Duşem, Hezîran 14, 2021

Desthilatiya başûrê Kurdistanê koçberan ji bo hilbijartinan bi kar tîne

Desthilatiya Başûrê Kurdistanê bi koçber û penaberên li başûrê Kurdistanê re bazara siyasî dike û nahêle penaber vegerin malên xwe. Cîgirê Serokê Desteya Bilind a Mafê Mirovan yê Iraqê Elî Ebid El Kerîm El Şemerî der barê mijarê de axivî. Şemerî diyar kir ku desthilatiya başûrê Kurdistanê bi koçberan re ku di nav kampên başûrê Kurdistanê de dijîn, bazareke siyasî ferz dike û ji bo di hilbijartinan de bikaribin dengê wan ji bo xwe bi kar bînin, nahêlin koçber vegerin ser warê xwe.

Şemerî diyar kir ku wan wekî Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê ji bo mijara koçberan raporek amade kirine û wiha got: “Koçberên ku li 13 wargehên derdora Mûsilê hatibûn bicihkirin bi zorê ji kampan hatine derxistin û bi zorê xelk şandine ser malên wan.”

Li başûr koçber di hilbijartinan de tên bikaranîn

Şemerî behsa wargehên li herêma Kurdistanê jî kir û wiha got: “Ne Iraq ne jî tu kesek nekariye bi awayekî giştî koçberan vegerînin ser malên wan. Ji ber sedemên siyasî nahêlin koçber vegerin ser malên xwe. Bi ya min, vegera koçberan li Herêma Kurdistanê bûye mijareke siyasî, bi taybet jî desthilata Herêmê dixwaze di hilbijartinan de dengê koçberan ji xwe bi kar bîne.”

Desthilat dixwaze xelk koçber bibe

El Şemerî îdiayeke balkêş anî ziman û wiha got: “Desthilata Herêma Kurdistanê dixwaze xelk koçber bibe û ji bo vê yekê jî rê li ber xwe xweş dike. Bi taybetî li gorî Wezareta  Koç û Koçberan tê gotin ku kesên di nav wargehên Mûsilê de ji bo malên wan hatine vegerandin careke din berê xwe dane başûrê Kurdistanê û li başûr di wargehan de hatine bicihkirin.”

Bi koçberên Şengalê re bazareke siyasî tê kirin

Şemerî bal kişand ser rewşa koçberên Şengalê û destnîşan kir ku bi koçberên Şengalê re bazareke siyasî tê kirin û wekî sedem jî wiha got: “Ji ber ku tenê Şengalî dikarin dengê xwe bi kar bi kar bînin. Hejmara wan 80-100 hezar e deng e. Eger ev deng ji bo Şengalê biçin Şengalî dikarin 3 kursiyan li parlamentoyê bi  dest bixin. Gelê hemedaniyê jî niha koçber in, dengê wan jî bi qasî sê kursiyan heye, bi vî awayî dibe 6 kursî. Dengê van penaberan hemû ji desthilatdarên wargehan re diçin. Wek mînak di sala 2018’an de 5 kursî ji koçberan bi dest xistin.”

Şemerî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me hikûmeta Iraqê hişyar kiriye, lê mafê gelê Mûsilê di hilbijartinan de nehatiye bidestxistin. Nemaze xelkê Şengalê ger venegere ser mal û warê xwe Iraq dê careke din nikaribe mafê wan ê dengdanê biparêze, dê nikaribin dengê xwe bi azadî bidin.”