20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Destarê wêjeyê dest bi gerandinê kir

Lezgîn Akdenîz

Kovara wêjeyî ya Destar, a ku bi angaşta ekoleke nû ya wêjeyî derketiye rê dest bi weşana xwe kir. Demeke dirêj bû amadekariyên kovara ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve dihatin kirin. Kovara ku dê her 3 mehan carekê bê weşandin bi hejmara xwe ya yekemîn a hezîran, tîrmeh û tebaxê gihişt ber destê kurdîhez û wêjehezan.

Desteyên dewlemend

Kovara Destar bi dirûşmeya xwe ya bingehîn ‘Destarê kurdî hûr dihêre’ bi tîpên latînî, bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî weşanê dike. Lê hewldana kovarê ew e ku di hejmarên din de cih bide zaravayên kurdî yên din jî. Kovara ku bi dehan wêjekar û nivîskarên ku li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava, Ewropa, Qafqasya û her derê ku kurd lê dijîn anîne cem hev bi konsept, naverok û armanca xwe coş û kelecaneke mezin li nava kurdîhez û wêjehezan belav kiriye.  Kovarê xwe bi hişmendiyeke hevpar(kolektif) saz kiriye û dixwaze bi awayekî xwesazkirî û demdirêj weşanê bike. Li ser vê bingehê yek jê jin yek jê mêr ji aliyê du hevgerînendeyan tê birêvebirin. Di desteya weşanê de, di beşa kurmancî de 6, di ya kirmanckî de 1, di ya soranî de 1, tevahî 8 kes; di desteya edîtoryayê de di beşa kurmancî de 10, di ya kirmanckî de 2, di ya soranî de 2 kes tavahî 14 kes; di desteya sererastkirinê de di beşa kurmancî de 8, di ya kirmanckî de 2, di ya soranî de 2, tevahî 12 kes; di desteya şêwrê de jî 60 kes cih digirin. Çend kes jî di desteya teknîkê de cih digirin. Di her desteyê de nîvê wan jin in.

Pirtûk-kovar

Kovara ku xwe wek ‘Destarê wêjeya kurdî ya xwebûnî û gerdûnî’ pênase dike wek pirtûk-kovar ji 250 rûpelan pêk tê. Bergê pêşîn ê hejmara yekem ê kovarê bi nivîsa xwe ya ‘Destarê kurdî bi hezaran sal e digere û dihêre û dê her û her bigere û bihêre’, ku di nava xelekeke ji 15 wêjekarên jin û 15 wêjekarên mêr ên wek stûnên dîroka wêjeya kurdî tên zanîn hatiye bicihkirin balê dikişîne. Di hejmara yekem de li derdora 70 nivîs û helbest cih digirin.

Nivîsa pêşîn a ku li ser navê kovara Destar hatiye nivîsandin dikare wek manifestoya kovarê bê nirxandin. Di vê nivîsê de behsa sedem û armanca weşana kovarê tê kirin, jêderk, bingeh, rêgeh û bergeha kovarê tê vegotin.

Nivîsên di kovarê de, di nava çend beşên ku li gor naverok û mijarên bingehîn hatine dabeşkirin de hatine bicihkirin. Beşên wek, Destarê Raman, Nirxandin û Lêkolînên Wêjeyî (Wêjeramangeh), Destarê Rexneya Wêjeyî, Destarê Wêjeya Devkî, Destarê Çîrokê, Destarê Ceribandinê, Destarê Bîranînê, Destarê Helbestê, Destarê Kovargeriya Kurdî, Destargerên Wêjeya Kurd-î, Destarê Wêjeya Cîhanê, Destarê Wergerê, Destarê Kirmanckî, Destarê Soranî derketine pêş.

Wêjeya xwebûnî û gerdûnî

Di nivîsa ku li ser sedem û armancên derketina kovarê hatiye nivîsandin wiha tê gotin: “Me kurdan li jîngeheke sereke û bingehîn a mirovahiyê Kurdistanê, li gel gelek destaran destarê ziman û wêjeyê kurdî jî -çi bi devkî be, çi bi nivîskî be- gerandiye. Li gel hemû êrîş, zordestî, serdestî, dagirkerî, mêtingerî û komkujiyên cur bi cur ên herî dijwar û hovane yên li ser kurdî û Kurdistanê, bi saya ked, xweh û xwîna bi sed hezaran destargerên cangorî, xwebexş û jiyanbexşên nemir ew destar tu car nesekiniye. Niha jî di pêşengîtiya destargerên azadîparêz ên Kurdistan û mirovahiyê de, wek destarekî xwebûnî/kurdewar û gerdûnî, ji her milî ve û li her qadê digere û heta hilm û henaseya kurdî û Kurdistanê hebe jî dê bigere, dê ziman û wêjeya kurdî bihêre.”

