Thursday, September 16, 2021

Dewleta serî qûç, binî pûç

Bi rastî Tirkiye welatekî balkêş e. Balkêş e ku ew çîroka “Yaşar ne yaşar ne yaşamaz” (Yaşar ne heye, ne tune ye) encax li vî welatî diqewime. Lêbelê bêhtir çîrok hene ku hê jî berdewam in.

Wekî nimûne erebe heye motor û parçe nîn in. Balafira bêmirov heye dûrbîn û motor nîn in. Tank û helîkopter hene motora pê bişixulin nîn e. Rêber û serwer wek malxweyî bazariyê dike û mizgîniya derxistin û firotanê dike, lê gaz û petrol nîn e. Sê alî derya ye, lê dorpêçkirî ye. Êrîşî her welatî dike lê cihekî xwe lê ragire nîn e. Xaniyên mezin, avahiyên terikî û bê hed û bê hesab hene, lê karxane û kargeh nîn in. Xwedî xwezayeke bêhempa ye, bi çiya û banî û deştên xwe bêsînor e, lê ji bo berhemên sewalvanî û çandiniyê hewceyî derve ye. Welatekî demokrat e, lê ji xêncî tirkbûnê kesî qebûl nake. Welatekî dîndar e, terîqet, şêx, mele bê sînor in, lê diz, talanker, zordar û mafya pîroz in. Welatê turîzmê ye, lê cihûwarê gerûgeştê bûne qurbana rantê. Li gor hin statîstîkan welatekî zengîn e, lê deynê bêhesab li ser welêt barê giran e. Ji bo sermayeya navneteweyî hemû tawîzan didin ku hin pere bînin û derfetên kar vekin, lê sermayedar, serwer û bîrewer pereyê welêt dişêlînin û dibin welatên din. Dixwin û diqirpînin.

Lê niha jî, ango di fînalê de berê xwe dane esman û hîvê. Li vî welatê ku ji birçîna însan nêz dikevin û dimirin an jî ji ber bêçaretiyê xwe dikujin, serwer û rêber xeyalên sed saliya komarê bi peyamên çûyîna fezayê pîroz dikin. Ji bo vê jî ji senaryoyên erzan jî şerm nakin. Monolîtekê ku li gor emsalên xwê bê qelîte, li warê Girê Mirazan, bi nivîseke bûye sembola nijadperestiyê li welatê kurdan diçikînin û pê re jî peyama xwe ya mizgîniya çûyîna li ser hîvê pêşkêş dikin. Bo vê jî derketine parsa rûsan ku hela ka di dûmahîkê de çi fenûfût dê derkevin.

Em dikarin der barê hiş û mentiqa dewleta tirk de gelek tiştan bibêjin û  hemû jî neçarî nîqaşan in. Lê tiştek heye ku bê şik û şiphe tirk dikin û xwe pê serbilind dibînin. Dijminahiya netewa kurd, belê wek dewlet, wek civak, wek kes ev mijar bi xwe re kirine rik. Wan konê hebûna xwe li ser kîndarî û xwîndariya kurdan ava kiriye.

Ne henek be, lê wisa tê xuyakirin ku ev meseleya çuyîna fezayê jî bi kurdan re girêdayî ye. Tê zanîn, ev dewlet bi her kesî re, her miletî û dewletî re her bazariyê dike, dide û distîne. Her tawîzê jî dide, lêbelê ev hemû jî, ji bo kurd negihîjin mirazê xwe.

Wisa aşkera ye ku ji bo Rûsyayê razî bikin, wekî li herêmên Rojava û deverên Kurdistanê yên cuda tawîzan bigirin, mecbûr in bertîlê bidin Rûsyayê. Tê zanîn mijara S-400’an jî wiha qewimî. Dîsa îhaleyên saziyên nukleerê jî girtin. Bi vê sayê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî dagirkirin. Li Idlibê temenê serdestiya xwe û çeteyên xwe dirêj dikin.

Belkî di encemê de tirkek biçe fezayê, çend fotoyan pêşkêş bike û pesnê Erdogan û Mistefa Kemal bide. Ala Tirkiyeyê jî derxîne û maç bike. Lê gelo di rastiyê de wê ev çi çareser bike? Wek nimûne gelo kurd, êdî wê xwe û îradeya xwe radestî tirkan bikin? Gelo deynê Tirkiyeyê wê biqede? Mimkûn e ku Tirkiye bibe welatekî fezayî û ji bo vê jî gelo derfet hene?

Mixabin tu tiştek jî çareser nabe. Ev hişê kêmgirtî ji Rûmeliyê heyanî Anatolyayê, ji Kilîkyayê heyanî Pontusê yan jî ji Zagrosan heyanî Mezrabotan ango seranserê Kurdistanê wê çi biguhere? Ji xeynî rîtuelên sedsala berê wê çi biguhere?

Belê serî qûç e û binî puç e! Lê kesên wê qûç dibînin jî ne kêm in. Bi taybetî li ba me, yên xweziya xwe bi qûçî tînin bi pişopişokirina serdestan sermest dibin, di bin giraniya qûçî de jî diminîn û pûç dibin.

Lazim e em hay ji xwe hebin.

Naveroka berêÇerçî
Naveroka ya piştî vêZiman welat e