spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dersimiyan dest bi çêkirina bastiq û dimsa tûyan kir

Bajarê Dersimê hem bi xwezaya xwe, hem jî bi çanda xwe navdar e. Bi demsala havînê re li Mazgirta Dêrsimê jinan dest bi çêkirina benî, bastîq û dimsê ya tûyan kirin.

Piraniya niştecihên gundên Dêrsime bi sewalkarî û çandiniyê debara xwe dikin. Dêrsimî di her demsalê de kevneşopiyên xwe didin jiyandin. Yek ji wan jî çêkirina benî, bastîq û dimsê tûyan e. Çêkirina benî û bastîqê çandeke kevnar e. Ev çand bi salan e bi destê jinan dimome. Li Mazgirta Dêrsimê bi havînê re çêkirina bastiqê tûyan dest pê dike.

Karekî pir zahmet e

Yek ji kesên vê kevneşopiyê dide jiyandin Refîka Dogan e. Refîka Dogan ji nûçegîhana JINNEWS’ê Sema Çaglak re axivî. Refika Dogan, diyar kir ku zehmetiya çêkirina bastiq û dimsê ya tûyan zêde ye û wiha got: “Em sibehê zû şiyar dibin. Naylonan didin ber darên tûyan. Pişt re em wan dadiweşînin. Gava ku me wan daweşand, berhev dikin û paqij dikin. Di telîsan de digivêşin, pişt re dixin nav sitîlan û dikelînin. Karê ku em dikin gelekî zehmet e. Piştî ku me wan keland dîsa em wan digivêşînin. Givaştina wan zehmetiya herî mezin e. Em li bendê disekinin ku sar bibe. Em wan dîsa dixin sitîlê û ar li ser zêde dikin. Bi arê re tevlihev dikin. Piştî ku tehma xwe girt em ji ser agirê dibin. Tûyên kelandi em li ser paçikan radixin û datînin ser banê ku hişk bibe.”

Bastêqê roj bi roj kontrol dikin

Refîka anî ziman ku divê tûyên li ber tavê hertim bêne kontrol kirin û got: “Gelek wext digire. Hem ji aliyê paqijkirinê, hem ji aliyê givaştin û kelandinê. Li herêmê bi taybet pastiqa tûyê û dimsê tûyê tê çêkirin. Lê divê ew pastiq roj bi roj bê kontrol kirin û guhertin. Piştî ku me pastiqan zivirand av lê dikin û dîsa datinin ber tavê. Her roj û her saet divê bên kontrolkirin.”

 Mehekê di bin tavê de dimîne

Refîka bal kişand li ser çêkirina dimsê tûyê jî û got: “Em dîsa tûyan kom dikin û hildibijêrin. Tûyên ku me kom kirin dixin sîtilan û dikelinin. Pişt re em dixin nava laçikekan û avê jê digirin. Ava hat parzinandin em dîsa di sîtilê de dikelinin heta ku dibin dims. Ji bo tam bibe dimseke baş nêzî mehekê di bin tavê de didin sekinandin. Dû re em dîsa wê dimsê li parzûn dikin û piştî ku demekê behna xwe berda û tehma xwe girt mirov dikare wê dimsê bixwe. Lê belê ji bo ku toz û kêzik nekevin nav em li ser wan digirin. Ji ber ku parastina wê gelek hessas e.”

Refîka dawiya axaftina xwe de got li Dêrsîmê gelek niştecih hem debara xwe pê dikin û hem jî çanda xwe berdewam dikin. Refika diyar kir ku nafiroşîn tenê li gorî pêdiviyên xwe çêdikin.