19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Destana neteweyekê

… û Ferx li Bozeşînê siwar bû, ber bi geliyekî bêdawî ve, bi Bozeşînê re bi rê ket. Di wî geliyê kûr û bêdûmahîk de, ji bilî wî û Bozeşînê kesek din tune bû; ber bi eşqa abadînî ve diçû.

Pênc sal beriya niha, em bûn gerîdokên kuncên welêt. Gelek deman min bi xwe du sê şevan xew nedikir. Ji wan deman demekê rêka me ber bi Qilebanê ket.

Qileban ji bo çanda devkî behrek bû, ez heta wê demê hêj baş aşînayê vê qadê nebûbûm lê belê gelek hevalên ji vê gencîneyê xebatên jêhatî kirî hebûn. Em bûn mêvanên malbatekê, heta derengiya şevê me suhbetên cur bi cur kirin. Diviya me ev suhbet û yekeyên çanda devkî tomar kiriba, me jî wisa kir û em hatin dema qeydên xwe, piştî suhbeta xweş û çê, dengbêj qala destanekê kir.

“Ev destana malbata me ye, ji me pê ve hemû kes şaş dibêjin, gelek kevn e, ev çîroka Ferx û Sitiyê ye, lê hişyar bin, guh lê bin!”

Bi rastî jî ev rewş di nav Kurdistanê de hebû. Hinek malbat û malbatên dengbêjan, bi taybetî destanek an jî serpêhatiyek girîng digel nifşên xwe vediguhastin. Ev malbat jî ji wan malbatan bû.

Dengbêj dest bi destanê kiriye, hêdî hêdî guhên xwe bel dikim, ji ber ku tiştek cuda heye, ne wek destanên em dizanin e, ne wek ew destanên eşqê ye, çîrok weke wan naherike. Ew destanên me ji pirtûkan dîtî û bihîstî, ew destanên hatine nivîsîn, ew destanên neteweyan, hêmanên bingehîn ên mirovahiyê, ew destanên şaristaniyên kevn ên ku digotin “destanên ewilî yên cîhanê”…

Tijî metafor û mîtos, ev hemû tişt pêkre ji devê dengbêjî yek bi yek dirijtin. Dengbêj hay jê nebû ku ka çi mîtosên girîng bi peyvên xwe vediguhêzîne. Wî bi amûra xwe an ku bi bîra xwe çîrokeke beriya dîrokê derbasî sedsala bîst û yekemîn dikir.
Wî vedigot me guhdarî dikir. Me ew mîtos ne ji tabletên Somerî û Babîliyan dixwend, me ji dengbêjek kurd guhdarî dikir.
Belê, armanca min a ji vê nivîsê jî ev e; dixwazim dest bi vê destanê û van metaforan bikim û bi qasî ku min bihîstî û têgehiştî qala wan bikim û digel destanên cîhanê yên nivîskî berawird bikim.

Helbet niha nikarim destana Ferx û Sitiyê tewaw bikim û hemû metafor û mîtosên destanê li vê derê deynim lê belê yên girîng û mînakên wan ên dinyayê niha ez ê deynim beranberê hevdu û berdim ber nîqaş û şîroveyên we.

Kî ye Ferx, Sitî kî ye?

Beriya hemû tiştan, divê vê pirsê bikin û werin guhdariya dengbêjî bikin, ew dê bersiva me bide. Min kir ku gotinên dengbêjî kurt bikim ku li ser xalên girîng baştir bisekinin. Dengbêj;

“… Du bira hebûne (Serdar-Serkan), mîrên erdên xwe bûne.

Her çi kiribin bêbiçûk mane.

Ji bêbiçûkiyê dikevin xeman digel hevjînên xwe, ji xwedê re qurbanan didin ku zarokên wan çêbin, diçin çiyayê Xumaroyê, pezek kovî dixin dafê, zeft dikin dikin qurbanî bo jînê, jin dibêjin riho bikeve zikê me. Mêr dibêjin tovo bikeve ji asîmanan.

…Derwêşek tê, guh li dengê wan dibe. Dibêje bira û jinbirayan, eve sêv e, sêva rihan e, her nîvek bo dilan e, hûn bixwin, heke rih kete malzarokan. Nîvek kur e ew Ferx e, nîva din keç e ew Sitî ye,
Dê bigehine êkûdu ye!”

Dê haydê em dest bi şîrove û nirxandinên vê destana cîhanê bikin. Fermo.

Destpêka Jiyanê!
Ramayana kengî bû Ferx?

