20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dest bi firotina erdê Kurdistanê jî kirin

Erdogan Altan di nivîsa xwe ya îro de ku li ser malpera Ajansa Mezopotamyayê hat weşandin, der barê operasyonên  dersînor ên dewleta tirk de agahiyên girîng parve kirin. Altan di nivîsa xwe de bal kişand ser daxuyaniya balyozê tirk ên der barê birîna daran a li herêma başûrê Kurdistanê û wiha got: “Sefîrê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay der heqê birîna daran, şewata erd û valakirina gundên li herêmê yên di pêvajoya operasyonên Tirkiyeyê de ku li hemberî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê tên kirin rayedarên Hikûmeta Herêma Başûr agahdar kirine.” Altan destnîşan kir ku Karaçay Cîgirê Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî agahdar kiriye û wiha gotiye: “Ew erdên ku em lê ne me ew kirîne. Li ser erdên ku me kirîne, em daran dibirin û rê çêdikin.”

Herêmên sivîl tên hedefgirtin

Altan di berdewama nivîsa xwe de pêvajoya destpêkirina operasyonan û rewşa heyî ya operasyon û êrîşên dewleta tirk nirxand û pêde çû: “Operasyona ku Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) di 23’ê nîsanê de li deverên Metîna, Zap û Avaşînê dabû destpêkirin 42 roj in didome. Li Girê Zendûra yê herêma Metînayê, li Dola Maran û Mervanos û Şûkê yên herêma Avaşînê û Cîloyê Biçûk yê herêma Zapê di navbera artêşa tirk û hêzên HPG’ê de şerekî dijwar diqewime. Di vê cengê de zor bi artêşa tirk ketiye û ser vê yekê ew bi balafir, obûsan deverê bombebaran dike; ji bilî herêmên leşkerî herêmên gelê sivîl jî dike armanc, zeviyên gundiyan dişewitîne, ajalên gundiyan dikuje. Di encama bombebaranan de di navbera gundê Kêste yê bi ser herêma Metînayê ve û Kanîmasiyê de şewat derketiye û derdora hezar û 850 donim erd hatiye şewitandin.”

Hejmara baregehên Tirkiyeyê zêde dibin

Altan destnîşan kir ku li herêma Behdînanê 6 qereqol û 36 baregehên Tirkiyeyê hene û bi operasyonan re hejmara baregehan derketiye 43’yan. Li gorî agahiyên Altan ku ji çavkaniyên herêmî  wergirtine balafir û helîkopteran bombe li 2 kesên ku li bajarokê Derkarê yê girêdayî Zaxoyê ajalên xwe diçêrandin barandine. Her wiha di  1’ê hezîranê de jî gundê Hirorê yê Kanîmasiyê bi obûsan hatiye bombebarankirin û gundiyê bi navê Remezan Elî birîndar bûye.

Operasyon encama planên Enqere û Hewlêrê ye

Altan destnîşan kir ku operasyonên li herêmê di hevdîtinên navbera Enqere û Hewlêrê de hatine plankirin û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ev pejirandiye. Her wiha Altan diyar kir ku ji bo birêvebirina vê planê jî endamê Polîtburoya PDK’ê Alî Ewnî hatiye peywirdarkirin.

“Darên ayîdê xelkê herêmê ye bi piştevaniya rayedarên PDK’ê ve tên birrîn. Gundiyan diyar kir ku darên herêmê bi hevşirîkatiya şirketên nêzî Alî Ewnî û yên tirk tên birrîn û ev dar bi koordînekirina Teşkîlata Îstîxbaratê ya Netewî (MÎT)’ê derbasî Tirkiyeyê dibin û tên firotin. Tê îdiakirin ku bi taybetî gundên Sînaht, Mêrga Şîş, Kelok, Masî Sînda yên herema Sîndî û derdorên wê ji aliyê 3 şirketên taşeron ên Holdînga Cengîz ve dar tên birrîn û firotin.

Plana Israîlê tê esasgirtin, erd tên firotin

 Erdogan Altan bal kişand ser polîtîkaya Israîlê ku erdê Filistînê kirrîbû û dû re dagir kiribû û da zanîn ku li Herêma Kurdistanê jî heman polîtîka pêk tê. Li ser bertekên ku ji bo birrîna daran hatin nîşandan Sefîrê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Hakan Karaçay, Cîgirê Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî agahdar kiriye û di hevdîtinê de Sefîr Karaçay wiha gotiye: “Me ev erdên ku niha em lê ne kirrîne. Li van erdên ku me kirrîne jî em rê çêdidikin û daran dibirin.”