20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Destpêka Romana Kurdî: Gotarên Li Ser Romana Êwra Kavkazê

Elîf Gun

Ev xebat ji aliyê weşanxaneya peywendê ve di sala 2020’an de hatiye weşandin. Xebat behsa wêjeya êwra Kavkazê û êwra di navbeyna salên 1920’an û 1991’ê de, ya li nav tixûbên Yekitiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê (YKSS), li van sê welatan; Ermenistan, Gurcistan û Azerbeycanê.

Wêjeya Kavkazê ji ber ku navê erdnîgariya ku dikeve nav sînorên van her sê dewletên navborî (pişt) Kavkaz e. Dema em li dîrokên hatine dayîn dinihêrin, destpêka damezirendina YKSS’ê û dawîlêhatina wê ye. Ji bo zimanê kurdî ev dem demeke pir girîng e. Nivîskarên vê pirtûkê berî qala xebatên xwe yên der barê wêjeya Kavkazê de bikin di pêşgotinê de bêjeya êwr, Kavkazê hatiye pênasekirin. “Bêjeya êwr (êwir) ji lêkera “êwirî (hêwirînê)” ê tê ku bêjeyeke xwerû bi kurdî ye û di devoka Serhedê de gelek berbelav e her wiha em gelek caran di berhemên kurdên Kavkazê de jî rastî vê bêjeyê tên. Êwirîn (hêwirîn) tê wateya bicihbûn, kondanîn, tebitîn, wardanîn hwd.” (r. 11). Bi zanebûn nivîskarên vê pirtûkê bêjeya êwrê bi kar anîne ku rehê kurdî ye. Ji bo bêjeya Kavkazê tevliheviyek heye di nav kurdan de. Di nav kurdan de gelek varyantên navê erdnîgariyê yên wekî Qafqas, Qewqaz, Qoqaz, Kafkas, Kavkaz, Qafqasya an jî Kafkasya hene. Her çiqas gelek varyant hebin jî “li gorî zanistan erdnîgarînasiyê navê vê herêmê PiştKavkas (Transcaucasia) e. Di heman demê de di berhemên êwra Kavkazê de jî wekî PiştKavkaz an jî Kavkaz derbas dibe. Loma me di vê xebata xwe de Kavkaz tercîh kir da ku orjînala wê bê zanîn û tevlîhevî bê çareserkirin û xeletbikaranîna wê bê terikandin” (r. 11).

Piştî ku bêjeyan rave dikin tên ser wêjeya Kavkazê. Di vê xebatê de neh gotar hene û hemû jî li ser roman û novelayên kurdî yên êwra Kavkazê hatine nivîsîn. Pirtûk ji çar beşan pêk tê. Gotarên ku hatine nivîsîn, li gorî mijaran nêzî hev hatine dabeşkirin.

Gotarên beşa yekem, bi giranî wekî destpêkê dixuyê. Di vê beşê de piranî wekî panoramaya romana kurdî ya êwra Kavkazê amade kirine. Di beşa ewil de nivîskarê gotara ‘ewil, Muslih Sezer e û navê gotara wî Destpêka Romana Kurdî; Panoramaya Romana Êwra Kavkazê (1935-1991) ye. Sezer, di gotara xwe de ji destpêka sala 1991’ê rewş, serpêhatî û geşedana romana êwra Kavkazê hûr vekolandiye. Gotara duyem a beşa yekem, ya Mehmet Nur Yavuzer e. Yavuzer, bi sernavê “Panoramaya Nasnameya Neteweyî di Romana Êwra Kavkazê (1935-1991) nivîsiye. Nivîskar, di gotara xwe de li ser romana kurdî ya êwra Kavkazê, ya di bin sîwana welatekî din de, bi ramana realîzma sosyalîst ve hatiye xemilandin û li derveyî axa welatê xwe bişkiviye, radiweste. Her wiha nivîskar, dikeve pey rêça rengvedanên nasnameya neteweyî di romanên kurdî yên êwra Kavkazê de û wan rêçan destnîşan dike.