Li gorî bendên dengbêjî, dengbêj tiştekê ji me re disalixîne, ev her du bira xwedan û xweyiyên erd û welatekî ne. (dixwazim hûn vê xweyitiyê weke “cîhanê” bifikirin)

Lê belê bêzar in û bi vê rewşê kêfnexweş in, jiyanekê dixwazin. An ku weke destpêka cîhanê, cîhan (erd, welat) heye lê belê hêj jiyan li ser ava nebûye. Weke em jî dizanin beriya her tiştî jiyan nebû, tenê cîhaneke reperût hebû.

Dayik û bavên Ferx û Sitiyê, ji bo jiyanê tovekê ji asîmanan dixwazin û ku rih bikeve term û laşê mirovan. Heke rih ket ev destpêka jiyanê ye. Dê jiyanek, he-şîn bibe, he-jîn bibe.

Li vê derê, weke destana hindûyan a bi navê Ramayana her tişt bi xemekê dest pê dike, xema “tov şîn nabe û rih nade” ye. Ev gotin di nav destana Ramayana de derbas dibe û gelek caran tê dubarekirin. “Tov şîn nabe, rih nade”
Ku tov şîn be û rih bide xwînê didin, di destana Ramayanayê de hespekî qurban dikin. Weke li jor me ji devê dengbêjî bihîstî ji bo rihê Ferx û Sitiyê bide pezeke kovî qurban didin.

Di hemû pirtûkên olan û nivîsên kevnare de vê tiştê dibêjin, di wan çîrokên mirovahiyê de, yên mirovan dixwest ji cîhan û jiyanê fêm bikin, ev yeke dihat gotin; ji asîmanan tov ket, paşê rih kete mirovan. Di baweriya êzdayetiyê de jî ev tê gotin; tovê Adem ket di nav dîskekê de horiyên asîmanan ew hilgirtin û dûnde û nifşa êzidiyan ji vê derê dest pê kir.

Em niha vegerin ser bendên dengbêjî, weke hûn jî dibînin, hemû tişt bi sêvekê dest pê dike, li gorî gelek ol û baweriyan, destpêka çîroka mirovahiyê û mirovbûnê ye ev yek.

Sêv (evînî) kir ku mirov xwe nas bike, li gorî olan, Hawa û Adem piştî hevdu nas kirin an ku piştî sêv xwarin ketine ser rûyê erdê. Heta hingê xwedayî bûn lê bi sêv xwarinê hay ji hest û taybetiyên zayenda xwe hatin, taybetiyên xwedayî jê hatin hilgirtin.

Bûne mirov, bûne xwedî hest, bûne xwedî merg û mirinê. Çîroka mirovan ev e, ji dayik dibin, digel hest, bawerî û zayendên xwe dijîn û dimirin.

Di Ramayanayê de dibêjin ku Mîr Rama rihê “xweda Vîşnu” di bedena xwe de digerîne. Kevana “xweda Şîva” dikêşe û dişkêne. Ku xwesteka mîrê mezin jî ev e ku kesek heke kevana “xweda Şîva” bikaribe bikêşe dê keça xwe ya bi navê “Sîta” lê mahr bike. Lê belê jinbava “Sîta” vê sozê xirab dike, Mîr Rama û Sîtayê mişextî dike. Dikevine rewitiyeke dirêj a 14 salan, dawiya dawî Rama û Sîta digehine hevdu.

Taybetiyên xwedayî li cem Ferx jî heye, Ferx hêj di qûndaxê de diaxive, digel ajalan hevaltiyê dike, nifiran dike û ev nifir pêk tên. An ku Ferx jî li gorî şîroveyên destana Ramayanayê di nav xwe de rihê xwedayekê digerîne. Ferx jî ji ber jinmama xwe mişextî dibe û piştî salan digehe Sitiyê.

Hawa ye an Sitî ye, Ferx e an Adem e?

“…Piştî dayik û bavên Ferx û Sitiyê, wan sêvan dixwin rih dikeve malzarokan, zarên wan ji dayik dibin, yek dibe Ferx a din jî dibe Sitî.”

Navên qehremanên destanê jî gelek balkêş in. Wateya Sitiyê jin e, weke ku olan navê jinê di çîroka jiyanê de kiribin Hawa, em dikarin niha Hawayê weke Sitiyê bifikirin. Wateya Ferx jî kur e, kurê biçûk e, Adem e. Gelek deveran navê destanê bi vî awayê tînin “Ferxê Sitî”. Ferxê ku ji Sitiyê bûyî.

Ji vir xuya dibe ku qala Ademê ku ji Hawayê bûyî dike, yan jî bi peyvên zanistiyê ve bêjin; nêrê ku ji mêyê bûyî. Weke baweriyên kurdan, di çîroka mirovên ewilî de nêr ji mê dibe an ku Adem ji Hawayê dibe, Ferx ji Sitiyê. Dikarin gelek şîroveyên etîmolojîk û mîtolojîk lê bikin lê belê hem bila mijara me belav nebe hem jî niha xwe bi vê ve newestînin.

