Rojnameya Heftane

Dewkula kurdî

Felat Nishtiman

Bi biharê re pez ji gomê derdiket, diçû çêrê. Bîn û bereketa gil û giyayên çolê, li pez jî digeriya û serzê diketê. Êdî wexta bêrîvan, dotin, dangî û dewkulê bû. Heta şivanek dihat girtin, em diçûn ber pezê xwe. Pîra min her roj bi serê tavê re, bi dengekî nermik ê lorînî digot, ‘de rabin kurên min de rabin, roj hatiye nîvro, xelkê pezê xwe bir di guharên Dono de derxist, hê hûn razayî ne; de rabin berxên min de rabin, wa min qeymaxê we daye ser nan, di bin merkevê de ye; de rabin pez di nav qesarê de heşir bû…’ û digot û hey digot…

Bi dengê wê re, car hebû em ji ciyê xwe vediciniqîn, radibûn ser xwe; car jî hebû bi çavên nîvvekirî hema bi zorê, bêyî hemdê xwe radibûn ser xwe; me radikir nanê xwe yê biqeymax û em diçûn ber pezê xwe. Lê ne roj hatibû nîvro, ne jî pezê xelkê di guharên Dono de derketibû. Serê tavê nû derketibû û hema meriv dizanibû wa zeraqên tavê avêtine serê girê Ledo.

Hin dengên zaroktiya meriv dibin melodiyên efsûnî di hişê meriv de û her dilorînin. Çi bikî, çawa bikî, nikarî xwe li wan dengan daneynî. Melodiya min a efsûnî jî dengê pîra min e. Ew deng e, carcaran ji nav serpêhatiyên zaroktiya min bi lorînî gazî min dike.

Xwediya wî dengê efsûnî yê zaroktiya min, îro ji serî heta binî behsa çêkirina dewkula kurdî dike; ya pê dew û jiyana me dihatin kulandin. Ka em bala xwe bidinê, dewkula me ya kurdî bi çi zor û zehmetî, sebir, ked û zanebûnê hatiye çêkirin. Kerem bikin, em guhê xwe li pîra min Xecê mûç bikin…

“Te bizina şîr şerjê dikir û kunkî derdixist. Ji qemçika wê, te digura. Milê xwe hildida û dikir nav goşt û eyar, bi pêçiyan te vî eyarî ji vî goştî dikir. Te dianî di dev da derdixist û dadileqand. Îcar xweliya dara mazî me li bêjingê dixist. Di avê da me yê bikelanda, te avê ji ser da digirt û vê lepoxa wê dibû weka mastê kîs. Tevî mû, te yê eyarê xwe vejî bikira danîna ser pot. Te yê alî mû têkira hundir, te yê şûna goşt li derva bihiştana. Te yê bi carekê bi xweliya dara vê dewkula xwe bidûta. Te bezê wê jê dikir. Hingilê wê, gidêşa wê me sax didût bi vê xweliya daran. Me yê li hevdu bilefanda têkira nav potkî û datanî kêleka kuçik ji bû miyê xwe bida. Ew ê heştekî tê da bima, piştre wê miyê xwe bida û me yê ji mûyan paqij bikira. Me yê dewkula xwe vejî bikira û li avê bixista. Me yê têr paqij bikira û me yê bianiya kêr bikira. Heta dibû weka kefa destê meriv û mû pêva nedima. Û me yê weka balorê piv bida. Me sê çar kesan piv dida. Îcar me yê cilêt bikira heta piçkî mû pêva nedima. Pivdayî dianî datanî ba kuçik ku dû bigire û ji bo debaxê bigire.

Me payîzê dest bi çêkirinê dikir. Di adarê da me dikir debaxê, ji ber ku ne tava wê tûj bû, ne jî serma wê hebû. Me yê botavê bêjing bikira, girê wê jî bikelanda. Alî mû jî me bînkî sabûn lêdixis, dibû weka çiftexas. Şeva spî jî te yê têkira ava teştê bihelanda, te yê dewkula xwe têkirayê û debaxa xwe jî têkirayê û te yê cî bi cî mizda. Piştre te yê biqelabta alî din. Te yê wî jî têr mizda. Te vejî dikir û bi vî awayî sê rojan di bûkikê da dima. Me digot bira kes nebîne, ji bû nezerî nebe. Gere kesê dewkula me nedîta. Xwedê zane nezerî dibûn me diceriband, dibûn.

Destê me dibûn weka hinê. Pazdekî dewkula di debaxê da dima, êdî hema tavê bida kê derê me dida ber tavê. Biharên berê pir gelêle bûn, tav tinebû. Ley radibûn, pez pê ra diçûn. Rojê du car me miz dida. Ku ava wê biqediya, me av lê zêde dikir. Me didî êdî girtiye, me yê lolepa lêxista û me yê bibira ber kaniyê xîşika têxistayê û bikula û bikula û bikula heyyya ava zelal jê dihat. Du heb qîzik dikulan, me digot xweş dibe bereket dikeve rûn, qîzeka qîzîn e bi bereket e.

Me yê qalikê hinarên şîrîn hişk bikira, têr di conî da bikuta û  bianiya bêjing bikira. Me şev û mast û tûfilhinara xwe tev di dewkula xwe dida. De îcar wisa xweşik dibû. Roja din me dewê xwe tê da dikula. Îcar bîna debaxê jê dihat hinka jê hez dikir, hinka jê hez nedikir. Cîkî du ciya jê dihat paşê paqij dibû. Me dewkula xwe davêt sêpiyê. Me yê bikula û dewê wî vala bikira û rûnê xwe jî têxista elbika darîn  û me yê têr bişûşta rûnê wî spî bû. Me yê têr xwê bikira û me yê têkira kûpikê xwe.

Carna meriv rehet nedibû, me du kesan dikula. Ku dinya cemidî bûna dereng çêdibû û germ bûna jî jixwe dimeliqî. Şîrê êvarê me diguhast, şîr pir bû heta evarê bi zorê dihat haveyn. Nedibû em bikulin. Tirş nedibû, şîrîn bû. Wî mastî me dihişt roja din, ê roja din jî têkira şûna wî. Di royê da nedihat kulanê, ji ber vê dihat guhastinê. Ê sibê dihat kulan lê yê êvarê nedihat kulan. Şîr pir bû xelkê di teştan da dimeya.

Me digo bira dewê me nemeliqe me dikula. Dewkul êdî dibû, qul dibû. Ji dara kevotê me çekan çêdikir. Lolepa kêriyê van tiştan me dikirî. Bi şimayê bi tayê xav, bi dirêşê me didirût ciyê qul didirût. Kesê nizanibû penêr çi ye, me şîrê xwe tev dikir rûn.”

*Vebêj: Pîra Xecê

*Herêm: Farqîn