25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Desteya tenduristiyê: Karesata mirovî li pêşiya me ye

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ciwan Mistefa îro li Qamişloyê têkildarî rewşa dawî ya vîrûsa koronayê daxuyanî da çapemeniyê.

Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir ku li herêmê pêla sêyemîn a vîrûsa koronayê belav bûye û êdî piştrast bûye ku li herêmê bi giştî heye. Mistefa destnîşan kir ku vîrûs bi lez belav dibe û rêjeya miriyan pir bilind e.

Mistefa diyar kir ku desteya tenduristiyê bi hemû kadroyên xwe, bi alîkariya gel û saziyan û her wiha bi alîkariya rêxistinên navneteweyî dê li hemberî belavbûna vîrûsê bisekinin.

‘Rê li ber karesata mirovî vedike’

Her wiha Mistefa anî ziman ku ji ber derfetên kêm nikarin bi tenê li hemberî vîrûsa koronayê bisekinin, herêm gihîştiye qonaxeke gelek xeternak û wiha domand: “Rewşa heyî rê li pêşiya kerasteke mirovî vedike. Hejmara pêketiyan her ku diçe pirtir dibe. Em nikarin vê belavbûnê bisekinînin.”

‘Rewş dijwar e’

Dr. Ciwan Mistefa daxuyand ku hindik maye rewşa li herêmê ji bin kontrola desteya tenduristiyê derkeve û wiha domand: “Rewş gelekî dijwar e. Dibe ku keraseteke mirovî di çend rojên bê de pêk were. Deste têgihiştiye rewşa aborî ya dijwar ku herêm tê re derbas dibe û bandorê li rewşa jiyanî ya gel dike.”

‘Divê welatî alîkar bin’

Ciwan Mistefa bang li welatiyan kir ku di vê rewşa krîtîk de bi aliyên têkildar re hevkar bin, ji ber ku îhtîmal heye kerastek bi ser serê herêmê de were, ji ber wê divê her kes bibe alîkar.

Rexneya li Rêxistina Tendiristiya ya Cîhanê

Mistefa rola Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê şermezar kir ku heta vê kêliyê ji bo pêşkêşkirina destekê ji herêmê re ne cidî ye û wiha got: “Tiştên ku li ser herêmê hatine nîqaşkirin, di pratîkê de pêk nehatin. Tu derman negihîştine herêmê û dê ev bibe sedemeke din ku li herêmê keraseteke muhtemel derkeve. “

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li rêxistinên navneteweyî û kadroyên tenduristiyê yên li derveyî Sûriyeyê kir ku bi lez mudaxele bikin da ku rê li pêşiya rûdana keraseteke mirovî bigirin.

Banga alîkariyê

Her wiha desteyê bang li welatiyan kir ku bi kadroyên tenduristiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevkar bin da ku qedexeya derketina derve cihê xwe bigire û tedbîrên xweparastinê pêk bînin.

QAMIŞLO