Serhildan û raperîna wêjeyê

Kovara Destar diyar dike ku dê li dijî hişmendiya wêjeyî ya şarsitaniya navendî ya desthilatdar û modernîteya kapîtalîst û êrişên piralî yên li ser ziman û wêjeya kurdî, hewl bide ku bibe kovareke wêjeya modernîteya demokratik a gerdûnî û neteweya demokratik a kurdewar. Bi vê mijarê ve têkildar wiha hatiye gotin: “Di sedsala bîst û yekê ya ku em tê de dijîn jî neteweya kurd, li ser hîm, bingeh û rasteqîniya xwe, ji bo parastina hebûn, xwebûn û hemû nirxên xwe yên kurdewar, li dijî her cureyê dagirkerî, zordestî, desthilatdarî, mêtingerî, kedxwarî, êriş û ‘kujî’yên hemû hêmanên moderniteya kapîtalîst û hêzên serdest ên tunehesibîner, bişafker, helîner û jiholêraker ên ku hêz û çavkaniya xwe ji her cureyê paşverûtî û hovîtiyên şaristaniya navendî ya desthilatdar, yekdest û xweperest digirin, li ser hîm û bingeha bîr, hiş û giyanê pergalramana şaristaniya/modernîteya demokratik li ber xwe dide. Bêşik û guman, qadeke sereke û jêneger a vê berxwedanê qada ziman û wêjeya kurdî ye. DESTARê kurdî, dê hewl bide ku ziman û wêjeya kurdî li ser vê bingehê û bi destikekî wiha fireh bigerîne û hûr bihêre. DESTARê kurdî li ser bingeha parastin û pêşxistina kurdî nav û nîşana berxwedan, serhildan û raperîna wêjeyî ya xwebûnî û gerdûnî ye. Rêgeh, rûgeh, bergeh û asogeha DESTARê kurdî xwebûneke gerdûnî û gerdûnîbûneke xwebûnî ye. Li ser vê bingehê hevgir û tevgir e.”

Bingeh û çavkaniya yekitî û xebatên nû

Kovara Destar a ku li bin sîwana Enstituya kurdî derdikeve û gelek sazî û nivîskarên kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê anîne cem hev û wek mizgîniya xebatên nû jî xwe dide der. Di vê mijarê de jî wiha hatiye gotin: “Kî dizane, dibe ku ev DESTAR hind fireh bigere û hûr bihêre di pêşerojê de destarê weşanxane, dibistan û akademiyeke ziman û wêjeya kurdî jî bigerîne; heta, bi riya hilberîn û xebatên ronakbîrî/entelektuelî yên hemû pêkhateyên xwe yên herî tevgir û hevgir bibe bingeh û çavkaniyeke sereke ya yekîtiya neteweya kurd a azad û demokratik. Bo çi nebe!”

“Dema dema wêjeya kurdî ye”

Her wiha ji bo serkeftineke domdar û encamgir a kovarê bang û gazî li nivîskar, kurdîhez, wêjehez û hemû kurdan tê kirin û wiha tê gotin: “Bawerî, hêvî û bendewariya me ew e ku her kurdeke/î kurd-îhez û wêjehez, azadîhez; çi bi nivîsên xwe, çi bi xwendinê, çi bi rexne, nirxandin û pêşniyarên xwe, çi jî bi awayên din dê destikê DESTARÊ XWE bigire, bigerîne û bibe destarger. Emê bi hev re bibin destarger û destarhêrên xwe.

Divê em baş bizanin ku, serkeftina firehgerandin û hûrhêrandina Destarê wêjeya kurdî, çi nivîskar/helbestkar/wêjekar, çi xwendevan, çi kurdîhez/wêjehez di destê me hemûyan de ye. Dîrok û çîroka me, dil, hiş, giyan,şiyan û jiyana me, hêz û çavkaniya têkoşîna me ya xwebûn-î-parêz û gerdûn-î-parêz, wek wan rojên pêşîn ên dîrokê yên destpêka civakbûyîna mirovahiyê têrê dike ku weke her qadê di qada wêjeyê de jî em bibin pêşeng û çavkaniya mirovahiyê. Êdî dema vê yekê hatiye. Dem dema gerandin û hêrandina wêjeya kurdî ya xwebûnî û gerdûnî ye.”