19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

“destê min bi destê yar e…”

Yildiz Çakar
Yildiz Çakar
Stêrka Gelawêj

Tu Kurdistan î, erdê te kesk û zer, ezmanê te şîn e. Şîn e hesret ji bendewariyê re. Loma sebr mîxên xwe dikirin avê, av zengar digirt. Digirt rê xwe ji waran, warwara dilê rezîl dima li ber deriyê sêwiyan;

– kes diman bê kes, xurbet dibû herkes.

Pêwistiya me nebû ji wan, di dil de her mezin dibû dewsa bîrînan. Destê me ji hev dibûn, dibûn em macirê hemû zemanan… Zeman bi kulman xwîn dikir çavên xwe, xwe xewle dikir û xatirayan pûç dikir. Bi rim, gurz û şeşperî, xewn û xeyal dibûn xwelî.

Lêlê gidiyano! Ka zozanên jor, konên ji benikên mor. Û ew ezmanê kur? Bi ku ve çûn şopên dergûşê, yên bi morikên qor bi qor… Li ku, me ji bîr kir tasa morê ava golê. Gola şîn, çima li me niha dike şîn.  Kevirê reş, kerenga beş, li jêr û jor bayê hebeş, nabêje ka li kîjan çolê dolberan xwe dike geş.  Xweş e nefes! Li ser text, ban jê re dike îteat. Destê yaran li ser dêmên yaran, dilorandin ji binyadan. Yadê yadan! Çawa ket koma heft xwişkan, stêrka pîber çawa hişt deriyê gerdûnê ji taritiyan…

Fera sola me dabûn ber derî, perdên pacên me ji gulên xwe mabûn tî. Li koşk û serayên me tijî bûbûn cewrikê kûçikan. Laflafokên bi jahr xwe kiribûn dirbê dar û berên me yên bi tahm. Gul û nergîsên me bûbûn nimûne li heft welatên ecnebiyan. Biyan bûbû navên me ji lehengan. Bê mezel bû cendekên me ji qederan. Loma me digot her bihusteke ax bihuşt e ji şehîdên evîndaran.  Wiha me ji xwe re gotinan digot. Weke meselokên şevan, li dora çirayên ji bêhna sorgulan. Me derew dikir stûyê xwe, xwe bi cilên stûr û me mêşê dikir mêşa gebgebe. Du çipiskên baranê xwe li erdê xista, me jî bi dizî tofanê radikir ji kîsê xwedê.  Em baskokî bûn, refên me winda. Loma qedera me derdixistin ser mazatan.  Jê re digotin bazara xenîmetan. Ka kê diye, sî roja xwe firotiye?

Difirotin gulên dilan, li ser textên namerdan. Bila kes nebêje evîna delalan li min helal e!

-eşqa delaliyan nabe helal ji kurtêlxwaran re.

Loma digotin, bextê çil ro çilê tune ye, ji rehma şevan re xew qet tune ye.  Ji efsûnbazên deriyan re sekin û deyax, ji birîna dil û ji hespên kulek re çare tune ye… Tune ye bext ji text. Giriyên eşqê her mişext e. Naqede meraqa dilan, dil radibe mîna behran. Kes bi qasî delalan nizane. Çiqas xweş e xew, dema dibêje ew;

-destê min bi destê yar e!

Tu Kurdistan î, erdê te kesk û zer, asîmanê te şîn e. Şîn e dûrî ji sewdayan. Loma hezkirin mîxê xwe dikir avê, av zengar digirt; lê hezkirin her weke xwe dima çav şil û ser bilind, dima kevne zeman li ber delaliyan;

-radimûsim axa bin lingên te, ya ku Kurdistanek li min dihewîne…

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê