Rojnameya Heftane

Devşirme

Riza Uyar

Du ciwan li qehweyê rûniştine û li ser kesên devşirme nîqaş dikin. Yekî gundî jî li tenişta wan rûniştiye û li wan guhdarî dike. Lê tu tiştekî ji wan fêm nake. Radibe û diçe ser meseya wan û ji wan re dibêje: Xwarzê niha ji siba xwedê de hûn ji hev çi dixwazin? We qirik li hevdu qetand.

Yê ciwan dibêje: Xalo em li ser kesên devşirme nîqaş dikin.

Yê gundî dibêje: Devşirme çi ye lo?

Ciwan: Ew ê ku li dijî neteweya xwe îxanetê bike, jê re dibêjin devşirme.

Zilam: Netewe, devşirme, bi xwedê min tu tiştekî fêm nekir. De kanê ji min re hinekî vekirî bibêjin ku ez jî fêm bikim lo?

Ciwan: Binihêre xalo, niha ew ê ku hevkariya dijminê xwe bike û li dijî qewmê xwe derê jê re dibêjin devşirme, îca te fêm kir?

Xalo: Ma şîrê kerê vexwarine ku hevkariya dijminê qewmê xwe bikin?

Ciwan: Welehî xalo îca te fêm kiriye, yên ku şîrê kerê vedixwin dibin devşirme.

Xalo: Xwarzê niha ku mirov ji dêvla şîrê kerê, mastê kerê bixwe dîsa dibe devşirme an na?

Ciwan: Belê heman tişt in!

Xalo hêrs dibe û dibêje: De rabin û herin ji xwe re karekî dinê bikin lo. Heke bi mastê kerê mirov bûbûna devşirme, niha ji qereqola gundê me yek leşkerekî jî nemabû ku nebûbû devşirme. Lê ew tiştê ku hûn li ser nîqaş dikin ti eleqeya wî bi şîrê kerê nîn e. Ew tiştê ku hûn li ser nîqaş dikin em bi kurdî jê re dibêjin ‘Jê keto û pê keto!’