25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dêrsimî: Ger Başûr têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re qût neke…

Îro ji çar aliyan ve û bi terzekî wekhev êrîş li ser kurdan pêk tên û destkeftiyên wan bi tunebûyînê re rû bi rû man e. Hevkariya PDK-Tirkiyeyê her diçe xetere û metirsiyên mezin bixwe re tîne. Li hember vê yekê îro li hundir û derveyî welêt rewşenbîr, hunermend, akademisyen, gel, sazî û rêxistinên kurdan dengê xwe bilind dikin û nerazîbûnên xwe tînin ziman.

Yek ji van kesan jî hunermend Diyar Dêrsimî bû ku wek şandeya hunermandan di 29’ê hezîranê de, bi 70 hunermandan re hefteyekî hevdîtin bi gelek sazî, rêxistin, çapemenî û bi Serokê berê yê PDK û Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Berzanî re pêkanîn. Têkildarî şandeya hunermendan û hevdîtinan em bi Diyar Dersimî re axivîn. Dersimî diyar kir ku axa Başûr di bin xetereyeke mezin de ye.

*Ji 29’ê hezîranê ve şandeya hunermendên ku ji 4 parçeyên Kurdistanê hatine gel hev heta niha bi gelek aliyan re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtina li Hewlêrê ya bi Wezareta Pêşmergeyan ya hikûmeta başûrê Kurdistanê re bi taybetî çawa derbes bû. Nêzîkatî di kîjan astê de bû?

Şandeyeke hunermendan li ser navê tu partiyekê na li ser navê hunermandan û ji hunermendên çar parçeyê Kurdistanê hatin gel hev. Em çend heval ji Ewropayê yên din jî li Başûr tev li me bûn. Helbet armanca ziyareta me ne tenê wezareta pêşmergayan bû, me xwest xetere û metirsiya li ser gelê kurd û  Kurdistanê têxin rojeva xwe. Du sal berê me Yekitiya Insiyatifa Hunermendan çêkiribû. Em hunermend du sal berê jî hatin gel hev û me got gelo  ka em ji bo yekitiyê çi bikin? Pirsgirêka kurdan a herî mezin neavakirina yekitiyê ye. Kurd îro nikarin yekitiya xwe ava bikin. Kongreyek neteweyî nayê avakirin. Sebep hin caran partiyek e hin caran jî nêrînek, hin caran jî konjuktura li Rojhilata Navîn, konjuktura ku welatê me tê de dijî, ya siyaset tê de yî nahêle. Hindik kes hesabê xwe yên cuda hene hindik kes berjewendiyên xwe hene, mixabin çênabe. Me du sal berê got, madem hizbên siyasî, kesayetên siyasî nikarin werin cem hev, wek hunermandan em hatin gel hev. Me got bila hatina ba hev ya hunermendan bibînin û mînakê jê bigirin.

