20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG: 4 rojnameger binçav kirin û sîxûrî li 4  rojnamegeran ferz kirin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), binpêkirinên mafên rojnamegeran ên meha tîrmehê bi raporekê aşkera kir. DFG’ê di raporê de destnîşan kir ku di tîrmehê de rojnameger hatine girtin û binçavkirin û derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin û wiha cih da raporê: “Li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Wan û Amedê tundî li rojnamegeran kirin.  Li 2 nûçegîhanên JinNewsê ferz kirin. Rojnameger ne muxbîr/sîxurê tu kesî ne. Rojnamegerê ku tê gotin navê wî di lîsteyê de ye Erk Acerer destpêkê li mala wî êriş hat kirin û piştre peyama gefê jê re şandin. Dîsa rojnameger Celal Başlangiç jî ji ber ku navê wî di lîsteyê de hebû polisên alman ew hişyarkirin.”

DFG’ê di berdema raporê de wiha got: “Di tîrmehê de 4 rojnameger hatine binçavkirin, tundî û memeleya xerab li 15 rojnamegeran hatiye kirin, êriş li 14 rojnamegeran hatiye kirin. sîxurtî li 4 rojnamegeran hatiye ferzkirin û gef li wan hatiye xwarin, dema şopandina nûçeyan 12 rojnameger hatine astengkirin, derbarê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin û doz li rojnamegerekî hatiye vekirin, 11 meh û 20 ceza li rojnamegerekî hatiye birîn, dozên ku li 56 rojnamegeran hatine vekirin didomin, RTUK’ê 15 ceza daye 6 qenalan, 283 nûçe û 7 malper hatin astengkirin û rojnamerek ji karê xwe hat derxistin.”

Li gorî raporê heta îro 65 rojnameger girtî ne.