Bi mirinekê, jiyanek dest pê dike?

Dengbêj; “Dema Ferx heft rojî, bavê Ferx dimire, bavê Sitiyê an ku mamê Ferx, dixwaze her Ferx û Sitiyê pekrê xwedan bike, weke xwişk û birayên êkûdu.

… Rojekê dayika Sitiyê diçe ku şîr bide Sitiyê, dibîne ku destê Ferx bi destê Sitiyê hatiye girêdan û di heman landikê de ne”

Weke ku hûn dibînin, qala heft rojan heye, piştî heft rojan tiştek diqede û tişteke nû dest pê dike. Di dîroka mirovahiyê de û di nav gelek nivîsên şaristaniyan û pirtûkên olî de dibêje dinya di nav heft rojan de ava bûye. Mirina dayik û bavên Ferx dibe sedema destpêka çîrokekê. Ji ber vê yekê Ferx û Sitî dikevine nav landikekê û destên wan bi hev re tên girêdan. Xilasiyek digel xwe destpêkekê tîne.

Bi mirina bavê Ferx nîşaneya avabûna dinyayê dide û jiyanek dest pê dike, jiyana zîndeweran jiyana mirovahiyê û çîroka Hawa û Ademî, çîroka Ferx û Sitiyê dest pê dike. Li gorî ol û baweriyên mirovan, her çawa dinya di heft rojan de ava bibe û piştî heft rojan jiyana ser rûwê erdî dest pê kiribe, çîroka me jî bi van hêmanan dest pê dike û berdewam dike.

Kîtharona Oedupisî bilind e an Tewilxaneya Ferxî Fireh e?

Dengbêj; “…Tê xewna bavê Sitiyê; Ferx dema mezin bû, dê aşiqê Sitiya keça te bibe, ew Sitî ye ya ku tu weke xwişka wî mezin dikî, ew Sitî ye ku di landika Ferxî de hişyar dibe, Ferx dê bibe sedema we û aşiqê keça te…

Bavê Sitiyê dema hişyar dibe, ditirse, diçe û Ferxî ji landikê derdixe û dibe di nav tewilxaneya hespan de, daxwaza kuştina Ferxî dike ku hesp pêlê bikin û bikujin. Ku êdî ev tirsa xewna wî biqede. Ferxî dihêle di nav tewilxaneyê û derdikeve.
Di nav hespan de hespek bozeşîn heye, Ferx ziman dikeve û digel Bozeşînê diaxive.

Ferxo bang dike; delê hespê mino Bozeşîn e. Têne têne min sipehî ne û heke Ferxikê malikwêran lê siwar be
Dê te biket emergozî ne
Bozeşîn;
Hespê bozeşîn çi kiriye
Hatiye ser serê Ferxo
Lê sekiniye
Heta sipêdêyan
Lê nobe ye.
Heta sipêdê Bozeşîn derdorên Ferxê biçûk dibeze, nahêle çi hesp nêzîk bibinê û bikujin.”

Bendên jorîn du destanên cuda yên yewnanan tîne bîra mirovî; a yekemîn çîroka Oedipusî ye. Bi kurtasî ev çîrok wiha ye; rojekê bavê Oedipusî di xewna xwe de dibîne ku dê rojekê kurekî wan ji dayik bibe, ew kur dê bavê xwe bikuje û dê digel dayika xwe bizewice. Dema vê agahiyê ji xewna xwe digire, Oedipusî didin destê xulaman dibêjin bibin serê çiyayê Kîtharonê bila li wir ajal bixwin û bikujin. Dema ev xulam Oedipusî dibe serê çiyê, dilê wî bi zarokî dimîne, zarokî dide malbateke bêzarok, ji vir şûnde Oedipus jî weke Ferxî ji mirinê difilite…

Oedipus li cem wê malbatê mezin dibe, hizra Oedipusî ew malbata wî ye.

Piştî demekê heman xewna bavê wî dîtî tê xewna wî jî. Hizir dike ku yên ew mezin kirî, dayik û bavên wî ne. Ku tiştek wiha pêk neyê ji wir, ji mala xwe dûr dikeve. Bi kurtasî; paşê bi awayekî rastî bavê xwe yê rastî tê û şerek diqewime. Helbet nizane ku ew bavê wî yê rastî/ilaha ye. Ew dikuje. Paşê jî heman tiştên xewnê pêk tên, bêhaya xwe digel jina mêrikê kuştî an ku bi dayika xwe re dizewice û hwd.

