide. Mirov dunyayê li cem xwe çawa bisewirîne, tiştan û alav û bûyer û kesan çawa binirxîne, şopa vê şiyana wî ya dîtin û nirxandin an têgihîştina tiştan jî xwe di zimanê wî re dide der.
Zimanê axavtinê û yê nivîsê, bivê nevê, ji hevdu cuda ne. Zimanên ku di nivîsê de gelekî hatine bikaranîn derfetên xwe baş kişf û peyda kirine û alîkariya derbirîna kompleksiya wêneyên nava hişî nîşan dane. Weke ku Voltaire di Ferhenga Felsefeyê de digot, her ziman li gorî pêdiviyên axêverên xwe bi pêş ve ketiye. Herçî nivîs e, pêdiviyeke vegotin û ravekirin û derbirînê bû.
Avakirina nivîsê bi kûrahiya ramanî ve têkildar e, lê belê jê bêtir, bi zîrekî û kamiliya zimanî ve ava dibe. Hişê nivîskariyê çi qasî bipêşketî be, ew ê di bikaranîna derfetên zimên de jî ew qasî zîrek be. Lewra xurtbûna nivîskêr xwe di zimanî wî re dide der. Hingê, her nivîskar çalakiya zimanî di ber bikaranîn û kişfkirin û xurtkirina zimanî re pêk tîne. Helbest çendî hakimiyeta zimanî digel wezn û kafîye û rîtmê ve bide jî, pexşan di vî warî de baştirîn alava nîşandayina derfetên zimanekî ye.
Ev hişmendiya pexşanê ku nemaze di berhema Marcel Proustî de xwe bi hevokên kompleks ve nîşan dide, dikare di berhemeke din de jî bi awayekî din derkeve holê. Derbirîna sûretê nava hoişî, teva sadaqata bi wî sûretî re, ne guncaw e ; ji ber wê ye ku fîlozofên mîna Cratyle bi biryareke radîkal ve gihîştibûn wê baweriyê ku ziman xiyanetê bi ramanê û bi hişî ve dike û hingê bêkêr e. Digel vê jî, ji zimanî xurtir alava derbirîna hişî jî mixabin nîne.
Ji wêneyên ser dîwarên şikeftan ve peydakirin û xebitandina derfetên zimanî îroj bi huner û nivîsê ve gihîştiye radeyeke bilind. Fikir ziman bi xwe ye û ziman fikir e. Şêwaza wêjeyî hêza vegotinê nîşan dide, lê zimanê nivîsê herweha wê derfetê dide ku bi qodên hevpar ve ew sûretê hiş û ramanê jî bigihîje muxattabên xwe. Herçî pexşan e, çaktirîn derfeta zimanî ye ku heta sedsala 18’an jî di wêjeyê de weke çareyeke qels dihat nirxandin, lê bi dû re qiymetê wê hate fahmkirin. Di rewşa zimanên mîna kurdî de ku helbesteke wî ya klasîk ya xurt hebû, pexşan bû alava ku wî xwe pê li qada zimanan rakişand. Lewre pexşan, hemû derfetên zimanekî yên kêmbikarhatî derdixe holê û wan çalak dike. Ji ber wê ye ku divê mirov tucarî nebêje « bipêşxistina zimên ». Mirov nikare zimanekî bi pêş ve bixe, lê belê mirov dikare derfetên wî yên ku di ragihandin û ravekirinê de pêwîst in kişf bike û bi xelkê jî bide naskirin.
Li gora Proustî, zîrekiya nivîskarekî di hevokên wî de ye û pisporên wî yên mîna Leo Spitzer, di Études de Style de, li ser pirsgirêka hevokên wî yên dirêj, dibêjin ku ji ber wê ye ku Proust hewil daye ku gelek agahiyan di nava hevokekê de û bi carekê ve bide ; lewre, li gorî wî, di jiyanê de tişt bi hev re di nava peywendiyeke kompleks de ne û hiş wan teva vê peywendiya wan dinirxîne û hingê bi dû re diteyisîne ser zimên û ji zimên jî ser nivîsê.
Ligel gelek nûbûnên din ku bi pexşanê re hatine zimên, di vegotina romanesk û wêjeyî de bikaranîna hevokên kompleks ku weke haveynê zimanê kemilî tê pejirandin, ji bo nuha radeya herî bilind e ku ziman dikare xwe bigihînê, lewre awayên hişî yên tevgerê û dîtina wî ya global û dawerivandina tiştan ya ji aliyê hişî ve, heger ziman bi rastî jî alava derbirîna wêneyên nava hişî ye, bi tenê bi bikaranîna zimanekî weha ve guncaw e. Heger hiş mirovekî şoqereş teva hevalê wî yê bêvildirêj û hevala wî ya guhbel û pismamê wî yê kose û dotmama wî ya devçarox dibîne û wî weha li cem xwe nas dike, hingê ziman jî divê vê peywendiya wî ya bi tiştan û kesan re weke xwe û di nava vê peywendiya pirhêl de bide. Di zimanê nivîsê de jî ev peywendiya jiyanê bi rêya hevokên kompleks û gîhanekan ve tê sazkirin ku di zimanê kurdî de awayên wan yên hêsan di jiyana rojane de gelekî tên bikaranîn. Karê nivîsê îroj ew e ku awayên veşartî derxe holê û sînorên zimanê me bicerribîne.