Gotarên beşa duyem tenê ji bo gotarên der barê romanên Eliyê Evdilrehman hatine ravekirin. Ev beş bi gotara Dilaver Doger dest pê dike. Doger, qala Romannûsiya Eliyê Evdilrehman dike ku di wê serdemê de romannûsekî girîng ê vê êwrê ye. Her wiha nivîskar, berê xwe dide Romana Gundê Mêrxasan û Teknîk û Şêweya Eliyê Evdilrehma a Afirandina Tîp û Karakteran hûr dibe û li derdora romana êwra Kavkazê û teknîka di paça vê romanê de ronî dike. Di beşa duyem de gotara duyem aîdî Ahmet Seyari ye. Seyari, li ser Hewla Avakirina Bêjara Neteweperwer di Romanên Eliyê Evdilrehman de disekine. Gotara sêyem a beşa duyem ya Îlyas Sayim e. Sayim, berê xwe dide romanên Eliyê Evdilrehman û mijara xwe ji romanên wî derdixe. Sernavê gotara Sayim, Zordariya Feodalîzmê û Rizgarkeriya Şoreşa Bolşevîka di Romanên Eliyê Evdilrehman de ye. Her wiha Sayim, di gotara xwe de qala jiyan û berhemên nivîskar daye danasîn û paşê konstekta berhemên wî de meseleya duqutbiya feodalîzm û sosyalîzmê bi çi awayî û ji kîjan rewangeyê hatiye hilsegandin, rave dike.
Di beşa sêyem a vê pirtûkê de du gotar cih digirin. Navê vê beşê Romannûsiya Heciyê Cindî û Sehîdê Îbo ye. Di vê beşê de gotara yekem a Murad Celalî ye. Sernavê gotarê Dahûrînek li ser Romana Hewarî ya Heciyê Cindî di Peywenda Edebiyata Sirgûn û Şahidiyê de. Celalî di gotara xwe de, li Ermenistanê ketiye pey rêça koçberên kurd ên êzdî ku ji welatê xwe reviyane û çûne wir, her wiha ew koçber car caran bûne şahidên sirgûnan. Nivîskar gotara xwe bi peywenda wêjeya sirgûn û şahidiyê sazkiriye.

Nivîsa duyem a beşa sêyem a Mehmet Yıldırımçakar e. Sernavê gotara wî; Bi Perspektîfa Hînweriya Lehengên Erênî Tîpê Şoreşger ê Rûs di Romana Kurdê Rêwî ya Sehîdê Îbo de ye. Yıldırımçakar di gotara xwe de romana Sehîdê Îbo ya bi navê Kurdê Rêwî hilbijartiye û dikeve dû şopa tîpê şoreşger ê rûs û têkoşiyaye ku di bin sîwana hînweriya lehengên erênî de taybetmendiyên sereke rave dike. Her wiha nivîskar, di encama gotara xwe de çespandiye ku romana kurdî ya êwra Kavkazê ketiye bin karîgeriya realîzma sosyalîst, lehengên erênî û neyînî jî tîpê şoreşger ê rûs e ku di romana Kurdê Rêwî de bi awayekî berbiçav tîne berçavê xwîneran.

Beşa dawî yanî beşa çarem ji gotarên berawirdkirina berheman pêk tê. Gotara ewil ya Turkan Tosun e. Tosun di gotara xwe de pêşî Serlehengên Jin di Xezala Sîma Semendê û Mestûreya Tosinê Reşîd berawird kiriye. Em di gotara Tosun de, du berhem, du jin û du nivîskaran dibînin. Lêbelê taybetmendiya vê gotarê nivîskarek mêr e ya din jî jin e. Tosun lehengên jin di paceya nivîskareke jin û yekî mêr de çawa dixuyê, nîşanî xwîneran daye.

Gotara dawî û duyem ya beşê çarem Cihan Turan e. Turan berê xwe daye teknîka biyografî û otobiyografiyê. Navê gotara wî; Di Navbeyna Dîrok û Edebiyatê de: Teknîka Biyografî û Otobiyografiyê di Romanên Erebê Şemo Berbang û Şivanê Kurmanca de ye. Turan her du romanên navborî ji hêla taybetî û şêwaza romanên biyografîk û otobiyografîk ve dinirxîne. Di navbera her du romanan de Şivanê Kurmanca û Berbangê de aşkera dike. Turan her wisa her du romanan ji hêla naverokê ve jî berawird dike. Wekhevî û cudahiyên wan romanan destnîşan dike. Dema ku em li vê xebatê dinihêrin qadên ku di vê pirtûkê de hatine hilbijartin valahîyeke wêjeya kurdî û di kurdolojiyê de dagirtine. Di qada akademiyê de valahiyeke mezin her çiqas ji sedî sed tijî nekiribe jî dilopek e. Xwezî jinên nivîskar di pirtûkê de zêde bûna. Di nav ewqas zilaman de tenê jinek heye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê