spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

“Destana Egîdan”

Mefer Kurdil

Ez zarokekî 12-13 salî bûm, li bajarekî bi deşteke mezin, ji gundekî li nav çiyayan. Li bajarekî mezin hatibûm dinyayê, li xerîbiyê lê li navçeyeke welêt dijiyam, wer guhê min û dilê min li ser gundê bav û kalan bû. Min digot çima em jî ne li gundan in; çima bajar nexweş in. Em carinan bi mêvandarî diçûn gund û dihatin, şevina venedigeriyan, li wir diman. Gelek şevan li benda dîtina heyv û stêrkan dimam, min tu carî ew nedidîtin!

Gelek şevên min di navbera gund û bajaran de dibihurîn. Di wan demên zaroktiya min de, piştî wexteke kin tofaneke mezin li gundên di nav çiyayan de rabûbû, gund û dehl xerabûbûn, stêrk xuya nedibûn. Gundiyan digot, pênc stêrk ji ezman daketibûn nav gundan bi şev û roj li ber xwe dabûn lê bi ser neketibûn. Gundiyan wexta ku qal dikirin weke bi ser ketibin û nemirbin qal dikirin. Ji ber ku ez zarok bûm, ez baş li ber nediketim bê kî bi ser ketibû, çi bûbû? Weke xewnên şevan du nav di bîra min de mabûn Diktor û Rewşen! Gundiyan digot, ev destanek bû, berxwedanek mezin bû erê, bi serneketin lê felek rakiribûn li biniya siya Girêşêran, agirekî hew vedimire vêxistibûn ji bo ronahiyê!  Jixwe piştî vê bûyerê bi 5-6 mehan gund hatibûn valakirin, hatibûn şewitandin, gundî koçber bûbûn. Dar û ber hişk bibûn, çem miçiqîbûn… Ew gundiyên ku ji bo dora ava kaniyan, ji bo darekê şer dikirin, ji bo “ronahiyê” nêzî deh salan gundên xwe nedîtin. Ev di jiyana min de destana ewilî bû min ji gundiyan guhdarî kiribû.

Ya duduyan qala “Destana Egîdekî” dihat kirin. Ez wê çaxê ciwanek bûm. Min li helbesta Mehmed Uzun a bi dengê Ciwan Hacoyî guhdarî dikir. Ez li ber vê albûmê ji ser hişê xwe ve diçûm, weke zaroktiya xwe ku diçûm gund û li benda dîtina stêrkan dimam. Wexta min li vê albûmê guhdarî dikir, min çavên xwe digirt di mejiyê min de stêrk diçûn û dihatin; gund û bajar xera dibûn û ji nû ve ava dibûn; wexta min guhên xwe dida vê muzîka Ciwan Hacoyî min ji xwe re digot navê wê çima ne “Destana Egîdan” e. Min wê çaxê nizanîbû Mehmed Uzun ewilî navê wê kiriye “Mirina Şervanekî”, ji bo mirina Ferhat Uzun nivîsîbû…

Helbesta Mehmed Uzun ji bo rihê merivê xwe Reşoyî anî bû zimên bi muzîka Ciwan diherikî mîna rûbaran. Ger Ciwan çiyayek bûya, ew ê serê wî çiyayî cihê herî bilind û xweş navê wê “Destana Egîdekî” bûya.

Ew destaneke wisa bû, bi salan min lê guhdarî dikir deng û muzîk û gotin çawa wanî li hev hatibûn ez lê şaş dimam… û gelek caran rihê min li ber vê stranê parçe parçe dibû. Rojekê ji min re bû meraq ew hevalên Reşo kî bûn? Mehmed Uzun gotibû:

“Em pênc kes, ew pênc hezar kes

Em pênc hezar dil, ew pênc dil

Em pênc hezar dilên biheq,

ew neheq!”

Belê, jixwe me “pênc hezar dilên neheq” baş nas dikirin lê ew pênc kesên din kî bûn, yek jê Reşo bû lê ew çarên din kî bûn? Ew ên digotin:

“Xebera mêrxasiya me bigihînin bi însan û gelên me…”

Wexta ez bi dû vê agahiyê ve çûm û ez li navê 4 hevalên Reşo rast hatim û ez li navê gundên Biloka, Babina û Emrûd rast hatim, ez hîn nû lê hayî bûm ku ev destan û ew destana zaroktiya min a gundiyan qal dikir yek bûn. Reşo, Rewşen, Diktor Kemal, Nûman û Hogir…

Min wê gavê berê xwe da çiyayê Girêşêran û li xwe hayî bûm. Min got, rast e, ev destan “Destana Egîdan” bû!

Divê min bêhtir qala muzîka vê albûmê bikira lê ji muzîkê bêhtir rihê muzîkê min dikişîne; divê em bi muzîka xwe re bibin dilên heq û tu carî ji hevdu dûr nekevin! Mîna lihevkirina Paolo û Knût û Ciwan!

Di muzîka kurdî de rihekî mirov li dû xwe dikişîne û dibe zaroktiyê heye. Ji ber vê yekê ye di vê albûmê de rihê Ciwan û Mehmed Uzun û ên pênc stêrkan dibe yek û di mejî û dilê mirovî de cih digire. Tenê ne muzîkeke baş e, Ciwan di vê albûmê de weke şanogerekî muzîkal ava kiriye di dîroka muzîka kurdî ya modern de.

Ji ber ku rihê muzîka wî heye ew bûye Ciwan! Muzîka wî bi “dev, por, evîn, dayik, xwişk, bira, gund, heval, zozan, dinya, evîn, hêvî…” ye! Bi rih e! Stêrka muzîka kurdî ye evîna dilê Ciwanî! Ronahî ye! Bi hêviya ew dil û ew ronahî tu carî wenda nebin.