Armanca me ew bû ku bila her kes ji qalibên xwe yê siyasî û ji herêma xwe derkeve û hînekî kare neteweyî bike. Ji ber ku huner û hunertî li her deverî xwedî roleke ku civakan tîne gel hev, ji ber ku nakokiyên wan tune ne û hêsantir têne gel hev. Me wê demê wisa biryar da ku dema aloziyek di navbera kurdan de çêbibe dê bi kesên ku aloziya derîne re biaxivin û daxuyaniyan bidin, mudaxale bikin, dengê xwe bilind bikin û rexne bikin. Yanî li hember xetereyeke li pêşiya Kurdistanê em ê bang li hemû sazî û rêxistinên kurdan bikin. Mixabin di vê demê de jî pirsgirêka heyî ev bû. Herkes dizane ku dagirker dixwaze şerekî di navbera kurdan de derbixe. Sedemên vê yekê cuda cuda ne, li Rojhilata Navîn em dibinin ku hin tişt ber bi fînalê ve diçin. Êdî hêdî hêdî ixtîmaleke ku kurd bibin xwedî statu heye. Dijmin jî vê yekê wek xetereyekê ji xwe re dibine û dest bi dagirkeriya xwe dike. Ji ber ku dijmin hebûna xwe li ser tunebûna kurdan ava kiriye û bi vê stratejî û derûniyê êrîşên xwe didomîne. AKP-MHP jî li hundir bi hezaran siyasetmedar û gel jixwe binçav dike, digire, tune dihesibîne. Îcar li derve jî dixwaze vê yekê bike. Jixwe Tirkiye statuya başûrê Kurdistanê tim wek xetayekî xwe ditîn. Niha jî PKK’ê dixe behane û 70 meqer li wir çêkirin. Her kes dizane ku îro Tirkiye têkeve Başûr dê carek din dernekeve. Dixwaze gerîla-peşmerge bîne hember hev, şerekî di navbera wan de derîne û xwe bigihijîne xeyalên xwe. Heta niha rayedarên PKK û gelek siyasetmedar der barê vê xetereyê de bi minnet û rîca hişyariyê dikin lê belê tiştek naguhere. Em wek hunermendan me dît ku gelê me li ber xetereyeke wiha ve diçe me jî xwest pêşiya vê yekê bigirin. Em dizanin ku îro ne peşmerge ne jî gerîla naxwazin bi hevûdu re şer bikin. Li ser vê yekê jî me berê xwe da wezareta peşmergeyan. Jixwe gerîla di nava şerekî giran de ye û rastî êrîşên çekên kîmyewî tê. Naxwaze bi peşmergeyan re şer bike. Peşmergeyan jî bi awayekî xweş em pêşwazî kirin. Yanî îro kurd naxwazin şerekî kurd bi kurd re derkeve. Ev hevdîtin gaveke baş bû û jixwe me bi raya giştî re jî parve kir. Helwesta wan jî gelekî baş bû.

*Îro tê zanîn ku yên rê li pêşiya şer vedike û hevkariyê bi Tirkiyeyê re dike, PDK ye. Gelo çima we bi PDK’ê re hevdîtin pêk neanî? An we ji bo vê yekê daxwaza hevdîtinekî kir?

Ji bo vê pirsê ez viya bejim ku me bi PDK’ê re hevdîtinek çênekir û daxwaziyeke me bi vî rengî jî tune bû. Zaten bi her aliyî ve… Tu armanceke me ya wisa jî tune bû ku em tenê bi PDK’ê re hevdîtinê bikin. Me bi saziyan re, bi gel re hevdîtinên xwe pêk anîn.

*Hevdîtina ligel berpirsê pêşmergeyan dê çiqasî rê li be çareseriyê veke?

Helbet dê çiqasî rê li ber çareseriyê veke em niha nizanin. Me xwest em dengê xwe bigihînin wan. Yanî me çû hevdîtinek çêkir, wan jî qebûl kir û peyamek baş dan.Helbet tenê bi vê yekê her tişt çareser nabe. Heta niha şerek derneketiye û me spasiya xwe ji wan re kir da ku vê helwesta xwe bidomînin. Lê ji vir û şûn de dê çawa bibe, dê hevdîtin bandoreke çawa bike, em ê tev bi hevûdu re bişopînin û encamê binirxînin. Me hunermandan dengê xwe bilind kir û nerazîbûnên xwe, hêviyên xwe yên li hember vê rewşê anî ziman.

*Hevdîtinên heyeta we nêzî 3-4 rojan berdewam kirin (dike), encamek çawa derket holê gelo?

Hevdîtinên me hefteyekî berdewam kirin. Me haziriyê vê hevdîtinê kirin, helbet her tişt ne li ber çavê çapemeniyê bû. Me sê roj hazirî kirin, 3-4 rojan jî hevdîtin pêk anîn. Me hevdîtin ne tenê bi wezareta pêşmergeyan û bi pêşmergeyan re, bi çapemeniyê re, brêz Mesut Berzanî û hwd re hevdîtin pêkanî. Ya rastî atmosfereke baş derket holê wek hunermendan me xwest em dengê gelê xwe, nerazîbûnên xwe û gelê xwe ji wan re bînin ziman. Me xwe wek berpirsyar dît, em dizanin ku bi milyonan kurd wek me difikirin. Dayikên Kurdistanê, ciwanên Kurdistanê, jinên Kurdistanê vî şerî naxwazin. Me li wir bi çapemeniyê re hevdîtin kirin û me zimanê çapemeniyê rexne kir. Ji ber ku ne zimanekî aştiyê ye, ne zimanekî biratiyê ye. Her kes pişta xwe daye partiyên siyasî komên din wek dijmin îfade dike. Me jî got ev yek xizmatê yekitiya Kurdistanê nake ev ûslûbê medyayê, zimanê wan û me ev yek ji wan re jî got. Ji Stêrk tv, medya tv heta Kurdistan 24, Rudaw tv, Kurdsat û gelekê din re me hevdîtinên xwe pêkanîn. Me ji tevan re rexneyên xwe anîn ziman wek hunermendekî dengê xwe bilind kir. Tabî tenê bertekên me, nerazîbûnên me têrê nakin hewce ye ji her beşek civakê deng bilind bibe. Ji ber ku şerekî navxweyî dê felaketeke mezin bi xwe re bîne. Em bi hêvî ne ku ev keda me, hevdîtinên me vala dernekeve. Divê her kes, rewşenbîr, civak, akademisyen, sazî û hemû rêxistin dengê xwe bilind bikin.

