20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Destkeftiyên kurdan di metirsiyê de ne

Bi kedeke mezin û bedelen giran li Rojava pergaleke nû ya jiyanê hat avakirin. Di qada siyasî, aborî, tenduristî, leşkerî, perwerde û civakî de pergaleke nû û pêşketinên mezin ên ku li tevahiya cîhanê bibe mînak hat afirandin. Ne tenê li Rojava li her çar parçeyên din jî destkeftiyên gelek bi nirx derketin holê. Lê niha di siyaseta ku li her çar parçeyên Kurdistanê de ji hêla metingeran ve tê meşandin hemû destkeftiyên kurdan di bin metirsiyê de ne.

Ji bo parastina destkeftiyan ne tenê li Rojava li parçeyên din jî her tim banga yekitiyê tê kirin. Endamê Buroya Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Dêrikê Nayif Hesen di nirxandinên xwe de bal kişand ser parastina destkeftiyan û got: “Ji bo parastinê pêwistî bi yekitiyê heye.”

Partiyên siyasî yên ji bo berjewendiyên xwe yên kesane û partiya xwe dixebitin bû mijara nirxandinên Hesen û wiha bilêv kir: “Avakirina yekitiyê erka hemû beşên civakê, aliyên siyasî, oldar, rewşenbîr û rûspiyên eşîran e.”

Gavên erênî bavêjin

Hesen diyar kir ku li gor hewcedariyên demê, partiyên siyasî gavên têr û berbiçav neavêtine û wiha anî ziman: “Hin alî û partiyên siyasî gavên têr û berbiçav neavêtine. Di dema li hemberî kurdan komkujiyek pêk tê hincetên ne rast nîşan didin. Divê kurd helwesta xwe bikin yek û banga Mezlûm Ebdî ya yekitiya kurdî bi cih bînin û gavên erênî ji bo yekrêziya kurdî bavêjin.”

Yekitiya axa xwe ava bikin

Hesen, di axaftina xwe de li ser hewcedariya yekitiyê rawestiya û got: “Hewldanên avakirina yekitiya kurdî divê di çarçoveya Rojava de sînordar nemîne. Divê partiyên kurdistanî li her çar parçeyan yekitiya axa ava bikin. Ji ber ku destkeftiyên gelê kurd li rojava û başûr di metirsiyê de ne, hin partî erka ji wan tê xwestin bi cih naynin, ji ber ku bi dewletên mêtigerên Kurdistanê ve girêdayî ne. Ya girîng di vê pêvajoyê de yekitiya gel û parastina destkeftiyan e ku bi xwîna şehîdan hatine qezenckirin.” QAMIŞLO