spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG: 5 rojnameger hatin binçavkirin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê (DFG), rapora xwe ya meha tebaxê parve kir. DFG’ê diyar kir ku di vê mehê de 5  rojnameger hatine binçavkirin, 8 rojnameger bi êrîşan re rû bi rû man û 51 rojnameger jî j kar hatine avêtin.

DFG’ê, anî ziman ku pirsgirêkên mezin ên li Tirkiyeyê di qada azadiya ramanê û çapemeniyê de tên jiyîn didomin û wiha got: “Em di meha tebaxê de jî, dîsa bi pêkanînên azadiya çapemeniyê re rû bi rû man. Em dibin şahidê binçavkirin, astengkirina şopandina nûçeyan, êrişên ser wan, dozên li wan tên vekirin û girtina wan. Bi van pêkanînan, rojnamevan tên rewşeke wisan ku nikaribin bixebitin.”

DFG’ê qala daneyên “Rapora 2020’an a EngellîWeb” a Komeleya Azadiya Îfadeyê jî kir û dane wiha parve kirin: “Bi dawîbûna sala 2020’an 467 hezar û 11 malperên înternetê, bi 408 hezar û 808 biryarên cuda ên ji aliyê 764 saziyên cuda ve hatine dayîn, hatin astengkirin.”

DFG’ê cih da biryarên sansurê yên Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) û ev nirxandin kir: “RTUK’a nûçeyên têkildarî şewatên daristanan ên gelemperî welat cezakirin, berî ku ceza bide weke gefan li dezgehên weşanan bi xwe, daxwaza sansurê kiriye û cezayên ku bide beriya wê ragihandibû. Ev nêzîkatiya RTUK’ê darbeyeke aşkere ye ku li çapemeniya azad xistî.”

Divê ev baş were zanîn ku rojnamevanên wêrek ên ji heqîqetê tavîz nedin hene. Wê gotin û nivîsîna heqîqetê bidomînin. Tu zext, zor û sansur nikarin vê heqîqetê biguherînin.”

DFG’ê binpêkirinên mafan ên di meha tebaxê de pêk hatin wiha rêz kir:

“* Rojnamevanên hatin binçavkirin: 5

* Rojnamevanên jiyana xwe ji dest dan: 1

* Rojnamevanên bûn hedefa êrişê: 8

* Ferzkirina gef û sîxurtiyê: 1

* Rojnamevanên şopandina wan a nûçeyê hatin astengkirin: 9 bûyer

* Rojnamevanên derbarê wan de lêpirsîn hatin vekirin: 8

* Rojnamevanên derbarê wan de doz hatin vekirin: 3

* Rojnamevanên hatin cezakirin: Ji 2 kesan re 10 sal 5 meh û 22 roj cezayê hefsê hat birîn

*Cezayên RTUK’ê: Ji 6 qenalan re 11 ceza

* Astengkirina ragihandinê ya înternetê: 211 nûçe û 6 malperên înternetê

* Rojnamevanên ji kar hatin avêtin: 51

* Rojnamevanên qertê wan yê çapemeniyê hatin betalkirin: 1

* Hejmara rojnamevanên girtî: 63