Rojnameya Heftane

Ken ji dev û lêvan hêvî ji çavan kêm nebûn

Ji derengmayîna min, ji xemsarî û sersariya min bihesibînin vê nivîsê. Bêguman ji heq nayêm der li ser binivîsim. Nazdar e êşa nivîsê, giran e derdê hevokê, cirnexweş in çêkirinên rêzikan li…

Velgê dare ruçikit kerd çuwalan

Hawtanê derbaz bîyayeyan de ma qalê Siltan Silemanî kerdbî. Tilya ey de ju gîştanêestbîyo hûrînda nêxşê gîştanî de morê ey bîyo. Cebraîlî no mor dayo Siltan Sileymanî. Saya nê morî ra dinya…

Dewletê karkerên kurd qewirandin

Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê, ji ber polîtîkayên ku ji hêla dewletê ve tên meşandin, kurd bi birçîbûnê tên terbiyekirin. Li gel ku şert li Kurdistanê ji bo hilberandina gelek berhemên çandiniyê guncav in jî bi awayekî têrker hilberandin nayê kirin. Astengiya herî mezin a li pêşiya hilberandinê nêzîkatiya dewletê ya li hemberî kurdan e. Ji bo astengkirina hilberandinê dewlet gelek polîtîkayan diafirîne û pêşî li têrbûna kurdan a ji xaka wan digire.

Mînaka herî şênber a vê polîtîkayê niha li beriya Mêrdînê û deşta Heranê li holê ye. Riha û Mêrdîn du bajar in ku ji aliyê dewletê ve li wan bendav hatine çêkirin û ji çandiniyê re guncav in. Lê niha ji bo çandinî li wan neyê kirin, li her du bajaran jî ji aliyê dewletê ve ceyran hatiye birîn. Birîna ceyranê bi mehan e didome û li gel hemû hewldanan jî nayê berdan. Ji ber vê astengiyê îsal hema bêje bi xweşikî çandinî jî nehatiye kirin.

- Advertisement -

Xerac xwestine

Di encama polîtîkayên dewletê yên bi vî rengî de her sal bi sed hezaran kurd bi mehan ji malên xwe dûr dikevin û diçin li bajarên Tirkiyeyê karkeriya demsalî dikin. Îsal jî ji van her du bajaran ji niha ve bi hezaran mirovan berê xwe daye bajarên Anatoliyaya Navîn. Lê çi feyde, li gel karkeriya xwe jî li van bajaran ji kurdan re rehetî tune ye. Li van bajaran ji aliyê nijadperestan ve zilm li wan tê kirin û bi êrîşan re rû bi rû dimînin.

Herî dawî jî di nav hefteyê de 13 malbatên ku ji navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji bo karê daristanê çûbûn Yozgatê, li vir êrîş li wan hat kirin û ji bajar hatin derxistin. Malbat li gel ku konê xwe li araziyên xezînê datînin jî keyayên gundan bi hinceta ku arazî yên gundên wan in, doza xeracê ji wan dikin. Dema ku malbat xeracê red dikin, bi beralîkirina keyayan êrîşên nijadperest li wan tên kirin. Dewletê jî weke çareserî derxistina malbatên kurd a ji bajar guncav dît.

Malbatên ji bajar hatin derxistin, hinek ji van careke din vegeriyan Mêrdînê û hinek ji wan jî ji neçarî ji bo xebatê derbasî hin bajarên din bûn.

Êrîşa 42 gundan

Ferdên malbatên ku bi vê bûyera nijadperest re rû bi rû man serboriya xwe vegotin û diyar kirin ku keyayên 18 gundan li dijî çûyîna wan a bajar derketine û mirovên 42 gundan ji bo êrîşa li dijî wan, bi rêxistin kirine. Karkerê bi navê Îrfan Çagûr ku êrîş lê hat kirin, diyar kir ku keyayan timik pêşiya kesê ku ji wan re kar dîtiye girtine û gef lê xwarine û ev tişt got: “Em 13 malbat mexdûr bûn. Nêzî 300 hezar lîre zirara me çêbû. Dewletê jî piştgirî da êrîşkeran. Heke li Dêrikê êrîşek wiha bibûya dê bi bombeyên gazê û ava şid em ji hev belav bikirina. Lê li vir wisa nekirin. Armanca ew bû em ji wir derkevin. Em jî dixwazin li Mêrdînê bixebitin lê ji ber nebûna kar em ji neçarî çûn wir.”

Ji lîncê rizgar bûne

Karker Mehmet Can Dûrgût jî bi lêv kir ku êrîşa li hemberî wan êrîşeke organîzekiribû û ji ber kurdbûna wan ev êrîş pêk hatiye û wiha axivî: “Der barê êrîşkeran de di warê hiqûqî de tiştek nehat kirin. Haya rayedaran ji me hebû. Em bi zehmetî ji lîncê rizgar bûn. Me keda xwe li wir hişt û vegeriyan welatê xwe. Ev êrîş li ber çavê dewletê pêk tê lê tiştek nakin. Tişta li me kirin navê wê zilm e.”

HDP dişopîne

Piştî ku bûyer derket holê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ji bo malbatên ku êrîş li wan hat kirin, ket nav liv û tevgerê û dest bi xebatên lêkolîna bûyerê kir. Tê payîn ku di rojên pêş de parlamenterên HDP’ê bûyerê bibin parlamentoyê û der barê bûyerê de pêşniyazpirs bidin wezîrên bi mijarê re eleqedar.