*Li gel hunermendên başûrî jî tu serdan pêk nehatin gelo?

Helbet me bi gelek hunermendan re jî pêkanîn. Jixwe ji çar perçeyên Kurdistanê em wek 70 hunermend hatin gel hev û me hevdîtinên xwe bi aliyan re pêkanîn. Me bi hev re daxuyanî jî da.

*Li gor çavderiyên we tehlûkeya li pêşiya axa Başûr çiye?

Tehlûkeyên mezin ji bo axa Kurdistanê heye. Belkî gelek kes vê xetereyê tenê wek êrîşên li ser PKK’ê dibînin lê belê êrîş tenê ne li ser PKK’ê ne. Xetereya herî mezin li pêşiya axa başûrê Kurdistanê ye. Dewleta tirk jixwe statuya Kurdistanê wek xeteyeke xwe dihesibîne. Vaye îro Tirkiye li Musul û Kerkûkê hêdî hêdî demografyayê diguherîne, hêdî hêdî tirkmenan bi cih dike. Sîxûrên xwe li wir bi cih kirine. Bila îro bêzanîn ku ger PKK derbeyekî bixwe dê başûrê Kurdistanê 24 saetan jî li ser pêyan nesekine. Dema referandûmê jî me dît ku Tirkiye ji bo pêşiyê lê bigire wezirê xwe dişand Îranê şand Iraqê û hwd. Xetereya din jî ew e ku başûr êdî qedera xwe bi Erdogan ve bi Tirkiyeyê ve girêdaye.Ev şaşitiya herî mezin e. Îro dinya tev dibîne ku sistema Erdogan têk çûye, çima Başûr xwe bi dewa Erdogan ve girê dide. Erdogan ji bo kurd negihêjin armanca xwe dikare her tiştî bifiroşe û difiroşe jî.Heta qirikê ketiye nava gemarê yanî divê bi taybetî başûrê Kurdistanê vê yekê bibine. Ev 20 sal in têkiliyên Başûr ji hin aliyan ve (têkiliyên ticarete, deriyê sinor hwd) tê famkirin lê belê bi vî şeklê îro nayê famkirin, xetereyeke mezin e. Eger başûrê Kurdistanê têkiliya xwe bi dewleta tirk re qut neke, dê rastî xetereyan were. Kilîda xerabiyê rejîma Erdogan e. Hewce ye ev yek were dîtin. Ger îro di şert û mercên li Rojhilata Navîn de kurd Kongreya xwe ava bikin, yekitiya xwe ava bikin dê di demek kurt de bibin mînak. Bandora her çar parçeyan li ser hevûdu heye. Yek perçe bibe firavîn yên din dê bibe şîv… ji ber vê pêşeroja zarokên Kurdistanê tarî nekin… Ger îro partiyek, hêzek ji gelê xwe netirse dê ew partî û hêz bibe dîktator. Ger îro PKK’ê vê yekê bike, bila gel li piştê nesekine. Ev yek ji bo PDK’ê jî derbasdar e û divê rastiya gele kurd bibîne. Gelê Başûr îro şer naxwaze hewce ye PDK’e vê yekê bibine, YNK vê yekê bibine. Hewce ye her kes hesabê xwe ne ji bo berjewendiyên xwe, ji bo berjewendiyên Kurdistanê bike.