20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derhênera Çînî Chloé Zhao xelat wergirt

 Derhênera Çînî  Chloe Zhao di Festîvala bi navê  ‘Xelatên 93’emîn a Akademiyê’ de, bi filmên xwe yê bi navê ‘Nomadland’ê xelat wergirt.

Di festîvala ku her sal li Amerîkayê tê kirin de, derhênêra Asyayî Chloe Zhao bi filmên xwe xelata ‘Filmê herî baş’ û ‘xelata derhênêra herî baş’ wergirt. Bi vî awayî jî cara yekem jineke asyayî di beşa ‘derhênera herî baş de’ xelet girt.

Zhao têkildarî mijarê axivî û  wiha got: “Ez vê xelatê ser navê hemû mirovên ku ji bo başiyê li ber xwe didin distînim. Ez di wê baweriyê de me ku mirov tev di xwezaya xwe de baş in. Hewce ye mirov wê başiyê di dilê mirovan de derînê holê.”

Chloe Zhao di filmê Nomadland’ê de qala çîroka jineke rewend a ku di karavanayê de jiyana xwe li Rojavayê Amerîkayê didomîne, dike. Kesên ku di film de lîstin jî bi giştî di jiyana xwe ya rasteqîn de jî rewend in.

Di nav filmçêkêrên Nomadland’ê de Frances McDormand jî cih digire. McDormand jî xelata ‘lîstîkvana jin a herî baş’ wergirt.