18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta Merwanî

Dewleta Merwaniyan di sala 983’yan de ji hêla Qral Baz Dostik ve hatiye avakirin. Navenda wê ango peytext li navçeya Meya Farqînê ya Amedê ye. Îro jê re Sîlvan jî dibêjin. Li ser alaya wan wêneyê teyrê duserî heye. Hikumdarên wan ev in: Baz Bîn Dostik, Hasan Bîn Mervan, Mûmehîdûddewle Seîd, Ebû Nasr Bîn Mervan, Seîd Amîd, Nîzamûddewle Nasir û Nasirûddewle Mansûr. Hikumdarê Merwaniyan Baz Bîn Dostik, destpêkê Amed, Farqîn û Nisêbînê ku di bin hakimiyeta Buveyhiyan de ye digire. Di sala 984 an de jî Mûsilê digire. Xwest Bexdayê jî bi dest bixe lê bi ser nakeve û neçar dimîne ku Mûsilê jî biterikîne. Baz Bîn Dostik di sala 991’an de ji bo ku Mûsilê cardin bi dest bixe dikeve nav tevgerê. Lê li hemberî Hamdaniyan têk diçe û di vî şerî de tê kuştin.

Piştî mirina Baz bîn Dostik xwarziyê wî Hasan Bin Merwan dibe hikumdar. Merwan li dijî Hamdaniyan şer didomîne. Du caran wan têk dibe û Meyafarqînê dike paytexta Merwaniyan. Di sala 997’an de li Amedê di encama suiqastekî de jiyana xwe ji dest dide. Amed, Farqîn, Heskêf, Nisêbîn, Erzen û Cizîr bajarên girîng ên dewleta Merwaniyan bûne. Bi demê re Riha, Mûş, Wan û Mûsilê jî tev li axa xwe kirine. Bi Bîzans û Ebasiyan re pevçûnên wan çêbûne. Lê di heman demê de têkilî danîne û peyman çêkirine. Hikumdarê wan ê herî zêde tê zanîn û mezin Nasrûddewle ye. Di dema wî de Merwanî di her alî de pêş ketine û sînorên axa xwe fireh kirine. Qralên Merwaniyan li ser navên xwe dirav û pere derxistine. Erebî û kurdî zimanê fermî ye. Li ser pereyên wan bi zimanê erebî nivîs hatiye nivisîn. Gelên ermen, suryan û ereb jî di bin sîwanê dewleta Merwaniyan de cih girtine. Her wiha ji gelên ermen, suryan û ereban di rêveberiya dewleta Merwniyan de cih girtine û kar û xebatên diplomasiye jî meşandine. Li nava Sûra Amedê gelek avahiyên dîrokî hene ku ji aliyê şaristaniyên cuda ve hatine avakirin. Yek ji van şaristaniyan jî Merwanî ne. Mizgefta Merwaniyan ji aliyê dewleta Merwaniyan ve hatiye çêkirin.

Mizgefta Merwaniyan di nava Sûra Amedê de nêzîkî hezar sal e li hember dîrokê li ber xwe dide û heta roja me ya îro hatiye. Ev dewlemendî û taybetmendiyên Mizgefta Merwaniyan vê mizgeftê dixe nava mizgeftên taybet ên cîhanê de jî. Di navendê de mizgeftên ku ji Mizgefta Merwaniyan kevintirin jî hene. Lê ew mizgeft berê dêr bûn paşê wek mizgeft hatine bikaranîn. Mizgefta Merwaniyan ji destpêka xwe ve mizgeft e.Merwaniyan girîngiyeke mezin dane çêkirina mizgeft, m edrese, pir û her wiha gelek cure avahiyên din ên dîrokî. Ji Mizgefta Merwaniyan ve jî xuya dibe ku bi mîmariyeke bedew û bi motîfên rengîn hatiye xemilandin. Lê ji dîmenên mizgeftê yên berê û yên niha tê famkirin ku dîmenê resen ê mizgeftê hatiye guhertin û rastî destwerdaneke xelet hatiye. Amed û herêmên din di dema Merwaniyan de pêş ketine. Gelek pir, qanalên avdayînê, mizgeft, xan û hemam çêkirine. Li rojava bîzansî û li rojhilat jî selçûqîyan car car êrîşî Merwaniyan kirine. Bi selçûqîyan re li hemberî Bîzansê hevkarî kirine û di sala 1071’an de di Şerê Milazgirê de Bîzansî têk birine. Piştî selçûqî li herêmê cih dibin, di sala 1086’an de êrîşî Merwaniyan dikin û dewleta Merwaniyan ji holê radikin.