20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewletên derve herêmê weke ço bikar tînin

Welatiyên Kurdistanê û bi taybetî yên li herêma Federe ya Kurdistanê dipirsin û dibêjin ‘Gelo hikûmet dikare bibe sîwana çareseriya hemû aloziyên li Herêma Kurdistanê kom bûne? Gelo dikare pêşgavî û êrîşên Tirkiyê li dijî axa Herêma Federe ya Kurdistanê rawestîne? Gelo dikare mafên kurdan di parlemana Îraqê de bi dest bixîne?’ Lê dema em li naveroka rûniştinên parlemana Herêmê û Îraqê temaşe dikin; em tu bendên girêdayî êrîşên dewleta tirk û aloziya li herêmê û mafên kurdan li Bexdadê nabînin.

Ji dema ku Mesrûr Barzanî desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê di havîna 2019’an de bi dest xist û serdema hikûmetên beriya wê, heta niha bi taybetî li herêmê bi nakok, nikaribûn daxwaz û mafên kurdan li herêma Kurdistanê û li Îraqê bi cî bikin.

Berovajî wê hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê deverên berfireh ku di bin serweriya wê de bûn (Kerkûk, Xaneqîn, Mexmûr û Celewla) winda kirin. Her wiha hin deverên girêdayî parêzgeha Diyalî û Mûsilê, ango Herêmê di encama siyasetên têkçûyî de nêzî ji sedî 52 ji axa xwe winda kir. Têkbirina Herêmê ji van deveran hişt ku deriyên guhertina demografîk were destpêkirin û çalakiyên erebkirin, koçberiya ber bi derve û bilindbûna rêjeya bêkariyê jî tên domandin.

Ji sala 2005’an ve piştî ku rêjîma Seddam Hisên hilweşiya yekem car kurd beşdarî parlemana Iraqê bûn. Lê gelo parlemanterên kurd li Bexdadê çi kirin? Dema em behsa madeya 140 a destûra Iraqê dikin diyar dibe ku tu kesî şanazî bi parlemanterên kurd li Bexdadê nekirine, nemaze ji ber berjewendiyên teng ên partîtiyê û siyasetên têkçûyî ku partiyên Kurdistanê li herêma Kurdistanê nikaribûn xwe jê rizgar bikin. Tevî ku hilbijartinên parlemantoyê ya îsal pêk hatin jî, rêjeya baykotkirina welatiyan li herêma Kurdistanê gelekî bilind bû. Ev jî peyameke zelal a welatiyan ji partiyên herêmê yên desthilatdar re bû, ku nikaribûn mafên wan li Iraqê biparêzin. Tişta ku di encama raferandûma 25’ê îlona 2017’an de rûdane, nîşana herî berbiçav e.

Eger em hinekî behsa sîstema herêma Kurdistanê û destwerdanên derve bikin, diyar dibe ku heta niha tevî ku hikûmet jî hatiye avakirin nikaribû yekitiya hêzên leşkerî pêk bîne û her partiyekî siyasî xwedî baskekî leşkerî ye û nikarin derbasî herêmên hevûdu bibin. Ango (pêşmergeyên girêdayî YNK nikarin derbasî deverên di bin serweriya PDK’ê de ne bibin). Ji bilî vê yekê herêm dabeşî du aliyan bûye, aliyekî wê YNK’ê tê de serwer e û aliyê din jî PDK’ê têde serwer e. Her wiha biryarên hatine wergirtin nikaribûn hevgirtinekê li Herêmê pêk bînin, ango dever di bin serweriya partiyan de maye. Girtin û darizandinên derheqê girtiyên Behdînanê de pêk hatine diyar dike ku dadweriya Herêmê ne serbixwe ye û girêdayî serweriya hin partiyan e.

Derbarê destwerdanên Derve li Herêma Kurdistanê de jî, Herêm ji bo serwerya istixbaratên navdewletî û di serî de Tirkiye, Îran, Emerîka, Brîtaniya û Mosada Îsraîlê hatiye parvekirin. Parêzgeha Silêmaniyê ku di bin serweriya YNKê de ye ji bo istixbarata Îranê devereke aram e. Deverên di bin serweriya PDKê de ne MÎT-a Tirkiyê têde belavbûne û bi rengekî din bêtirî 40 baregehên Tirkiyê têde hatine avakirin û li gel wan jî gelek baregehên istixbaratê yên veşartî jî hene. Dîsa istixbaratên Îsraîl û Emerîka û Brîtanyayê li gorî berjewendiyên xwe bi awayekî azad li Herêmê tevdigerin.

Li rex van mijarên hatine behskirin, hê jî doza pêşgaviya Tirkiyê di ava Iraqê û herêma Kurdistanê de mijareke bi nakok e û her aliyek aliyê din tewanbar dike ku artêşa Tirkiyê ber bi axa Iraqê ve kişandiye. Ji nîsana borî ve dewleta tirk êrîşên berfireh li dijî deverên herêma Kurdistanê encam dide û di bin hinceta şerê li dijî PKKê gihîştiye parêzgeha Kerkûkê. Gelo PKK’ê li Kerkûk û Mûsilê heye? Ku li navçeya Başîqa a parêzgeha Mûsilê baregeheke leşkerî ya mezin ava kiriye. Lê tişta eşkere ew e ku çavbirçîbûna Tirkiyeyê zêde ye û dixwaze bêtir herêmên Sûriye û Îraqê dagir bike da ku Osmaniyeke nû ava bike.

Li rex van mijaran her wiha hikûmeta herêma Kurdistanê û ne jî hikûmeta Federal li Bexdadê nikaribûn valahiyên ewlehî ku DAIŞ jê sûd werdigire û car bi car welatiyên sivîl armanc dike, bigirin. Bi taybet li deverên bi nakok ên girêdayî madeya destûrî ya 140, DAIŞ li van deveran bi awayekî berfireh û rojane li dijî welatiyên van deveran êrîşan pêk tîne. Hin çavdêr diyar dikin ku li gel lihevnekirina Bexdad û Hewlêrê derbarê van deveran de êrîşên li dijî van deveran dê zêdetir bibin û dê bibe zemîneke birêxistinkirina komên terorîst. Her wiha ev yek jî di çarçoveya pilaneke diyarkirî de pêk tê ku ji aliyên derve ve tê fînansekirin da ku ajandeyên xwe li Iraqê pêk bînin û bi taybet Tirkiye û Emerîka, nemaze ji ber ku nerazîbûneke mezin ji hebûna Emerîka û Tirkiyê li ser axa Iraqê heye.

Bi kurtasî, hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê, em dikarin bi zelalî bêjin ku hikûmeteke çêkirî ye û Amerîka li Herêma Federe ya Kurdistanê bi cih kiriye da ku berjewendiyên xwe li Iraq û Rojhilata Navîn pêk bîne. Evan mijarên hatine behskirin jî piştrast dike ku hikûmet û parlemana Herêma Kurdistanê nikaribûn tiştekî ji welatiyan re bikin û li şûna wê partiyê desthilatdar PDK’ê bûye ço di destê hêzên derve de da ku berjewendî û ajandeyên xwe li Iraqê pêk bînin. Dîsa jî gelê kurd buhya fatûreya van berjewendiyên derve û yên dewletên herêmê dide.