Wednesday, December 8, 2021

Destar firehtir digere û hûrtir dihêre

Lezgîn Akdenîz

Piştî hejmara yekemin, hejmara duyemîn jî  ya kovara wêjeyî Destar, gihişt ber destê xwendevanan. Kovara Destar a wêjeyî ya ku wek weşana Enstituya Kurd a Amedê, demsalî (sê mehan carekê) tê weşandin, bi dirûşma ‘Destarê kurd-î hûr dihêre’ û bi armanca, “wêjeyeke xwebûnî û gerdûnî”, bi hejmara xwe ya havînê ketibû nava wêjeya kurdî. Hejmara kovarê ya yekem, rastî eleqeyeke gelek mezin hatibû; çapa yekem xelas bûbû û piştre çapa duyem  jî  hatibû çapkirin û di demeke kin de ew jî bi dawî bibû. Hejmara duyem jî, bi heman dirûşmeya bingehîn a ‘Destarê kurdî hûr dihêre’, bi konsepta xwe ya xweser, nivîsên xwedî naverok û mijarên dewlemend, cihêreng û têr û tijî yên bi dehan nivîskaran wek hejmara demsala payîzê  hat çapkirin. Kovar bi bi tevlîbûna edîtor, sererastker û nivîskarên nû hê xurtir bûye.

Kovarake pirzaravayî

Kovara Destar, di heman demê de, bi armanca pêşxistina wêjeya kurdî ya hevgir û tevgir a li her çar parçeyên Kurdistanê dest bi weşanê kiribû. Li gor vê armanca dîrokî, di naverokê de jî nivîsên cur bi cur ên wêjeyî yên bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî cih digirin. Di kovarê de tê diyarkirin ku di hejmarên pêş de dê zaravayê hewramî jî cih bigire. Bi vê armancê, di bergê pêşîn ê vê hejmara kovarê de, heman sernav bi kurmancî, “wêje ronahî ye”, bi kirmanckî, “edebiyat roşnayî ya”, bi soranî “wêje rûnakîye”, bi hewramî “edeb roşnaîye” cih girtiye.

Hişmendiyeke nû ya wêjeyî

Hejmara duyem a kovarê ya ku ji 240 rûpelan pêk tê de, wek hejmara yekem, di beşên cuda yên ku li gor mijar û naverokên cuda hatine sazkirin de, bi dehan nivîs cih digirin. Di beşa destarê kurmancî de; li gel destarê lêkolîn-vekolîn, nirxandin û dahûrandinên teorik-ramanî-akademîk-zanyarî û rexneyî yên wêjeyî; bi mijarên dengbêjî, destan, gotinên pêşiyan û lorîkan, destarê wêjeya devkî jî hatiye gerandin û hêrandin. Her wiha, li gel destarên wek roman, çîrok, ceribandin, bîranîn, helbest, kovargeriya kurdî, wêjeya cîhanê û wergerê, destarê kirmanckî û soranî jî wek du beşên bingehîn bi mijarên dewlemend ên cuda hatine gerandin û hêrandin… Bi taybetî lêkolîn-vekolîn, nirxandin û dahûrandinên ramanî û teorik ên derbarê mijarên wêjeyê û wêjeya kurdî de, hişmendiya wêjeyî ya gelemperî ya ku heta niha serwer bû, ji nîqaşê re vedike û hişmendiyeke nû ya wêjeyê pêş dixe. Li gel hişmendiya wêjeya jineolojîk a di kovarê de, nivîsên nivîskarên jin jî bi naveroka xwe, careke din radixin ber çavan ku pêşenga sereke û çavkaniya binhehîn a wêjeyê jin e.

Li dijî ‘Çerx’ên wêjeya serdest destarê wêjeya azadiyê

Kovara wêjeyî Destar, di sernivîsa xwe ya “Destarê Kurd-î Fireh Geriya û Hûr Hêra” de, diyar dike ew ê hewl bidin ku li dijî hişmendiya wêjeya hemû modernîteyên deshilatdar  ên xweperest û nêrza, bi taybetî jî hemû ferasetên xelet  ên wêjeya ‘modernîst’ û ‘postmodernîst’  ku  çavkaniya xwe ji  modernîteya kapîtalîst digire, dê wêjeya xwebûnî û gerdûnî ya modernîteya demokratik pêş bixin. Di nivîsa li ser navê Destarê de ev yek wiha hatiye bilêvkirin: “Dem dema hê firehgerandin û hûrhêrandina Destarê wêjeya kurd-î ya xwebûnî û gerdûnî ye. Em ê nebin diranên çerxa yên ‘nejime’, em ê her û her bibin ‘Destargerên xwe.’ Em ê wisa tev bigerin her kes dê bibine ku, Destarê me her digere û hûr dihêre.

Berhem û encama xebateke hevpar

Kovara Destar a ku li gel hejmara yekem rastî coş, kelecan, dilxweşî û eleqeyeke mezin hatibû di sernivîsa xwe ya ji aliye ‘Destar’ ve hatiye nivîsin de, diyar dike ku Destar berhemeke kedeke  hevpar e,  hêz û çavkaniya xwe ji rasteqîniya hemû nirxên kurdewariya azad û gerdûnîbûniya azad digire û sedema bingehîn a eleqeyeke wisa mezin û xurt ew e. Her wiha, ji ber eleqeya mezin, hem ji bo hemû kedkar, xebatkar û nivîskarên xwe, hem jî ji bo xwendevan, kurdîhez û wêjehezan, ji bo piştgiriya teknîkî rojnameya Xwebûnê  re spas dike û wiha pê de diçe: “Di serî de hemû xebatkar û kedkarên kovarê, bi dehan kurdîhez, wêjehez û nivîskarên ku ji bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê, dîsa ji Ewropa, Qafqasya û welatên din ên cîhanê yên ku bi salan e bi ked û hewleke mezin di qada ziman û wêjeya kurd-î de cih digirin û yên ku bi bîr, bawerî û coşeke mezin xwe nû berdane vê qadê ji bo gerandin û hêrandina kovarê dest û zendên xwe badan û bi awayekî dest avêtin destikê Destarê XWE/ME. Her wiha em hemû bi hev re bûn ‘Destar’ger û ’Destar’hêr, ev jî dê her û her, bi serkeftî û serfirazî berdewam bike.”