Dengbêj;
“ …Bi roj, dema mamê Ferx tê tewilxaneyê, dibîne ku li derdora Ferx Bozeşînek digere, dilê wî dimîne, dibêje; jixwe zarok e, dê çi guneha zarokekê hebe, hesp jî hay jê hatiye û parastiye, ez jî dê biparêzim.”

Di navbera her du çîrokan de bûyer weke hev diherikin, weke ku mamê Ferx xewnekê dibîne û biryarê distîne ku Ferx bikuje dibe di nav tewilxaneyê de ku ji hêla ajalan ve bê kuştin. Mamê Ferxî dilê xwe bi Ferxî dihêle, bi ser hişê xwe û hestên xwe ve tê, ji kuştina wî vedigere. Li tewilxaneya hespan bi hestên mirovî jiyaneke nû dide Ferxî.

Heman tişt bi serê bavê Oedipusî jî tê û dike. Xewnekê dibîne û biryarê distîne ku Oedipusî bikuje dide xulaman dixwaze bibin serê çiyayê Kîtharonê ku ji hêla ajalan ve bê kuştin. Xulam dilê xwe bi Oedipusî dihêle, bi ser hişê û hestên xwe ve tê, ji kuştina wî vedigere. Li çiyayê Kîtharonê bi hestên mirovî jiyaneke nû dide Oedipusî.

Her du destan tiştek wiha nîşanê me didin. Hemû mirov xwedî hest in û her çend bizanibin tiştek dê bibe sedema kuştina wan jî li dûv hestên xwe diçin, ji ber ku hest in mirovekê heyî dikin û ramanan ava dikin. Êdî jiyanek bi hest û ramanan dest pê dike.

Avakirina tabûya însestê

Di navbera her du destanan de divêt mijareke din jî bê berawirdkirin; armanca avakirina tabûya însestê…
Yek tirsa zewaca xwişk û birayî (Ferx û Sitî) a duyê jî tirsa zewaca dayik û kurî (Oedipus); ev însest e.

Li gorî nivîsên demên antîk û dînî, mirov bi însestê belaveyê dinyayê bû, li ser cîhanê tenê carekê însest pêk hat careke din divêt nebe. Ji bilî vê însest qedexe ye û tabû ye. Bi van çîrokan daxwaza avakirina vê tabûyê heye û tirsa vê bûne nîşanê me jî didin.

Bukefalosa Îskender, Bozeşîna Ferx!

Weke di dîrokê de jî dihê behskirin; bazirganên welatê Îskenderî, ji bo firotinê ji welatekê dûr hespek bi navê Bukefalos tînin. Dema dê bê firotin kesek nikare vî hespî vepesirîne. Îskender wê çaxê hêj biçûkek sêzdeh salî ye. Tê û hespî vedipesirîne, digel diaxive. Bukefalos û Îskender êdî ji hevdu venabin. Îskenderê Mezin li ser pişta Bukefalosê rewitiya cîhanê û abadiniyê dike.

Belê, Ferx jî dê wiha bike… Weke ji bîra dengbêjî de dirêje; di tewilxaneyê de hespê herî zêde qirêj bûyî û hespê ku kesek çi pûke pê neke, Bozeşîn e. Ferx hêj biçûk, hêj di nav qûnpêçkê de digel Bozeşînê diaxive û ew Bozeşîna ku kesek lê xwedî dernakeve, dema Ferx dibe sêzdeh salî xwedan dike. Êdî Bozeşîn û Ferx ji hevdu venabin. Ferxê biçûk li ser pişta Bozeşînê li cîhana xwe digere diçe rêkên çûyîn û nehatinê, ber bi abadiniyê ve diçe.

Helbet me hêj destpêka destana Sitî û Ferxî neqedandiye. Hêj dê Ferx mezin bibe, dê aşiqê Sitiyê bibe, mamê wî dê bixwaze bikuje, dê bibe rêwî û gelek bûyeran bijî, paşê dê xalên xwe peyda bike û biçe “rêka çûnûnehatinê”. Dawiya vê rêkê dê bi ser bikeve û xwe bigihîne xweyiya qesra kuloxên Gulê. Paşê veger û mirina (destpêka jiyanê) Ferx û Sitiyê.
Ne Adem û Hawa, ne Ramayana, ne Oedipus, ne jî Îskender, yek ji van jî têra Ferx û Sitiyê nîn e. Her yek ji van destanan beşek biçûk e ji destana me. Ev hêj destpêk e.

Di beşeke din de, dê qala Gilgamêş û Ferx û Sitiyê bikim, dê hewl bidim ku van her du destanan berawird bikim.

Ji bo beşa tê gotinek; heke bixwazî nemir bî, divê bimirî!…