23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dersîm Dag: Divê berî her tiştî tecrîd bişkê

Malbatên girtiyên nexweş, di roja 71’ê de bi wêneyê zarok û xizmên xwe “Nobeda Edaletê” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parqa Koşuyolî daxuyanî dan. Parlamenter û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêveberên Komeleya Lekolînê ya Mezopotamya ya Ziman û Çandê (MED-DER) û Komeleya Malbatên Girtiyan (Tuhay- Der) tev li daxuyaniye bûn. Di çalakiyê de ji malbatên girtiyên nexweş Încî Guler anî ziman ku li gel cezayên girtiyan diqedin jî nayên berdan û wiha got: “Cezayên girtiyan diqedin jî lê wan bernadin. Neberdana girtiyan tenê bandorê li ser girtiyên me nakin. Ev pirsgirêk bandorê hemû girtiyên nexweş dike. Em li vir bang dikin. Bila edî girtiyên nexweş berdin.”

Herdem Merwanî jî qala metirsiyê xwe kir û wiha axivî: “Her çiqas ew girtîbin jî mafên wan ê gerdunî heye. Em bang li raya giştî û bi taybetî jî bang li Wezîrê Dadê dikin. Her roj derbas dibe rewşa girtiyan giran dibe. Her darbestek ku ji girtigehê derdikeve, wê rojê ji bo me dibe şîne. Me neçar hiştin ku îro em vê çalakiyê dikin. Ji bo vê yekê hewcêye ku dengê me bibihîzin. Rojek beriya rojekê girtiyên me berdin. Ev pirsgirêk pirsgirêka Tirkîyê û vê erdnîgariyê ye. Îro mafên min ê herî rewa ye ku ez li bavên xwe xwedî derkevim. Ez her roj bi tirsa ku cezayên bavên min derkeve dijîm.”

Herî dawî Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag jî li ser greva birçibûne û tecrîtê rawestiya û wiha got: “Ev 2 mehin  malbatên girtiyên nexweş ji bo ku cezayên wan hatine înfaz kirin werin berdan û cenazayên wan ji girtîgehan dernekevin Nobeda Edaletê digrin. Lê her ku diçe bêhiqûkî û wîcdaniya AKP û MHP’ê zêde dibe. Li Girtîgeha Tekîrdag, Kirklarelî û Igdirê girtiyên siyasî li dijî mirovahiyê dest bi çalakiya birçîbûne kirine. Divê demildest  girtiyên nexweş bên berdan û cenaze ji girtîgehan dernekevin. Ev polîtîkayên ku tên meşandin çavkaniya xwe ji tecrîtê distînin. Ji ber vê yekê em dibejin îro tecrîd li çar aliyê Tirkiye û Kurdîstanê belav bûye. Ji bo tecrîd bê şikandin pewiste ku em di serî de cihê ku tecrid lê belav bûye bişkînin. Tecrîd li girtîgehan belav dibe. Lê berxwedan jî li girtîgehan belav dibe.”

Malbatên girtiyan bi dirûşmeyên “Bijî berxwedan zindanan” û “Em mirinê naxwazin em jiyanê diparêzin” berz kirin. Malbat piştî daxuyaniyê deqeyek çalakiya rûniştinê li dar xistin û belav bûn.n