spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Destpêkê heta dawiyê rojeva Newrozê Ocalan bû

Li Amedê bi sed hezaran kes qada Newrozê dagirtin û di Newroza Amedê de tişta derket pêş ew e ku gel li Ocalan xwedî derketin û bênavber ji bo Ocalan dirûşm berz kirin. Her wiha greva birçîbûnê ku li girtîgehan hatiye destpêkirin hat silavkirin û doza girtina HDP’ê û binçavkirina parlamenter Omer Farûk Gergerlîoglû hatin şermezarkirin.

Agirê Newrozê ji aliyê bi sed hezaran bi dirûşma; ‘Bijî Serok Apo’ hat pêxistin. Wekî her Newrozên Amedê di vê Newrozê de jî gel bi kincên kurdî rengînî dan Newrozê. Ji bo gel zêde tevli Newrozê nebin şaredariya ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin wesayîtên şaredariyê nexebitîn, di noqteyên kontrolê li heman cihî 3 lêgerîn pêk hatin, rêya welatiyên ku hatin qada Newrozê hat dirêjkirin lê gel hemû astengî derbas kirin û bi sed hezaran kes gihiştin qadê. Di kontrolên polîsan de zarok jî di nav de 33 kes hatin binçavkirin.

Her wiha li gel ku pandemî heye coş û tevlêbûna Newroza Amedê ji yên salên berê kêmtir nebû. Li qada Newrozê piraniya pankartan bi kurdî bûn û bi van pankartan peyam hatin dayîn. Li qadê geh komên muzîkê stran digotin û geh jî axaftin dihatin kirin.

Agirê Newrozê geş bû

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, wiha got: “Amed îro bûye Kawa Hesinkar, berxwedana Kawayê Hemdem û rêhevalê Zekiye û Rahşanan. Newroz berxwedanê tîne berxwedan jî jiyanê tîne. Meha adarê ji bo kurdan meha berxwedanê ye. Qadên Newrozê qadên berxwadanê ne. Li gel her tiştî gelê me li qadê ye. Bi pêşengiya jin û ciwanan li gund û zozanan agirê Newrozê tê geşkirin. Kesên kurdan tune dihesibînin bila li van qadan binêrin. Kurd li vê qada berxwedanê ne. Kîjan desthilat dikarê vê rastiyê tune bike.” Guzel xwest tecrîda li dijî Ocalan were bidawîkirin.

Ji bo statûya kurdan yekitî divê

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî wiha axivî: “Vayê qad vayê gelê kurd. Siyaseta kurd sed sal e li kuçeyê siyaset dike. Bi hedefgirtina siyaseta meclisê siyaset naqede. Em fermanên we nas nakin. Êdî dema yekitiyê ye. Heke em bibin yek serkeftin nêz e. Tirkiye û Rûsya dibin yek partiyên kurdan nabin yek. Werin em bibin yek.”

Newroz her roj e

Piştre hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar axivî û wiha got: “Newroz ne tenê rojek e, her roj e. Silav ji gelê Amedê yê heskiriyê azadî û berxwedanê re. Silav ji gelê Newrozê re. Ez we hemûyan bi coşa Newrozê silav dikim. Ji dil û can Newroza we û gelê Rojhilata navîn Pîroz dikim. Bijî Newroz. Newroz qêrîn e. Rêya heqîqetê û heviya jiyanê ye. Em hêviyên xwe di her Newrozê de wekî agirê Newrozê germ digirin.” 

Sancar balkişand ser doza girtina HDP’ê got ku serkeftin a wan e û wiha axivî: “Serdozgerê Komarê bi fermana Qesrê der barê HDP’ê de dozê vedikin. Em dipirsin hûn HDP’ê bigirin, hûn dê vî gelî çi bikin? Hûn nikarin pêşiya vî gelî bigirin.” Sancar banga têkoşîna hevpar li hêzên demokrasiyê kir ku bi hev re li dijî zilmê têbikoşin.

Nameya Ocalan bi bîrxist

Sîncar balkişan ser peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Birêz Ocalan di nameya 2013’an de got ‘Demek nû dê bê destpêkirin. Ne çek wê siyaset bi axive.’ Em li pey vê banga Ocalan in. Em li pey nameya Ocalan a 2013’an in. Îqtîdar di tecrîdê de israr dike. Lê em soz didin teqez em ê bi ser bikevin.”

Rota azadî ye

Sancar axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Rêya aştiya Rojhilata Navîn di Azadiya  Kurdan re derbas dibe. Azadiya  Kurdan jî di Îmraliyê re derbas dibe. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bike. Divê gelê Kurd ji Mahabad heta Qamişlo li her derê heviyên demokrasiyê pêş bixin. Bila ev Newroz bibe Yekîtiya Neteweyî. Rota me azadî ye. Em li dijî yekperestiyê em ê siyaseta demokratîk pêş bixin û bêtir mezin bikin. Yên van zextan li me dikin, bila bizanibin HDP mezin dibe û tê.