19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewlet daristanan dişewitîne û venamirîne

Artêşa tirk di 20’ê gulanê de li sêgoşeya navçeyên Pulur, Xozat û Çemîşgezekê, operasyonek leşkerî da destpêkirin. Bi destpêka operasyonê re li herêmê agir bi daristanê ket û şewat her ku diçe belav dibe. Her wiha li gorî agahiyên ku ji gundiyên herêmê hatin girtin ji bo vemirandina  agir tu hewldan tune ye.

Têkildarî şewata li herêmê Federasyona Komeleyên Dêrsîmê (DEDEF), li ser hesabê xwe yê medyayê daxuyaniyek parve kir û wiha got: “Ew rîsk heye ku şewat li qadeke mezin belav bibe. Şewat jiyana li herêmê tehdît dike. Demildest divê mudaxaleyî şewatê bê kirin û jiyana zindiyan bê parastin.”

Walîtiya Dêrsimê û Miduriyeta Giştî ya Daristanan, li gel ku 4 roj bi ser şewatê re derbas bûn jî hîna tu daxuyaniyek ne dane.

Dîsa di 9’ê gulanê de piştî operasyona eskerî ya Amûtkayê ya nêzî gundê Koçkozluca hatibû destpêkirin, agir bi daristanê ketibû. Şewata ku 6 rojan dewam kir, ji ber xwe ve vemirî bû.  DÊRSÎM