25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Destgirtiya bira

Xweziya min bi wan çaxan, çiqas rojên xweş bûn. Ez hê jî li pey wan rojan digerim di nava jiyana xwe de. Di nav malên cînarên me de tenê em du heb qîz diçûn dibistanê, navê me her duyan jî yek bû, ew ji eşîreke din bû, ez jî eşîreke din. Xwarin û vexwarinên me hertim bi hev re bûn, ew ji min bilindtir û bedewtir bû, wê ji min û hemû qîzên li der û doran baştir û çêtir xwe dixemiland û haya wê ji xemilandina herî baş hebû.

Dilketiyên wê jî hebûn, hema ez bêjim hevala min yeke dilse (dil kûçik) bû, hezkiriyên wê dor nedidan hevûdu. Carinan tirs diket dilê min ku hinek pê bihesin, ewqas hezkiriyên wê hene ew ê pir biêşe, ya din jî min nedixwest birayê wê pê bihese. Ew kurikekî wiha ye, serî û çavan nizane, hema li xwişka xwe dide. Hezkiriyeke birayê wê hebû, wana her şev hevûdu didîtin û ji hev hez dikirin, dema dihat malê jî ne dihişt xwişka wî derkeve ber derî, ger tirsa bavê wî ne li ser wî bûya, di wê malê de kesek nikarîbû derkeve derve jî. Hevala min jî yeke bêtirs bû, him bi gotina birayê xwe dikir û him jî ya xwe bi dizî dikir.
Rojekê dîsa em her du çûne ser kaniyê, di nava kêf û henekan de, haya me ji rewşa jiyanê tune bû, em rojane dijiyan ji ber ku em ciwan bûn. Li ser wê kaniyê em çiqasî derengî bimana ji bo me ewqas xweş bû. Wê demê me hemûyan dilketiyên xwe ji dûr ve be jî didît. Destgirtiya birayê hevala min kaxizek da wê û got bide birayê xwe, birayê wê jî ji dûr ve dît ku destgirtiya wî kaxizek da xwişka wî. Piştî demekê em vegeriyan malên xwe, di heman demê de dengê qîrewîrekê hat, em derketin ber deriyan, me dît ku birayê hevala min destê xwe kiriye nava porê wê, bi erdê re dikişîne û bi pehînan lingê xwe jî li her derên wê dixe.
Em ber bi hewara hevala min ve çûn. Birayê hevala min ji xwişka xwe re dibêje: ‘Wê çima kaxiz daye te? Tu û birayê wê dilketiyên hev in gelo?’. Hema bi ser keçikê de diqîre û lê dide. Diya min li ber xwe neda, li der û doran darek girt destê xwe û çend caran lê da, kurikî keçik berda, li kêleka malê rûnişt, wisa mîna ew gayên harbûyî, çav lê sor bûne, dûman di difinê wî re derdikeve.

Ez çûm li cem rûniştim, min jê re got, ew kaxiz destgirtiya te ji bo te şand, te nehîşt xwişka te bersiva xwe bide, tu li pey hemû keçikên derve digerî, tu hew zanî xwişka te jî wisa ye, lê tu li ber çavê min û me hemûyan reş bûyî.

Em careke din di ber derê we re gava xwe navêjin. Piştî çend rojan hat gazî min kir ku bi hin gotinan, lêborîna xwe bixwaze, ez derneketim pêşberî wî. Di navberê de demek dirêj derbas bû, hat ji dayika min re got: “Min gûyekî mezin xwar, min şaşitî kir, ez cahil bûm, filan û bêvan.”

Piştî çend mehan ew û destgirtiya xwe zewicîn, xwest ez û xwişka wî bibin serdawetî. Me daweteke pir xweş çêkir, ji ber poşmaniya wî me jî dilê wî xweş kir.”