25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dewlet dixwaze komkujiya Pirsûsê bide ji bîrkirin’

Kesên di bîranîna 33 ciwanên sosyalîst ên di komkujiya Pirsûsê de hatin kuştin, hatin binçavkirin û berdan, diyar kirin ku 5 sal in bi mudaxaleyan destûr nadin ku bernameya bîranînê li dar bixin û li şûna dewlet bi rastiyê re rû bi rû bibe, armanc dike ku komkujiyê bide jibîrkirin.

Endam û nûnerên Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê di Salvegera 20’ê Tîrmeha 2015’an a 5’emîn de ku li navçeya Pirsûsê DAIŞ’ê li dijî ciwanên sosyalîst êrîşa bombeyê pêk anî û 33 ciwan kuştin, xwest 33 ciwanên hatin kuştin bi bîr bînin. Wekî her salê dîsa polîsan mudaxaleyî çalakiyê kir û 42 endamên înîsiyatifê binçav kirin. Polîsan di bin çavan de îşkence li Şamil Parlak kir û rûyê wî felç kir. Dîsa ji ber îşkenceyê gelek beşên bedena wî zirar dîtin. Kesên hatin binçavkirin û berdan, diyar kirin ku di maşîneya polîsan de bê maske û bê hewa hatine hiştin û dê ji ber van pêkanînên polîsan serlêdana sûc bikin.

Okan Danaci jî anî ziman ku li şûna dewlet bi komkujiya Pirsûsê re rû bi rû bimîne, dixwaze komkujiya Pirsûsê bide jibîrkirin û wiha got: “Bîranîna Pirsûsê 5 sal in her tim rastî astengiyên polîsan û hêzên ewlehiyê tê. Wêneyê kesên hatine kuştin diçirînin. Naxwazin rûyê ciwanên hatin kuştin bibînin. Lê her sal ruyê van hevalên me yên li Pirsûsê hatin kuştin dê wekî sîleyekê li rûyê wan bikeve. Dê her sal 20’ê tîrmehê wekî sîleyekê li rûyê wan bikeve. Neçar in, bi vê komkujiyê û hevalên me yên hatin kuştin re rû bi rû bimînin û hesabê vê yekê bidin“. ENQERE