spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Desthilatdarî nêr e

Çorê Arda

Desthilatdar-î nêr e, nêrbûna xwe di her şêwazê de didarîne. Desthilatdar dikeve her rengî, rûyê desthilatdar tune ye. Ji bo desthilatdarîyê tenê tiştek girîng e, ew jî berdewamkirina hebûna  desthilatdarîyê ye. Loma Foucault hewante nabêje: “Desthilatdarî li her derê ye.’’ Helbet Foucault di vê gotina xwe de behsa nexweşxaneyan, dibistanan, qehwexaneyan, hemû sazîyên ewlehîyê û perwerdehîyê, hefs, mal û hwd. dike û gişan weke desthilatdarîyê û hefsê dibîne. Çimkî hemû sazî, mekan û sazîyên girtî cîyên desthilatdarîyê û hefsê ne.

Heke mirov bi kitekit li jiyanê binêre, mirovê fêm dike ku bê çawa kindirê desthilatdarîyê xwe li me badaye û xwe li bedena me rapêçaye mîna maran. Heta jiyana rojane ya em niha li ser malperan bi kar tînin jî desthilatdarîyê li me dike û me diguvêşe mîna kevnikeke şil. Em bi ber bayê desthilatdarîyê ketine haya me ji bayê felekê tune ye. Loma desthilatdar ji bo hebûna xwe bidomîne, dikare her kirasî li xwe bike. Weke bûkalemûnan e. Hewante bavê sîyasetê Machîavellî nabêje; “Hemû rêyên diçin serkeftinê giş mubah in’’  Dêmeg desthilatdar ji bo ku bi ser keve, dikare her tiştî bike.

Ji bo çi min evqas behsa desthilatdarîyê kir, çimkî romana Mihemed Mukrî a bi navê ‘Segwer’ (Reyîn) hutika xwe ya bindestîyê li maseya serdestîyê xistiye û mase hejandiye. Bindestîyê lingên maseya desthilatdarîyê derizandiye lê neşikandiye. Belê mijara romana Mihemed Mukrî desthilatdarî ye. Di bin sîwana desthilatdarîyê de derûnîya karekterekî melankolîk ê serketî hatiye hûnandin. Karekter ji mirinê natirse û mirinê êdî ji rêzê dibîne. Loma hutika xwe li maseya desthilatdar û desthilatdarîyê xistiye. Li dijî mirinê derketiye. Ji karekterê me re mirin êdî bûye serketineke pîroz. Çimkî karekter mirin têk biriye. Îcar karekter kî ye? Kareter nivîskar bixwe dixuyê, çimkî kesê diaxive di romanê de navê wî li holê tune ye. Wê çaxê em dikarin bêjin kesê diaxive vebêj (nivîskar) bixwe ye? Vebêj (nivîskar) behsa desthilatdarîyê, behsa birakujîyê, pêşmergeyan û serdema xwe ya tê de jiyaye ya li Hewlêrê û li Başûr pêk hatiye dike. Vebêj di hefsê de ye, di hundirê hefsa serê xwe de diçe bîranînên xwe û di van bîranên xwe de piranî bi dêya xwe re dikeve dîyalogên cihêreng. Mînakek ji romanê: “Te hefsarê bîranînên xwe berdaye û bi serkêşî di deryaya bîranînên xwe de avjeniyê dikî!’’(r. 21)

Em dibînin vebêj xwe ji werîsê derbinhişîyê filitandiye û bi serserkî berjêr diçe. Heta roman diqede jî bi dêya xwe re diaxive, bi şêwazeke monologî, xeyalî, groteskwarî û dijaqilî. Rasyonelbûna karekter ji destê wî şemitîye û heta ku carinan bi xwe dihese. Bavê karekter bi îşkenceyê hatiye kuştin. Xwişka wî ne aşkere be jî, mîna ku ji terefê desthilatdaran ve hatibe tecawizkirin tê vegotin. Mînak ji romanê: “Kurê min, namûs ji her tiştî girîngtir e. Ez nabêjim ku ez kêfxweş bûm, çima Nesrînê xwe şewitand. Lê bi min ne xweştir dibû ez wê di vî halî de bibînim.’’(r. 27) Em dibînin ku paşê xwişka wî xwe dişewitîne û mîna bi dilê dêya wê be. Halbûkî a sûcdar di vir de ne Nesrînê ye. Yê sûcdar desthilatdarê nêr e. Dema dibêjim nêr bila tenê zayendî nekeve hişê we, hemû tiştên hişk nêr in. Helbet têgiha namûsê bi serê xwe mijareke din e û di nav gelên bindest de jî bêtir bi bandor e. Talî ji malbata wan tenê dêya wî dimîne. Dema bi dêya xwe re dikeve dîyalogan helbet li hevalên xwe Dilşad, Şêrzan û Azad jî dipirse û hwd. lê piranîya hevalên wî yan hatine daliqandin an jî hatine şewitandin…