Di roja îroj de, ji nava derfetên pexşanê, ya ku ji zimanê me kêm maye jî ew e ku ev taybetmendiya pexşanê baş nehatiye xebitandin. Elbet, ev yek ji bandora zimanê devkî tê. Lewre zimanê devkî, heta ku jê tê, ramanan rasterast û beyî tevliheviyê rave dike. Lê belê, hevokên kompleks, beyî ku bibe armanc, dikarin rêyê li ber qutbûyina vegotinên wêjeyî bigirin ku em di gelek berhemên kurdî de dibînin. Erê, mebest zimanê nivîskî ye, lê ev awa dikare zimanê devkî jî biguherîne. Ji bo têgihîştinê, çêtir e ku mirov mînakekê bide ku me berê jî gelekî bi kar aniye.
« Hecî Zorav dixwest, xwe ji Zibeyr xilas bikira. Wî ev kar û bar jî dabû Hesenê Meysê. Roj tune bû ku Hesen bela xwe li Zibeyr neda. Lê Zibeyr nediket dafikên Hacî Zorav. Haya Zibeyrê Ehmê ji bayê dinê hebû. »
Qutkirina ramanê, dubarekirina navan û hewla vegotina ku li xwe dilukume bi awayekî zelal di vê mînakê re xuya dibe. Mînakên weha di berhemên kurdî de mixabin gelek in û heger bi zimanekî din bûya, xelkê dê bawer nekiraya ku nivîskarekî xurt ev hevok nivîsandine.
Ka em agahiyên ku nivîskar bi van hevokan vedibêje, deynin ber xwe.

Hecî Zorav dixwaze xwe ji Zibêr xilas bike.
Ji bo vî karî, peywirê dide Hesenê Meysê.
Hesenê Meysê bela xwe tim di Zibêr de dide.
Lê Zibêr nakeve dafikên wan.
Hayê Zibêr ji bayê dinyayê heye.

Di vê mînakê de, pênc agahî hene ku nivîskêr, beyî ku ji derfetên ziman û nivîsandinê destkewtî bibe, her yek bi hevokekê rave kiriye. Ger em bixwazin ji bo heman agahiyan awayekî vegotinê yê din bi kar bînin, nivîskarî dê bi temamî biguhere :
« Hecî Zoravê ku dixwast xwe ji Zibêr xelas bikiraya, ji bo vî karî Hesenê Meysê peywirdar kiribû. Digel ku roj tune bû ku Hesenê Meysê bela xwe di Zibêr de nedida jî, Zibêrê ku hayê wî ji bayê dinyayê hebû, tucarî nediket dafikên wan. »
Mirov dikare bi gihaneka « û »yê, vê mînakê bi hevokekê jî vebêje. Bi guhertina me re, hemû agahiyên ku têkildarî hev in, beyî ku ji hevdu qut bibin, ji bo ku hêrka zimên û ya vegotinê xera nebe, li dû hev in. Lewre, heger Zibeyrê Ehmê zilamekî zîrek e û hayê wî ji dunyayê heye û vebêjer jî Zibeyrê Ehmê teva van taybetmendiyên wî dadiwerivîne, hingê gava ku mirov navê wî bibêje û behsa bûyera wî bike, mirov nikare van agahiyan ji bîr bike. Heger nivîskar ji bîr bike jî, hiş ji bîr nake. Heger bi rastî jî peywendiyek di navbera zimên û hişî de hebe, hingî divê em tiştan û kesan û bûyeran weke ku di hişî de hene rave bikin. Ziman gava ku kete nava tevliheviyên tevgerên hişî, hingê dikare hemû derfetên xwe yên mirî çalaktir bike.
Erê, kurmancî xezîneyek e, kesê ku daketiye binê bîrê, heta nuha destvala venegeriyaye. Lê dîsa jî derfetên zimanê me yê vegotinê hê baş nayên bikaranîn.
Ma gelo divê mirov vê kêmaniyê bixe stuyê kurmanciyê an nivîskariyê ?
Mahmut Baksî.- Gundikê Dono.- Stockholm : Orfeus, 1988.- 107 r..- (r. 27). (Yek ji wan romanên ku nivîskarê vê nivîsê jê hez dike ev romana Mahmûd Baksî ye, ji ber wê, gava ku ew ji bo ravekirina hin têgehan nimûneyên vê romanê bi kar tîne, divê mirov nebêje qey ew romanê rexne dike. Di vê nivîsê de bi tenê behsa zimên dibe.)