Sunday, December 5, 2021

DFG: 58 rojnameger hatin darizandin

Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG), rapora coptmehê ya binpêkirinên mafên rojnamegeran aşkera kir. DFG’ê di raporê de ragihandin ku di demeke ku pêwîst e rojnameger bi awayekî azad karê xwe bikin de  zext li wan tê kirin û tên binçavkirin. DFG’ê da zanîn ku gelek caran êriş li rojnamegeran hatin kirin û wiha got: “Bi taybetî jî dema bûyerên civakî dişopînin polis tundî li wan dikin. Ji ber vê tundiyê êdî nikarin karê xwe bikin. Polis hevalên me yên rojnameger dişopînin, li wan didin û amûrên wan ên kişandinê desteser dikin.”

DFG’ê di raporê de da zanîn ku pêkanînên sansurê di cotmehê de leza xwe winda nekirine û wiha got: “Bi qasî ku me tespît kirine tenê di cotmehê de xwegihandina 50 nûçeyan hatiye astengkirin û 5 malperên înternetê hatine girtin. Astengkirin û sansurên di medya dîjîtal de ne tevî wan daneyane. Li Tirkiyeyê heta 2’ê mijdarê hejmara rojnamegerên girtî 62 ne. Di meha cotmehê de 3 rojnameger hatine binçavkirin, êriş li 6 rojnamegeran hatiye kirin, 8 rojnameger dema nûçe şopandine hatine astengkirin, derbarê 8 rojnamegeran de lêpirsîn hatine destpêkirin, doz li 4 rojnameger hatiye vekirin, 2 sal, 6 meh û 12 roj cezayê girtîgehê û 16 hezar û 600 TL cezayê pereyan li 3 rojnamegeran hatiye birîn, darizandina 58 rojnamegeran berdewam kiriye, di girtîgehê de mafên 3 rojnamegeran hatiye binpêkirin, 2 cezayên RTUK’ê hatine dayîn û 50 nûçe û 5 malperên înternetê hatine astengkirin.”