Karekterê me di hundirê odeya serê xwe de, li neynika rastîya xwe, rastîya rewşa gelê xwe, li rastîya hevalên xwe dinêre û di derûniya xwe ya hundirîn a hebûnê de digewime; heta ku kuntêla ava hebûna wî vala dibe û vediguhêze hîçekî. Derûnîya tenêbûna xwe ya di hefsê de, mîna findekê diçirisîne dijî di odeya xwe de û em jî lê hay dibin ku çirûsk ji odeyeke tarî diçirisin. Desthilatdar biryara daliqandina vebêj-karekter dide lê ne xema vebêj-karekter e, ji mirinê natirse, çimkî xema wî ji mirinê wêdetir e. Mînak: “Doh, ber êvarê bû dema ji te re gotin ku dê sibê bi şev fermana daliqandina te bi cih bînin. Li gorî te tiştekî normal bû û karekî wiha li te nekir. Te bi girnijîn nûçe wergirt. Te tiştek negot. Wan ji te ra got me nûçe ji diya te re jî şandiye, da hûn ji bo cara dawî hevdû bibînin.’’(r.21)

Vebêj-karekter wekî me got daliqandinê nake xem û tiştekî normal dibîne. Helbet sedemên wê hene, piştî ewqas serpêhatî, zilm û zordarîyê êdî bo vebêj daliqandin mîzgînîya xêrê ye; weke xelatekê ji xwe re hildibijêre. Di hundirê hefsa serê xwe de xwebixwe dikeve dîyalogên derûnîyeke hundirîn a xwebûnîyeke melankolîk û hebûn û serîrakirina xwe ji me re vedibêje. Lê tim hewl dide ku li ser dîwarê hefsê bi xelekên zincîrên di destên xwe de peyva ‘’Reyîn û Rewînê’’ binivîse. Çima? Helbet di vir de seg metafor e. Di hin çîrokan de metafora neyînî ye û di hin çîrokan de jî metafora erênî ye. Mînak: Di çîroka Sehê Zozana ya Qedrî Canî de seg “Dilsoz û Mêrxas e, heyfhiland e.’’ Di çîroka Kûçikê Tûlê ya Sadiq Hîdayetî de seg “Dêlik e û melankolîk e.’’ Di çîroka Şepal a Hesenê Metê de jî seg “Îxanetkar e.’’ Lê di Segwer de seg xumamî dixuyê. Mirov tam tênagihîjê, dilsoz e, xayîn e an jî melankolîk e. Lê karekterê me melankolîkekî serhêldir e loma îhtîmal e ku Segwer jî segekî romantîk ê serhildêr be.

Talî  ruhekî romantîk ê serhildêrî xwe li bedena karekter rapêçaye; mîna qijnîkekê bi ruhê wî ve zeliqîye û jê naqere. Mijar û karekterê romanê bi şêwaza têrtîrbûneke derûnî hatiye hûnandin. Mînak ji romanê: “Agir ketibû herdu terman. Herdu term bûbûn komir. Du seriyên reş û şewitî. Çend hestiyên dest û piyan ku qet ji hev nedihatin naskirin kîjan ên Dilşad û kîjan ên diya wî ne.’’ (r. 48) Dema em li vê peregrefê dinêrin, desthilatdarîya nêr bi aşkera xwe diradestîne. Mirov encax derûniyeke wiha têrtîr û çîrokeke wiha hiş û dilê mirov bibirêje û agir bi mirov bixîne bihûne. Gelo kîjan çîrok dikare vê rastiyê û desthilatdarîyê vebêje? Bifikirin-hevdilîniyê bikin ku mirov laşên şewitî li ber çavên xwe bibîne. Trajedî û êşê, di hembêza desthilatdarîyê de serî rakiriye. Dergûşa desthilatdarîyê ji cî ve leqandine. Çimkî desthilatdar harr û dîn bûye loma ewqas laşan dişewitîne û dike qîjot. Helbet ditirsin, ji ber tirsa xwe ye ewqas bi xedarî û bêronî êrîşê dibin ser bindestan an jî dîtiran…

Weke encam: Roman, mijara xwe ji rasteqînî û dîrokê wergirtiye. Ji pirtûka dîrokê tenê rûpelek e, rûpelên wiha di dîroka kurdan de nayên jimartin çimkî pirr in…

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê