19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Desteya Parastina Ocalan xwest CPT zû serî li Îmraliyê bide

Desteya Parastinê ya Abdullah Ocalan bang li rêxistinên mafên mirovan ên herêmî, navneteweyî û CPT kir ku bi awayekî demildest serdana Îmraliyê bike û têkildarî rewşa Ocalan a zindanê raporekê amade bike.

Desteya Parastinê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Em wekî Desteya parastina Rêzdar Abdullah Ocalan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gorî  agahiyên ku bi rêya parêzerên wî yên di Nivîsgeha Serdemê ya li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê ji me re hatiye, ku ji ber tecrîda giran û nedestûrdayîna ku parêzer û malbat bi Ocalan re hevdîtin bike, der barê tenduristiya rêzdar Abdullah Ocalan tu agahî nayê zanîn.  Ev jî wekî  binpêkirina mafên mirovan e. Ev jî li gorî qanûnên navneteweyî, sûcek e. Di heman demê de, binpêkirina destûr û qanûnên Tirkiyê ye.

CPT ya girêdayî NY`yê di rapora xwe ya dawî ya der barê rewşa rêzdar Abdullah Ocalan a li zindana Îmraliyê de anî ziman ku Ocalan bi îşkence û tecrîda giran re rû bi rû ye. Li ser vî esasî em bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mirovahiyê yên herêmî û navneteweyî û di serî de CPT dikin ku bi erka xwe ya qanûnî û exlaqî rabin. Zextê li hikumeta Tirkiyê bikin da ku biryarên wê yên tecrîda li dijî rêzdar Abdullah Ocalan bi dawî bike û destûrê bide ku Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Di heman demê de, divê bi awayekî demlidest derdana Îmraliyê bike û rewşa rêzdar Abdullah Ocalan nas bike û raporekê der barê rewşa wî li zindanê, biweşîne.”