20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derûniya bindestiyê û vegera li xwebûnê

Sozdar Koçer

Di dîroka Kurdistanê û Rojhilata Navîn de, şopa dagirkeriya dewleta tirk di destpêka sedsala 19’mîn de û di heman demê de dagirkeriya welatên biyanî ango welatên rojhilatê cîhanê yên ku serweriya xwe bêsînor li cîhanê belav dikirin, xuya ye.

Bi vê dagirkeriyê re, gelek rêbazên qirkirinê yên ziman, çand, huner, civak, xweza û jiyana komunal, hatin kirin.

Ev ne çavdêriyek nû ye, lê mixabin hîn me van rêbazên tunekirin û bişaftinê, bandora van rêbazan bi xweşikî nenirxandiye û em li ser neskinîne. Heya roja me ya îro me danûstandin, helwest û pêşbaweriya xwe ya li hemberî xwe û komên ku ji aliyê pergalê ve hatine marjînalîzekirin, bi kûrahî li wan nekolaye.

Bi awayekî dogmatîk û parastina xwe ya şexsî, jiyan bi derûniya bindestiyê hatiye berdewamkirin. Bindestiya bi awayê fizîkî ji ber gelek sedeman ji holê hatibe rakirin jî, bandora wê ya biçûkxistin, paşketin, nezanîn, bêhêvî, bêçarebûn û bêbaweriyê ya li ser gelên bindest hatiye ferzkirin, dîsa jî domiyaye.

Em rojane dibînin ev derûnî xwe çawa di jiyana me de nîşan dide; di axaftin, fikir û tevegra me de. Em ne di ferqê de ne, ev pergala dagirkeriyê xweza û civaka me ji hev de xistiye û kesayet ji xwebûnê dûr xistiye.

Gelek mînak hene ku mirov hem li Kurdistanê hem jî li dîasporayê dibîne. Ji bo ev nirxandin teorîk nemîne, ez dixwazim balê bikişînim ser çend serpêhatiyan. Mînaka herî berbiçav ‘mirovê çermspî’ ye. Dema ku em mirovekî çermspî dibînin, her tiştê erênî pê ve girêdidin; difikirin ku ew mirovekî paqij e, xweşik e, giran e, dewlemend e, di avahiyan de dijî, kar dike, nazik e, zana ye û bi awayekî xwezayî em wî mirovî di çavên xwe de bilind dibînin. Dema ku em mirovekî esmer/reş dibînin, em her fikra neyînî pê ve girêdidin. Fikra nepaqijbûnê, paşketinê, nexweşikbûnê, karkerê nav erdan, gundî, nezan û wî mirovî biçûk dibînin. Gotin ne bi tenê li ser reş û spîbûnê ye, lewra li ser hiyerarşî û pêwendiya hêzê ye, ya di hundirê xwe de dihewîne. Reş û spî di bingeha xwe de dualîzmeke hiyerarşîk bi xwe re tîne. Ev dualîzm jî ji aliyê dagirkerên rojhilatê cîhanê ve li ser me hatiye ferzkirin. Dewletên rojavayê cîhanê, ango em zelaltir vebêjin zilamên spî ku cîhanê dagir kirin, mirovatî û zanîn li gor pîvanên xwe saz kirine. Mirovên şaristanî û jêhatî yên spî ne û mirovên esmer/reş ên paşketî, kole û hov in. Ev mînaka biçûk bandora desthilatdaran bi zelalî derdixîne holê  û nîşan dide ku çawa nijadperestî û çêbûna çînan bi hêz û ferz dike.

Perspektîfên rojhilatî û rojavayî

Bi perspektifa rojhilatê cîhanê, dema ku mirovek kurd û mirovek alman heman beşê di zanîngehê de xwendibin,  asta jêhatîbûn û jîrbûnê wek hev be û ev her du kes biçin Kurdistanê, ew ê di zanista wê beşê de kesê alman esas were girtin. Li hemberî kesê kurd wê bêbaweriya zanistê hebe, ew ê qedrê wî kêmtir be û gumana lawazbûnê jê hebe. Ev her du nêzikatî bingeha xwe ji zihniyeta desthilatdarên rojavayê cîhanê digirin. Ev zihniyet ji aliyekî ve te bi koletiyê û bêbaweriyê dide qebûlkirin û girêdan, ji aliyê din ve, her çiqas tu koletiyê û bêbaweriyê qebul bikî jî, tu nayêyî qebûlkirin. Ev nêzîkatiya li hemberî gelên bindest hatiye ravekirin, em di navbera xwe kurdan de dubare dikin. Em qedrê didin biyaniyên spî yên rojavayê cîhanê, nadin mirovên xwe. Bê lêpirsîn û bi awayekî dogmatîk em xwe teslîmî pîvanên Ewropayê dikin û em tên şelandin.

Ev zihniyeta mirovê spî, bi her şêwazê tevgeriyaye û gelê bindest aniye wê astê ku mirovê bindest ji xwe bêhêvî be. Ev jî tê wateya bê îradebûnê ku mirov bi tenê dibe madeyek ji bo pêkanîna projeyên biyaniyan. Em dikarin bibêjin ku raman û şêwaza jiyana rojavayê cîhanê, li me hatiye ferzkirin û em bêyî ku lê bipirsin wê teqlîd dikin.

Li dîasporayê jî berdewam e

Bandora vê derûniya bindestan li gelên ku li diasporayê – rojavayê cîhanê dijîn hîn jî berdewam e. Ez mînakekê ji perspektîfa Almanyayê bidim. Jineke kurd a li Almanyayê mezin bûye û xwendiye, li gor pîvanên li Almanyayê di her qadê de xwe bi pêş xistibe jî ji ber çermê xwe yê reş, çîna jê hatî, nijad û zayenda xwe cuda tê dîtin. Ew Mirov ji çerxa civaka mezin, civaka spî ya li Almayayê tê derxistin. Mirov xwe bide qebûlkirin, bipişife jî ne ji wan e! Bixwazî û nexwazî bi nijadperestî û dijberkirinê tu têyî derkirin.

Ev derûniya bindestiyê ku em her tim bi perspektîfa bindestiyê li biyaniyan dinêrin, heya roja me ya îro li me bandor dike. Em hîn jî li pey şopa qebûlkirinê ne. Em her gava davêjin, xwe biçûk dixin, zanîna xwe kêm dibînin, tecrûbeyên xwe nahesibînin, ji çand û zimanê xwe dûr dikevin, welatê xwe paşketî dibînin da ku em xwe bidin qebûlkirin û xwe temam bibînin ku bigihîjin statuya çîna bilind a Ewropayê.

Her çiqas em bigihîjin statuya çîna bilind jî, ew ê nasnameya me her tim bê dijberkirin û jiyana me wê her di nav hiyerarşiyê de derbas bibe.

Di jiyana xwe ya rojane û medyaya civakî de, dema biyaniyek cil û bergên kurdî li xwe bike, bi zimanê kurdî biaxive, straneke kurdî bibêje, rabûn û rûniştanê kopî bike, gelo çi hîs bi me re çêdibe? Em kêfxweş dibin, wî pîroz dikin û sed kurdên asîmîlekirî bi qurban dikin! Ji bo çi? Ev hesta ku êdî em jî wek mirov tên hesibandin û tên fêmkirin ji ku tê? Çima em hestiyar dibin dema biyanî li şûna me, me bi cîhanê didin naskirin?

Şerma ji nasnameyê

Divê em van li van hestên kûr ku bingeha wan derûniya bindestiyê ye bikolin! Divê em her du perspektîfan baş analîz bikin! Ji ber ku encam û bandora kopîkirina çandê li ser mirovê spî û mirovê esmer cuda ye. Mirovê spî bi kopîkirina çanda gelên rojhilatê cîhanê ango gel û welatên hatine dagirkirin nayên diskrimîne, krîmînalîze an jî nayên dijber û qirkirin. Lê ji ber çand û zimanê xwe êriş li mirovê esmer tê kirin û bi nijadperestiyê re rû bi rû dimîne ku dikare heta asta bişaftin û qirkirinê biçe. Ev ne serpêhatiyeke nû ye, di dîrokê de gelek mînakên wisa hene. Lewra mirovên spî tenê dest danaynin ser welat, dewlemendiyên sererd û binerdê, her wiha çanda gelên rojhilatê cîhanê jî dikin bin serweriya xwe. Ev jî dîsa pîvanên ku hatine danîn baş temsîl dike. Wan mirovê esmer aniye wê astê ku ji nasnameya xwe şerm bike û ji aliyê din ve ew bixwe ji ber bênasname û bêçandbûna xwe bi çanda mirovên rojavayê cîhanê nasnameyek nû derdixîne.

Em di jiyanê de helwesta xwe, li dijî vê teqlîd û qopîkirina çanda me çawa nîşan didin? Çima em hesas nêzî vê mijarê nabin? Di pratîkê de gelek nêzîkatiyên desthilatê bi zimanê me tên rawekirin. Mînak biyaniyek dikare ji me re bêje: Tu kurd î û çawa bi kurdî nizanî? Tu kurd î û çawa ne birêxistinkirî yî? Divê bersiv wisa be: Bibore tu ki yî? Tu kî yî, ku nasnameya min didî min û ji min distînî? Tu ki yî, ku ji wê pozîsyona xwe û bi wê takemafiya xwe (privileg) min mehkûm dikî? Duh te ji ber axaftina zimanê kurdî li ser min hikum dikir, îro tu rabûyî min ji bo neaxaftina zimanê kurdî rexne dikî ?

Ev lêpirsîn pêwîst in ji bo ev sekin û nêzîkatiya ku bingeha xwe ji nijadperestiyê digire di bêdengiyê de neyên paşguhkirin. Mijar ne naveroka pirsên biyaniyan e, mijar ew e u kî ji kîjan pozîsyonê van rexneyan li ser nijad û zimên dike? Mijar ew e ku li almanek spî, ji ber nijad, çand û zimanê wî êriş nehatiye kirin û ew  nehatiye tunekirin. Çawa dikare bi zihniyeta desthilatê û ruhê ku nasnameya alman dertîne holê, nêzî gelekî bibe ku dagirkerî û bişaftin lê hatiye ferzkirin û her li ber xwe daye.

Divê li her pozîsyonê bê kolan. Em bi zanîn û hişyarî tevbigerin û koka van nêzikatiyan bi zelalî derbixin holê û dest pê bikin, xwe bixwe qebûl bikin û bi fizîkî û derûnî xwe ji bindestiyê rizgar bikin!