Sunday, September 19, 2021

‘Dêrsim naşewite, tê şewitandin’

Felemez Ulug
Xweşkanî

17’ê tebaxê piştî tevgera leşkerî ya li herêma gundên Kûrûkaymak û Danzî yên girêdayî navçeya Xozat a Dersimê şewat derket. Dewleta tirk ya ku çavê xwe ji şawata daristanên bakurê Kurdistanê re digire nahêle şêniyên herêmê jî mudaxeleyî agir bikin. Ji ber ku di dema xwe de mudexaleyî şewatê nehat kirin agir li herêmê belav bû.
Di van çend rojên dawî de ji ber zêdebûna nerazîbûnên rêxistinên civaka sivîl şeklî be jî hin hewildanên mudexalekirina şewatê çêbûn. Lê dema mirov herêma ku şewat lê derketiye mêze dike di serê mirov de pirs çêdibin.

Bêgûman şewitandina daristanên Kurdistanê ne tiştekî nûye. Di vê mijarê de tişta ku tê zanîn û tê qebûlkirin li herêmê ji ber sedemên leşkerî derxistina şewatê ye. Ev rastî gelek caran bi belgeyan hatiye piştrastkirin jî.
Artêşa tirk bi derxistina van şewatanhewil dide di şerê li dijî gerîla de encam bigire. Ligel vê ji bo çavkaniya şêniyên herêmê yên mîna sewalkarî û cotkariyê jî tune bike û herêmê feqîr bike jî ev tê kirin. Bi vê re tê armanckirin ku dawî li jiyana zindiyên herêmê bînin, herêmê bêmirov bikin.

Di van demên dawî de gelek dîmenên leşkerên tirk ên daristanên herêmê dişewitînin û talan dikin hatin servîskirin. Ev rastî ji aliyê şêniyên herêmê ve tê zanîn. Gelek rêxistinên civaka sivîl jî ji bo balê bikşînin ser vî sûcî, xebat dan meşandin lê wek her car dozgeriya tirk dîsa kiryarên leşkerên tirk ji nedîtinê ve hat.
Li herêmê li gel van kiryarên artêşa tirk, ji bo dewlemendiyên binerd ên herêmê jî tevgerek heye. Di vê mijarê de raporên rêxistinên herêmê û navneteweyî amade kirine hene. Di raporan de bi awayekî berfireh behsa dewlemendiyên binerd ên herêma Dêrsimê tê kirin. Çi balkêş e ku cihên ku di raporan de behsa wan tê kirin, cihên ku şewat lê hene.
Îhaleyên qadên ku mîna herêmên madenên hatine pênasekirin, projeyên li ser herêmê pêş dikevin careke din nîşan dide ku dewleta tirk ji bilî armancên xwe yên leşkerî û ji bo armancên din daristanan dişewitîne.

Ev projeyên rantê, ku dibin sedema talankirina bêdadî ya xwezayê, ji Dêrsimê heta Cûdî ji Gabarê heta Şirnexê û heta başûrê Kurdistan û Rojava digihêje gelek deverên dagirkirî.
Têkildarî cihên madenê yên li Dêrsimê, şîrketa dewleta tirk Anadolu Madencîlîk û şîrketa kanan a navneteweyî ya Watts, Griffis û McOuat, di Îlona 2009’an de bi bin çavdêriya Dr. Robet H. de raporek amade kir. Di rapora ku hatiye amadekirin de der barê şewatên li daristanên Dêrsimê ku îro jî didomin, agahiyên girîng dide.
Hema hema hemû daristanên li bakurê Kurdistanê, nemaze daristanên Dêrsimê yên şewitîn, ew qadên ku di raporên navborî de hatine lêkolînkirin bûn.
Kesên di bin çavdêriya Dr. Robert H. Page rapora teftîşê amade kirin, di navbera 9 û 30’ê gulana 2009’an de diçin hêrêma Cevîzlîdereya Dêrsimê. Li vê herêma ku îro şewat lê heye nimûneyên madenê girtin. Li 26 deverên cûda xebatên sondajê dan meşandin. Di van sondajan de çavkaniyên madenî û cûreyên wan tespît kirin. Di rapora navborî de bi awayekî hûrgilî behsa dewlemendiya herêmê tê kirin.
Di nexşeya raporê de herêma Cevîzlîdere mîna qada Project hatiye diyarkirin. Şewata li herêmê jî herî zêde li vê qadê pêş dikeve. Her wiha di raporê de xebatên sondajê yên li herêma Dêrsimê hatine meşandin jî bi awayekî hûrgilî hatine vegotin û têkildarî dewlemendiyên wê agahî hatine parvekirin.
Dewleta tirk ji bo van çavnakiyên ser erd û bin erd ji îhaleyan re veke gav bi gav li herêmê xebat dide meşandin. Şewata daristanan jî parçeyekî vê xebata qirêj e.
Di çarçoveya vê planê de wek gava ewil daristanên herêma Alî Bogaz û derdora wê hatin şewitandin û talankirin. Piştre jî ji herêma Kozluca heya Cevîzlîdereyê girt nav xwe. Wisa diyare ku wê ev şewat ji van herêman jî heya herêmên Tanzi, Kâhperî û Bilgeç jî bandor bike.

Ev herêmên şewat lê derketine di rapora ku di bin çavdêriya Dr. Robert H. Page ku ji bo Şîrketa dewleta tirk ya bi navê Anadolu Madencîlîk, şîrketa bi navê Grîffis ve McOuat ya navnetewî amadekiribû digire nav xwe.
Li van herêmên ku di raporê de hatine destnîşankirin de gelek caran ji aliyê leşkerên tirk ve şewat hat derxistin. Ev şewat bi dîmenên ku leşkeran bi xwe kişandibûn jî hatibû belgekirin.
Di raporê de behsa herêma girê Amûtka jî tê kirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku li daristanên vê herêmê jî gelek caran şewat derket. Di encama lixwemikurhatinên leşkerên tirk de derketibû holê ku şewata li herêmê ji ber gulebarana leşkerên qereqola Amûtka derketibû.
Şêniyên herêmê wê demê jî ji bo mudexaleyî şewatê bikin ketin nav liv û tevgerê lê wek her carê dîsa ji aliyê leşkerên dewleta tirk ve hatin astengkirin.
Şewata li Dêrsimê careke din derxist holê ku agirên li daristanên Kurdistanê derdikevin ne ji xwe ye. Ji bo ku van herêman pêşkeşî alîgirê desthilatdariyê bên kirin wek çavkaniyek rantî tên dîtin. Lewma di çarçoveya vê rantê de, di şewata li herêmê de jî destê hin aliyan heye. Di vê îhaleya projeya rantê de şîrketên mîna Cengîz Holdîng û Lîmak jî di nav de 5 şîrketan îhale girtiye.

Li hemû cihên ku di raporê de hatine destnîşankirin, di pêşengiya van şîrketên nêzî desthilata AKP/MHP’ê ve ji bo şîrketên navneteweyî hatiye pêşkêşkirin. Ev jî derdixe holê ku şewata li daristanên Dêrsimê derketiye ne ji ber sedemên xwezayî, ji ber hesabên rantê ne. Lewma wek şêniyên Dêrsimê dibêjin “Dêrsim naşewite, tê şewitandin”.