19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Desthilatdarî û destdirêjî

Sarya Denîz

Mirov dikare bibêje ku di navbera desthilatdarî û destdirêjiyê de têkiliyeke ontolojîk heye. Ji Sumeran eta roja îro desthilatdarî û destdirêjî bi hev re bi pêş ketine. Desthilatdar her tim dixwazin bi destdirêjiyê desthilatdariya xwe xurt bikin.

Heke mirov destdirêjiyê bi kurtasî pênase bike, mirov dikare wiha bibêje; bi zor, gefxwarin û xapandinê pêkanîna êrîşên li hember kes an jî civakekê. Yanê di destdirêjiyê de reza, xwestek, erêdana kesên ku bi çalakiya destdirêjkar re rûbirû dimînin tune ye. Tecawizkar bi temamî li gor armanc û daxwaza xwe tevdigere. Kesê/a li hember xwe bi tu awayî nahesibîne. Ne derûnî ne daxwaz ne jî vîna kesê/a li hember xwe li ber çavan digre. Bi vî awayî di bingehê de wî/ê wek mirov nahesibîne. Ji ber ku taybetmendiyeke sereke ya mirov dike mirov xwedîvînbûna mirov e. Desthilatdar bi vê erîşê dixwazin vîna mirov bişikînin û mirov di aliyê derûnî de têk bibin. Ji ber ku mirovê/a vîna wî/ê şikestî û di aliyê derûnî de têkçûyî bi tu awayî nikare li hember polîtîkayên desthilatdaran serî rake, têbikoşe. Bi vî awayî hêz an jî kesên desthilatdar rehetir dikarin polîtîkayên xwe yên çewisandin, bişaftin, tunekirin û mijokdariyê bimeşînin. Elbet hemû bûyerên tecawizê bi vê armancê pêk nayên. Hin kesên ku mehkûmî ajoyên xwe ne û ji bo ku ajoya xwe ya cînsî tatmîn bikin destdirêjiyê dikin jî hene. Bêguman mirov dikare bibêje ji sedî 99’ê wan kesan mêr in. Sedema vê ya bingehîn jî çanda desthilatdariyê ye. Zilamê ku bi vê çanda genî mezin bûye, jinê wek amûreke cînsî dibîne û xwe li hember jinê xwedî her mafî dibîne.

Di van rojên dawiyê de li Kurdistanê du zarokên kurd rastî tacîz û tecawiza leşkerên tirk hatin. Ev her du erîşên hovane yênli Şirnex û Êlihê qewimîn tam jî bi wan sedemên ku me li jor anîn ziman ve giradayî ne. Leşker û polîsên dewleta tirk li gor polîtîkayeke ku ji aliyê dewletê ve hatiye diyarkirin nêzî jin û zarokên kurd dibin. Dewletê bi vê polîtîkaya xwe ya destavêtinê dixwaze vîna jinên kurd û di şexsê jinan de jî vîna gelê kurd bişikîne. Bi vî awayî dixwaze vîn û berxwadana gelê kurd bişkîne, gelê kurd teslîm bigre. Nirxên gelê kurd bêwate û dejenere bike û bi vî awayî gelê kurd ji civakbûne derbixe. Li hember van êrîşan bêdeng û bêbertek mayîn tê wateya ji holê rabûna civakbûyînê; ev jî tunebûn bixwe ye. Dîsa bêdengmayîna li hember van êrîşan bênamûsiya herî mezin e. Lê gelê kurd di serî de li Şirnexê û li çar aliyê Kurdistanê bertek nîşanî dewletê û polîtîkayên wê yên dijmirovahiyê da û diyar kir ku dê tu carî van polîtîkayên dewletê qebûl neke û li hember wan bêdeng nemîne.

Jixwe divê tu kesekî/e kurd van êrîşan wek êrîşên ji rêzê yan jî tenê êrîşeke cînsî nebîne. Ev êrîş tenê êrîşeke cînsî nîn e, di heman demê de êrîşeke siyasî, çandî û civakî ye. Ev destdavêtin tenê destavêtineke li hember du zarokan nîn e, ev destavêtin li hemû kurdan pêkhatiye. Pêwîst e, her kurdek vê rastiyê bibîne. Her malbat zarokên xwe li hember vê rastiya dewletê hişyar bike û bike hişmendî hişmendî. Her jineke kurd vê hişmendî û polîtîkaya dewletê baş fêm bike û li gor vê nêzî hêzên dewleta tirk bibe. Divê tu kurdek nekeve bendewariyeke ku ev tecawizkarên li dadgehên dewletê bên darizandin û cezakirin. Bendewariyeke wiha xwexapandin e û ji têkoşîna li hember destdirêjiyê revîn e. Divê her kurdek ji alî xwe ve, bi rê û rêbazên xwe li hember van êrîşên bêrûmetkirinê têbikoşe. Encax bi vî awayî em dikarin van polîtîkayên şerê taybet têk bibin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê